1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Ji parlementerên jin şermezarî
Ji parlementerên jin şermezarî,ji,parlementerên,jin,şermezarî

Ji parlementerên jin şermezarî

A+ A-

11:26 25.08.2011 1 / 2ABDULLAH RAMAZAN

HEWLÊR (DÎHA) - Parlementerên jin ên YNK'ê û KDP'ê, bombebarana li ser axa Herêma Federal a Kurdistanê û kuştina welatiyên sivîl şermezar kir û diyar kir ku bi tu hincetan bombebarankirina gundan û kuştina welatiyên sivîl nayê qebulkirin. Parlementerên jin, anîn ziman ku ji bo operasyon bi dawî bibe di nava hewldanan dene.

Bertek û nerazîbûnên li dijî operasyona hewayî ya Tirkiyeyê ku di 16'ê tebaxê de li dijî axa Herêma Federal a Kurdistanê dest pê kir û hêj didome, her ku diçe zêde dibe. Parlementerên jin ên YNK'ê û KDP'ê, bombebarana li ser axa Herêma Federal a Kurdistanê û kuştina welatiyên sivîl şermezar kirin. Parlemenera KDP'ê Evîn Omer, diyar ki rku balafirên şer ên Tirk gund û warên sivîl bombe dike û bax û bostanê welatiyan dide ber bombebaranê. Omer, anî ziman ku tu aliyê vê yekê yê mafdar tune û ev êrîş nayên qebûlkirin. Omer, anî ziman ku bi bombebaran, kuştin û şîdetê pirsgirêk nayê çareserkirin û ancak pirsgirêk bi aştî û diyalogê bê çareserkirin. Nêzîkatiya Tirkiye ya herêmê me zîwer dike. Divê Tirkiye kurdên nava xwe muhatap bigire û pirsgirêkê bi rêya diyalogê çareser bike."

'Çawa dibe ku hikûmeta Iraqê ji bo gundan pereyan bide?'

Omer, da zanîn ku hewldana Saddam Huseyîn a yekemîn dixwest ku kurdan di aliyê aborî de têk bibe û ji bo vê yekê jî dixwest berî her tiştî gundan vala bike û gundan li ser sînor bi cih bike.

Omer, bal kişand ser serdema Saddam û wiha got: "Di serdema Seddem de zêdeyî 2 hezar û 800 gundên me hatin valakirin û xerakirin. Em dixwazin van gundên xwe ji nûve ava û şên bikin. Wekî hikûmeta Kurdistanê plana me ev e. Dema ku em di nava hewldanek wisa de bin, çawa dibe ku hikûmeta Iraqê pereyan bide welatiyan û bixwaze gundan vala bike. Hikûmeta Iraqê ji parastina gundan berpirsiyar e. Ji ber vê yekê divê li hemberî van êrîşên dersînor berpirsiyariya xwe bi cih bîne. Her wiha divê Hikûmeta Federal a Kurdistanê jî zextan li ser Iraqê çêke."

'Tirkiye sînor îhlal dike'

Parlementera YNK'ê Pervîn Abdulrahman jî destnîşan kir ku bombebarankirina Herêma Federal a Kurdistanê îhlalkirina sînor e û wiha got: "Tirkiye bi bombebaranê rêgez û zagonên sînoran binpê dike. Tirkiye dikare detbîran bistîne ku PKK û PJAK derbasî sînorê wan nebe. Lê tu mafê wê tune ku sînoran derbas bike û welatiyên sivîl û bê guneh bide ber bombeyan."

'Ji bo êrîş bi dawî bibe hewldanên me didomin'

Abdulrahman, destnîşan kir ku welatiyên sivîl ên hatin qetilkirin bi tu awayî têkiliya wan bi Tirkiyeyê tune û Tirkiyeyê welatiyên bêguhen û mazlum kuştine. Abdulrahman, xwest ku Tirkiye pirsgirêkê xwe bi rêya diyalogê di nava xwe de çareser bike û sînoran binpê neke û wiha axivî: "Em nûnerên gel in. Em dê li gelê xwe xwedî derkevin. Em li hemberî qetilkirina welatiyên xwe bêdeng namînin. Ji bo ku hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê zextan li ser hikûmeta Iraqê bike em di nava hewldanan de ne. Me serlêdanên pêwist kirin. Hewldanên me yên ji bo rawestandina êrîşan didome. Divê Tirkiye û hikûmeta Iraqê zirara van mirovên mexdûr bûne bide.

(mae)