1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. 'Ji nan û av zêdetir pêwîstiya me bi rêxistinbûnê heye'
'Ji nan û av zêdetir pêwîstiya me bi rêxistinbûnê heye',ji,nan,û,av,zêdetir,pêwîstiya,me,bi,rêxistinbûnê,heye

'Ji nan û av zêdetir pêwîstiya me bi rêxistinbûnê heye'

Jinên li çiyayê Şengalê bi perwerdeya parastina cehwerî xwe bi rêxistin dikin. Endama YJŞ'ê Sarye Bêrivan ragihand ku ji nan û av bêhtir, pêwîstiya jinan bi rêxistinbûnê heye. Keça ciwan bi navê Xelat Yusif jî wiha got; "ji bo carek din ferman bi ser me de neyê, pêwîste di hemû aliyan de em xwe bi rêxistin û perwerde bikin."

A+ A-

ROJNEWS/ HEWLÊR ŞAHÎN/ ŞENGAL Piştî fermanê her diçe jinên li çiyayê Şengalê xwe di hemû aliyan de perwerde dikin. Li çiyayê Şengalê jinên Êzidî yên gundê Baxlêfê ya girêdayî Şengalê perwerdeya parastina cewherî dibînin û rêxistinbûna xwe berfireh dikin. Têkildarî mijarê endama YJŞ'ê Sarye Bêrîvan wiha got; "Di dema fermanê de hêzên HPG'ê û YJA STAR bi hewara me hatin û em ji wê fermanê xilaskirin. Bi rastî civaka Êzidî gelek êş, azar û zehmetî dîtin. Lê piştî hatina gerîlayên PKK'ê me nefesek kûr girt. Gelek kesên Êzidî hatin kuştin û reviyan lê PKK'ê yên mayî rizgar kirin. Ji ber em bê rêxistin bûn û bê parastin bûn, ev ferman hat serê me, lê hêzên HPG'ê û YJA SATAR em ji vê fermanê xilas kirin û niha em xwe bi rêxistin û perwerdeya parastina cewherî dibînin. Niha me xwe weke YBŞ û YJŞ'ê bi rêxistin kiriye. Her roja diçe ev rêxistina me mezintir dibe, erk û berpirsyartiya me mezintir dibe." Sarye Bêrivan balkişand ser daxwazên jinan yên ji bo perwerda parastina cewherî û wiha got; "Li ser pêşniyara jin û keçên vî gundî ev 4 roje em perwerda cewherî didin. Di heman demê de daxwaza wan ya ji bo perwerda parastina cewherî di pêş deye. Me bi çavê xwe dît çi hat serê me, ji nan û av bêhtîr pêwîstiya me bi rêxistinbûyinê heye."

Di dawiya axaftina xwe de endama YJŞ'ê Sarye Bêrivan wiha got;"Ez bang li hemû dayîk û keçên ciwan yên Şengalê dikim ku di hemû aliyan de xwe pêşbêxin. Ji ber pêwîstiya civaka me bi zanebûn û rêxistinbûyînê heye." Jina bi navê Erzan Barkat ku ji gundê Baxlêfê yê girêdayî Şengalê ye, der barê vê perwerda parastina cewherî de wiha axivî; "Ez wek jinekê pir keyfxweşbûm ku pêşniyara me ji aliyê hevalan ve hat pejirandin. Ev 4 roje em perwerda parastina cewherî dibînin û kedek mezin dan me, ez spasiya wan dikin. Ez niha dibêjin xwezî beriya fermanê min perwerda parastina cehwerî dîtiba. Ji ber dema ferman hatî serê me em reviyan kur û kurê tiyê min li vir bi destê Çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. Eger wê demê me zanîba em xwe bi parêzin, meyê li ber xwe bida û meyê xwe parastiba." Erzan Barkat wiha jî got; "Dibe gelek civakan ferman dîtibe, lê ti civakan qasî me ferman ne dîtiye. Heya niha me ti zerar nedaye kesê û me ti kursiyê kesê jê ne wergirtiye di heman demê de me dest ne daniye ser xaka kesê. Xwedê heqê me li ti kesî ne hêle, înşallah Êzidî û heval wê serbikevin. Gelek kesan dizanî wê ev ferman bi ser gelê Êzidî de werin, em hiştîn û reviyan. Kesên revîn ne gotin em nikarin şer bikin tenê xwe xilas dikirin, dixwestin dawî li Êzidiyan were. Bi saya hevalan em îro li van çiyayan dijîn û gelek keda wan heye. Heya ku em daxbin em keda wan hevalan ji bîr nakîn û wan xwîna xwe di ber vê xakê de daye."

Di dawiya axaftina xwe de jina bi temen ya gundê Baxlêfê Erzan Baraket wiha got; "Ez bang li hemû jinên Êzidî dikin ku ji bo beşdarbûna nav refên YBŞ'ê û YJŞ'ê nebin asteng. Ji ber ew hêza me ya parastinê ne. Ji her demî zêdetir pewîstiya me bi parastin û berxwedaniyê heye." Keça ciwan ya bi navê Xelat Yusif ya ji gundê Baxlêfê wiha behsa perwerda parastina cewherî dike; "Me wek jin û keçên Êzidî pêwîstî dît ku em perwerda parastina cewherî bibînin. Ji ber ku em di fermanek gelek giran derbas bûn. Ji bo ku em ji vir şûnde pêşî li êrîşên li ser me çêbibe bigrîn, pêwîste em xwe di hemû aliyan de perwerde bikîn. Niha jî xeterî li ser me heye, gelek gundên me hêj ne hatine rizgarkirin. Ev 4 roje em perwerda parastina cewherî dibînin û perwerdeya me baş derbas bû. Eger beriya fermanê me xwe bi rêxistin û me perwerda parastina cewherî zanîba ewqas bedelên giran me ne dida. "

Xelat Yusif wiha jî got; "Civaka Êzidî di gelek aliyan de bê amadekarî bû, em tiştek ji bo xwe ne dikir ji ber ku me digot yên me biparêzin hene. Lê mixabin dema ku çeteyên DAIŞ'ê ketin Şengalê beriya ku bikevin her kes reviya û em dinava lepên zaliman de hiştin. Civaka Êzidî ji vê yekê ders girt û bi alîkariya hevalan em xwe xurt bikin û xwe bi rêxistin bikin." Di dawiya axaftina xwe de keça ciwan Xelat Yusif bang li hemû keç û jinên Êzidî kir ku xwe bi rêxistin bikin û wiha got; "Ez bang li hemû keçên Êzidî dikim ku xwe pêşbêxin. Ji ber ku zanebûn serkeftina civaka meye." (np)