1. Hemû Nûçe

  2. Zanistî

  3. Ji kûrahiya fezayê sînyalên x-ray´ê
Ji kûrahiya fezayê sînyalên x-ray´ê,ji,kûrahiya,fezayê,sînyalên,x,ray,ê

Ji kûrahiya fezayê sînyalên x-ray´ê

NASAyê ji dûrahiya 240 milyon salên ronahiyê sînyalên x-ray tespît kir

A+ A-

Mala Çavdêriyê ya Chandra ya girêdayê NASAyê û peyka XMM_Newton a Ajansa Fezayê ya Ewropayê sînyalên x-ray girtin ku cara yekem e bi vî rengî sînyalek digirin. Ev sînyal ji koma galaksiyê ya Perseus ku 240 milyon salên ronahiyê dûr e tên.

Tê gotin ku bilindahiya pêla x-rayê di zêdahiya ku berê nehatiye dîtin de ye. Li gel ku çavkaniya sînyalê nayê zanîn jî, hinravekirinên zanyaran derbarê rewşê de hene. Hin zanyar dibêjin ev sînyal dikare ji ber notronên parçabûyî be, lê hin zanyar jî di wê baweriyê de ne ku ev ji ber madeya tarî ye.

Wisa tê bawerkirin ku ji %85ê gerdûnê ji madeya tarî tê pê. Lê ji ber nikare li ronahiyê bimije û vebeyîne, ev nikare bê îsbatkirin jî. NASA jî diyar dike ku ji bo çavkaniya sînyalê bê diyarkirin, divê hîn pir xebat bêne kirin.