1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "Ji me re 2474 sal ceza tê xwestin"
"Ji me re 2474 sal ceza tê xwestin",ji,me,re,2474,sal,ceza,tê,xwestin

"Ji me re 2474 sal ceza tê xwestin"

A+ A-

15 Cotmeh 2011 ENQERE - Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku ger parlementeriya Ahmet Turk were betalkirin, wê tu wateya siyasetkirina BDP’yê ya di Meclîsê de namîne. Demîrtaş destnîşan kir ku der barê parlementerên BDP’ê de 656 fezleke hene û got; “Ji me re 2474 sal ceza tê xwestin.”

Demîrtaş destnîşan kir ku der barê parlementerên girtî û yên di Meclîsê de gelek lêpîrsîn û dosya hene û got, “Divê beriya amdekirina makezagonê rê were paqijkirin. Em bibêjin ku dosyaya Ahmet Turk di Dadgeha Bilind de hate erêkirin, parlementeriya Ahmet Turk betal dibe, wê çaxê em nikarin li vir siyasetê bikin.”

Demîrtaş ji rojnameya Cumhuriyetê re axivî û diyar kir ku lîmîta demokrasiyê ligel AKP’ê heye û wiha axivî; “Di têgeha demokrasî ya AKP’ê de pirsgirêk heye. Di meseleya demokrasiyê de ji xwe re sînorek daniye û ji vî sînorî wêdetir, nahêle tiştek din bikeve nava vê demokrasiyê.

PIRSGIRÊKA BÎRDOZIYÊ YA AKP’Ê LIGEL KURDAN HEYE

Pirsgirêka bîrdozî (îdeolojî) ya AKP’ê ligel Kurdan heye. Êdî ligel pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke bîrdozî heye. Evane Kurd in, Misilman in. Dibêje; ‘Ev encex dikare di bin hegemonyaya min de pêk were, rêxistine, an jî rêxistineke çepgir dijminên min in, ez bi wana re li hev nakin, divê ez wana biqedînim.’ Vê yekê êdî ji bo xwe dike. Ne ji bo gel û dewleta Tirk dike. Derdê wana ew e ku PKK’ê biqedînin. Ne ku tundiya PKK’ê rawestînin. Ger wisa bibe, ew PKK’ê ji çiyayan dabixin.

PÎVANA SAMÎMIYETÊ Û AZADIYA RAMAN Û ÇAPEMENIYÊ

Wê di xebatên makezagonê de, pîvana samîmiyeta AKP’ê ya di meseleyên azadiya raman û çapemeniyê, rayeya dadgehên rayetaybet û demê girtin û binçavkirinan de aşkere bibe. Dema makezagona nû hate amadekirin, divê tu rojnameger di girtîgehan de nemîn û divê dozên der barê siyasetmedarên de bêne betalkirin. Em ji bo vê yekê makezagonê çê dikin. Gelo ew ê kengî bikeve meriyetê? Piştî salekê.Serokwezîr wiha dibêje. Wê demê saleke din di girtîgehan de dimînin.

GER PARLEMENTERIYA AHMET TURK WERE TEBALKIRIN

Der barê me de 656 fezleke (kurtebiryar) hene, û j ime re 2474 sal ceza hene. Em vana zêde ji xwe re nakin pirsgirêk, lê evane pêvajoyê dixetimînin. Ez naxwazim pêşiya van tiştan vebikim, lê em bêjin, ger Dadgeha Bilind dosyaya Ahmet Turk erê bike, wê parlementeriya wî betal bibe. Em di wê de jî li bendê nabin ku parlementeriya me yek bi yek were betalkirin û yek bi yek bêne girtin. Em çi bikim, em ê wê rojê bikin, tu kesek nikare me li wir rawestîne. Em ê wê demê, bibêjin, em nikarin êdî siyasetê bikin.

ANF NEWS AGENCY