1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji Laşê Ayhan Yildirim Çi Derket?
Ji Laşê Ayhan Yildirim Çi Derket?,ji,laşê,ayhan,yildirim,çi,derket

Ji Laşê Ayhan Yildirim Çi Derket?

A+ A-

WAN - Otopsiya Endamê Meclîsa Giştî ya Bajar a Wanê Yildirim Ayhan ê ku li navçeya Çelê ya Colemêrgê ji aliyê polîsan ve hate kuştin bi encam bû. Di rapora otopsiyê de tê gotin ku Ayhan bi çekê hatiye kuştin, di laşê Ayhan de cismeke ku nayê zanîn lê tê texmînkirin ku bombe ye hatiye derxistin.

Endamê Meclîsa Giştî ya Bajar a Wanê Yildirim Ayhan li navçeya Çelê ya Colemêrgê ji aliyê leşkeran ve hate qetilkirin. Rapora otopsiyê ya Ayhan bi encam bû. Di rapora otopsiyê de Ayhan çawa hatiye kuştin zelal bû.

Di rapora ku ji rûpelan pêk tê de hate gotin ku sedema kuştina Ayhan çek e, ji ber ku birîndar bûye parsûyên wî şikestine û pişik û dilê wî zirar dîtine, xwîn çûye hundirê wî. Di raporê de hate gotin ku di laşê Ayhan de cismeke ku nayê zanîn lê tê texmînkirin ku bombeye hatiye derxistin.

Di raporê de bijîşkê zana jî nêrîn diyar kir û sedema kuştina Ayhan wiha anî ziman: "Sedema mirina şexis, bi çekê birîndar bûne, ji ber vê yekê parsûyê wî şikestiye, pişik û dimê wî zirar dîtine. Her wiha di encama vê de xwîn çûye hundirê wî, wate hinavên wî bi xwînê der bûye."

Di raporê de ji ber sedema mirinê zelal e hat gotin ku pêwîst nîn e cenaze ji Saziya Bijîşkiya Dadî re bê şandin û teslîmî malbatê hat kirin.