1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Ji Meclisa ciwanan pirtûkxaneya 18'emîn
Ji Meclisa ciwanan pirtûkxaneya 18'emîn,ji,meclisa,ciwanan,pirtûkxaneya,18,emîn

Ji Meclisa ciwanan pirtûkxaneya 18'emîn

A+ A-

Meclisa Ciwanan Konseya Yerel Gundem 21’ê a amedê du hezar pirtûk berhevkirin û li Dibistana Seretayî ya Sîlvan Gazî pirtûkxaneyek nû vekir…

Meclisa Ciwanan a yerel Gundem 21’ê ku ji 2007’an de bi dildarî dixebite  di çarçoveya kampanyaya ‘ li her gundekî pirtûkxaneyek’ de 18’emîn pirtûkxaneya xwe vekir.  Di 2008’an de li Dibisana seretayî ya Silvan Yuzuncu Yilê pirtûkxane ava kir û pirtûkxaneya xwe ya duyemîn jî li dibistan seretayî ya  Gazî vekir.

Pirtûkxane bi 2 hezar pirtûkî vebû. Midûrê Perwerdê ya netewî a Farqînê Hejar Salîm  Eskiyecek, berdevkê Meclisa ciwanan a Yerel Gundem 21’ê Ogur Aksoy, midûrê dibistana Gazî Yavuz Ertuna, serokê yekitiya malbatan  a dibistanê Şeyhmus Taniş û dildarên meclisê tevli bûn. Midûrê dibistanê plaket da Meclisa Ciwanan.

Berdevkê meclisa ciwanan Aksoy jî axivî û got heta niha 18 pirtûkxane avakirine û got ger ji midûrên dibistana daxwaz bê dê dibistanên bê pirtûkxane nemînin.