1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji Ocalan û Karayilan bo Celal Talebanî name
Ji Ocalan û Karayilan bo Celal Talebanî name,ji,ocalan,û,karayilan,bo,celal,talebanî,name

Ji Ocalan û Karayilan bo Celal Talebanî name

Ocalan û Karayilan ji Celal Talebanî re name şandin

A+ A-

ANF-Siyasetmedarê Kurd û Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Mihemed Emîn Penciwînî ragihand ku Rêberê Gelê Kurd Abdulllah Ocalan ji bo Serokkomarê Iraqê û Sekreterê Giştî yê YNK’ê Celal Talebanî nameyek şandiye û Ocalan daxwaza başbûna tenduristiya Talebanî kir û bal kişand ser rola wî ya di pêkhatina aşitiyê de.

Siyasetmedarê Kurd û Endamê KNK’ê Mihemed Emîn Penciwînî ragihand ku wî nameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Serokê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Mûrat Karayilan gihandine hevsera Serokkomarê Iraqê û Sekreterê Giştî yê YNK’ê Celal Talebanî Hêro Îbrahîm Ehmed.

Penciwînî duh ji bo radestkirina nameyên Ocalan û Karayilan çû avahiya Polîtburoya Yekitiya Nîştimanî Kurdistan (YNK) ya li Silêmanîyê û ji aliyê xanima Serokkomarê Iraqê û Sekreterê Giştî yê YNK’ê Celal Talebanî Hêro Îbrahîm Ehmed ve hate pêşwazîkirin.

Penciwînî da zanîn ku Ocalan di hevdîtina xwe ya ku bi şandeya BDP’ê re pêk anîbû de name ji Talebanî re şandiye, şandeya BDP’ê jî nameyê radestê wî kirine, lê ji ber ku Talebanî û hevsera wî Hêro Îbrahîm Ehmed li derveyê welat bûn, ew li benda vegera Hêro Xan mane.

Penciwînî derbarê naveroka nameya Ocalan de agahî da û diyar kir ku Ocalan girîngiyê dide rewşa tenduristiyê ya Talebanî û daxwaz kir ku demek beriya demekê bigihe tenduristiya xwe û baş bibe. Penciwînî got: “Birêz Ocalan xwest ku Mam Celal di demeke zû de veger hola siyasetê û ji bo çareseriya pirsgirêk û aloziyên li Iraq û herêmê hewl bide.”

Penciwînî got: “Birêz Ocalan di nameya xwe de bîranînên xwe û serok Mam Celal bi bîr xist û diyar dike ku ew û Mam Celal, li Libnan û deverên din bi hev re mane. Di nameya xwe de behsa hin bîranînên xwe yên bi Mam Celal re dike û dide diyarkirin ku ew û Mam Celal di mijara doza kur de xwedî heman nêrîn û ramanan bûn.”

Peciwînî destnîşan kir ku Ocalan di nameya xwe de balê dikişîne ku Talebanî ji bo pêkhatina pêvajoya aşitiyê ya li Bakûrê Kurdistanê bi qasî 16 salan rol wergirtiye û got: “Ez dixwazim Mam Celal bi tenduristiyeke baştir û saxlem vegere, û pêvajoya aşitiyê ya ku hatiye destpêkirin bi çavên xwe bibîne.”

Siyasetmedarê Kurd Penciwînî da zanîn ku wî nameyeke ji Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan jî bo Talebanî aniye. Karayilan jî di nameya xwe de daxwaza başbûna Talebanî dike.