1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Ji Mexmûrê wênesazek
Ji Mexmûrê wênesazek,ji,mexmûrê,wênesazek

Ji Mexmûrê wênesazek

A+ A-

Wênesaz Cengîz Kara, ku li Wargeha Penaberan a Mexmûrê atolyeya wêneyan vekir, diyar kir ku hest û ramanê xwe li ser wêneyan di neqişine. Kara, anî ziman ku hest û baldariya jinan a li hemberî hunerê zedetir û xurttir e.

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê wênesazê bi navê Cengîz Kara, ku piştî şerên herêmê ji Tirkiyeyê koçber bû û li Mexmê bi cih bû, di sala 2004'an de atolyeya wênesaziyê vekir û 7 salin wêneyan çêdike. Kara, di sala 2006'an de li beşa Akademiya Hunerên Xweşik a Zanîngeha Selahattinê ya Hewlerê zanîngeh xwend. Di sala 2010'an de zanîngeh qedand. Kara, navê endama HPG'ê Delîla Meyaser a di 2007'an jiyana xwe ji dest da li atolyeye kir.

Ji 35 şagirtan 25 jê jin in

Piştî Kara atolyeya wêneyan vekir niha 35 şagirtan perwerede dike. Ji 35 şagirtan jê 25 jê jin in. Kara, anî ziman ku bal û eleqeya jinan a li hemberî hunerê zêdetir e. Kara, anî ziman ku ev yek di wêneyên wan de cudatiyê xuya dike û diyar dibe ku eleqe û hestên jinan ên li hemberî hunerê bêtir xurt e. "

'Xwendekar eleqeyeke mezin nîşanî wêneyan didin'

Kara diyar kir ku xwendekarên wî yên ku niha di atolyeyê de ne ji xwendekarên zanîngehê serkeftîtir in û xwendekarên wî yê 10 salî û 12 salî ji xwendekarekî zanîngehê baştir wêne xêz dikin. Kara anî ziman ku xwendekarên wî hemê bi daxwaz û kêfxweşiyeke mezin vî karî dikin.

'Wêne hestên min vedibêjin'

Kara destnîşan kir ku wêneyên di pêşangehan de, wêneyên wî ne û wiha got: "Ez ji ber ku ev 17 sal in penaber im, ev tiş bixwazi nexwazî şopên mezin di cîhana hestên min de dihêle. Dîsa em bûn şopdarên têkoşîna azadiyê. Ev terzê jiyanê bandoreke mezin li hunera min kir. Ji xwe heke hûn li wêneyên min binêrin ev yêk dê bê fêmkirin. Binêrin di van wêneyan de tiştên ku hatine xêzkirin gundên hatine şewitandin, malên hatine valakirin, zarok û jinên ku ji cih û warên xwe hatine sirgunkirin in. Li aliyê din hûn ê şehîd û sembolên şerê azadiyê yên bi rûmet jî bibînin."

DÎHA (sa/mae)


Bêjeyên Miftehî