1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Ji NÇM'ê pêşbirka "Mezopotamya û Jiyan"
Ji NÇM'ê pêşbirka "Mezopotamya û Jiyan",ji,nçm,ê,pêşbirka,mezopotamya,û,jiyan

Ji NÇM'ê pêşbirka "Mezopotamya û Jiyan"

A+ A-

Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM), ji bo 20'emîn salvegera xwe piroz bikin, pêşbirka wêneyê li dar dixe.

Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM), bi minasebeta 20'emîn salvegera xwe pîroz bike, dê konser û hin pêşbirgan li dar bixe. Endamê juriyê Yunus Guçlu, diyar ku mijara pêşbirkê "Mezopotamya û Jiyan" e. Guçlu, anî ziman ku beşdarvan tenê bi 2 xebatên xwe dikare tevlî pêşbirkê bibe û wiha got, "Me di aliyê teknîkê de sînora 'akrîlîk' û 'boyaxa zeytê' danî. Beşdarên ku tevlî pêşbirka wêneyê dibin divê pişt xebatên xwe navê xwe û pîvanên xebatên xwe jî binivisin." Guçlu destnîşan kir ku piştî jurî derbarê wêneyan de biryarê xwe da kesên kû bikevin derecê dê xelatan wergirin. Xelata kesa/ê 1'emîn zêr, xelata kesên 2 û 3'mîn jî dê seta boyaxa zeytê bi dest bixin. Guçlu, derbirî ku beşdarên xebata xelata jurîyê ya taybet bistîne salname ya 2012 ya de NÇM'ê de xebata wî were weşandin. Jurî Guçlu, derbarê pîvanên xebatan de jî bilêv kir ku dirêjî herî zêde 150 santîmetreye û firehîjî herî zêde 100 santîmetreye. Guçlu, bibîrxist ku welatî herî dikarin heta 01'ê mijdara 2011'an dikarin ji bo pêşbirgê serlêdanê bikin. "

Endamên jûriya pêşbirkê: Fewzî Bîlge, Berçema Çelîk, Ahmet Ronîar û Yunus Guçlu.

Navnîşana ji bo kesên ku xebatên xwe kargoyê dişînin: Melikahmet caddesi, Arcak sokak, Sin Camii arkası 10/A (Dicle-Fırat Kültür Merkezi) Balıkçılar Başı Suriçi/Diyarbakır DÎHA (by/mae)