1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji Mertalên Zindî 'sîbera berxwedanê'
Ji Mertalên Zindî 'sîbera berxwedanê',ji,mertalên,zindî,sîbera,berxwedanê

Ji Mertalên Zindî 'sîbera berxwedanê'

A+ A-

Çalakiya Mertalên Zindî ya ji bo şermezarkirina êrîşa hewayî ya Herêma Federal a Kurdistanê kete roja 3'yemîn û çalakî bi biryarî didome. Mertalên zindî li sîperên leşkeran ku ketin, flamayên kesk û sor û zer, ala spî çikandin û sîper kirin cihên berxwedanê.

Li herêma Derî Berkur û Derî Davetiya ya li gundê Zevyan abi ser Qilabana Şirnexê çalakiya Mertalên Zindî ya ku bi pêşengtiya Dayikên Aştiyê ve hate destpêkirin kete roja 3'yemîn. Çalakiya ku ji bo şermezarkirina êrîşa hewayî ya li dijî Herêma Federal a Kurdistanê hate destpêkirin li gel hemû astengiyan bi biryariyake mezin didome. Mertalên zindî ji ber germê di nava rojê de ji bo xwe sîdank çêkirin û piştî ku roj çû ava hatin ba hev û bi vî rengî moralê didin hev. Li gel temenê xwe yên mezin mertalên zindî li hemberî hemu zor û zehmetiyan li ber xwe didin û çalakiya xwe bi biryarî didomînin. Jiyana rojane ya mertalên zindî ku ji bajarên cuda hatine mînaka jiyana komunal nîşan da. Mertalên zindî ala spî, flamayên kesk û sor û zer û ala KCK'î li sîperên leşkerî çikandin û li dijî operasyonan nobet girtin. Mertalên zindî sîperên leşkeran kirin cihê berxwedanê.

Bi panelê polîtikayên AKP'ê hate teşhîrkirin

Piştî fitarê li ser agir çay hate demkirin u sohbetê dest pê kir û piştre jî panel hate dayîn. Di panelê de pêşketinên siyasî yên dawî hatin nirxandin û Serokê Rêxistina BDP'ê ya Cizîrê Esat Malkoç axivî. MAlkoç wiha got: "Em bawer in 2011'an dê bibe sala an azadî yan azadî. Hikûmeta AKP'ê her carê bi polîtîkayên têkçûyî qala çarasiriyê kir. Lê gavek jî nehat avêtin. Her carê leşker û polîs xistin dewreyê û zilm û zor li ser me kirin. Vê carê ji dibêjin qey dê feraseta xirakirinê me tune bikin. Lê nizanin ku di nava 30 salan de heza me ya berxwedanê nekarîne bişikênin."

Piştre endama Însiyatîfa Dayikên Aştiyê Hava Kiran axivî û got ku ew ê li gel hemû zor û zehmetiyan çalakiya xwe bidomînin. Piştre jî Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan axivî û polîtîkayên neçareseriyê yên hikûmeta AKP'ê anî ziman.

Mertalên zindî bi şev nobet girtin

Piştî panelê hunermendên Navenda Çand û Hunerê ya Mem û Zînê bi stranên xwe her kes coşandin. Li gel saetên dereng ên şevê ciwanên ku ji gund hatin bi dirûşmên xwe piştgirî dan mertalan. Welatî heta paşîvê hişyar man û paşîvê jî bi erbaneyan govend gerandin. Piştre jî nobet hate girtin. Mertalan nobet li ser riya gund hemberî girê ku leşker nobetê digirin hate girtin.

Li aliyê din li cihê ku mertalên zindî disekinin dem bi dem helîkopter nizim difirin.

(Nûçe, Wêne û Dîmen: Sertaç KAYAR, Huseyîn BÎRLÎK, Îsmet MÎKAÎLOGULLARI, Mehmet AFŞAR) DÎHA (sa)