1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Ji Pinar Aydinlar ji bo Cizîrê albûm
Ji Pinar Aydinlar ji bo Cizîrê albûm,ji,pinar,aydinlar,ji,bo,cizîrê,albûm

Ji Pinar Aydinlar ji bo Cizîrê albûm

A+ A-

STENBOL - Albûma nû ya hunermend Pinar Aydinlar a bi navê “Gidenlerimiz Bêkes’lere" derket. Aydinlar albûma xwe diyarî ‘Bêkes’ ê ku dema bavê wî di jêrzemînên Cizîrê de hat qetilkirin ji dayik bû zarokên din kir.

Hunermend Pinar Aydinlar piştî 6 salan bi albûma “Gidenlerimiz Bêkes’lere” derket pêşberî muzîkhezan. Aydinlar albûm diyarî zarokê bi navê ‘Bêkes’ ê ku dema bavê wî di jêrzemînên Cizîrê de hat qetilkirin hat dinê û zarokên din kir.

Di albûma ku stranê tirkî, ermenî, kurmancî-kirmançkî û hemşînce tê da hene rêveberiya wê Îsmaîl Îlknur kir û hunermendên wekî Gulten Akin, Muzaffer Ozturk, Onur Gugercînoglu, Tebo, Onder Karataş, Mehmet Kurt, Niyazî Koyuncu, Yilmaz Çelîk, Kutsal Evcîmen, Sezar Avedîkyan û rojnameger Pakrat Estukyan piştgirî dan Aydinlar ê.

JI GEZIYÊ HETA PIRSÛSÊ

Aydinlar ku di albûma xwe de ji keça Ermenî Gulê bigire xwe digihîne Behra Reş û heta salên 80’î yên Cizîrê diçe. Aydinlar beriya berxwedana Geziyê dest bi xebatên albume kiribûn. Lê dema xebatên wê berdewam dikir qetlîama Pirsûsê û qedexeya derketina derve li bajarên kurdan pêk hat. Ev bûyerên pêk hatine di şêwe girtina albume de rolek mezin lîstin. Aydinlar da zanîn ku taybetiya herî mezin a vê albume ewe ku li şûna paşnavê berê (Sas) paşnavê xwe bikartîne û wiha got: “Ev albûm di heman deme de wekî jinekê şoreşa mine.

BERPIRSYARIYA LI DIJÎ BIRAYÊN TUNÇ

Aydinlar, çima navê albûmê kirye "Gidenlerimiz Bêkes’lere" wiha vedibêje: “Kî çi dibêje bila bêje Cizîr birîna ku nayê girtine. Ji ber wê me got ji Bêkesan re. Roja Orhan Tunç hat qetilkirin zarokê wî Bêkes hat dine. Destpêkê navê wî kirine Bêkes û piştre vanê wî guhertin. Orhan Tunç, Mehmet Tunç û hevalê me yên din li ber çavê hemû cîhanê hatin kuştin. Tu aliyên wê yên bên efûkirin tune ye. Ji ber min xwe li dijî Orhan Tunç û Mehmet Tunç berpirsyar dît min navê albûmê kir Bêkes.”

‘BÊKES NÎNIN’

Aydinlar, li ser pirsa “gelo bi rastî bêkesin yan jî xwe xwest peyamekê bidin” ev bersiv da: “Bêkes nînin. Gelê kurd bêkes nîne. Zarokê Orhan Tunç bêkes nîne. Yan jî zarokên ku jiyana wan ji deste wan hatiye dizîn bêkes nînin. Çima bêkes nînin, ji berk u em hêjî ne mirîne. Hevalê me ne mirîne û dîrok hêjî nehatiye reşkirin. Dîroka berxwedêra hêjî ne hatiye jêbirin. Dibe k udi malbatekê de 7-8 kes hatibin qetilkirin, mala gelek kesan xirabû lê cîranê wî hat û ji bo wî giriya. Di vê Bêkesiya heyî de îroniyek heye. Her wiha ji bo Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî hat qetilkirin, me got ‘Bêmirindibin kesên diçin Sûrê. Dema em dibêjin Sûr Tahîr Elçî û dema dibêjin Tahîr Elçî tê bîra me.”

Aydinlar bi lêv kir strana bi Ermenî ji ber soza ku daye hevalek nêzî Rêvebirê Weşanê yê Rojnameya Agos ê Hrant Dînk bicih bîne gotiye û wiha pêde çû: “Rojnameger Pakrat Estukyan di xwendina stranê de alîkarî da min. Ji niha û pêde hindî ji destê min bê ez ê stranên bi zimanê din jî bixwînim. Birin li kube divê en ji wê birînê re bibin derman. Îro Kurdistan vegeriyaye deryaya xwînê, hevalên me tên giritn û ev qas pêkanînên dijmirovane hene li dijî vê bêdeng rawestan ne karê mirovane. Min xwest ez stranek bi navê ‘kolanên Cizîrê bixim nav albûma xwe. Di hevokên dawî yên stranê de behsa berxwedana Sûr, Nisêbîn, Gever û Kurdistanê dihat kirin lê firmaya min ev ne pejirand.”

Aydinlar diyar kir ku qada muzîk û çandê qada têkoşînê ye û wiha axivî: “Ji bo strana ‘Kolanên Cizîrê’ hevalek min ê derhêner ku mala wî li Cizîrê xirabbûbû got ‘We stranek li ser Cizîrê çêkiriye, wekî Cizîriyekê ez dixwazim klîba wê bikişînim’ kamerayên xwe girt û hat. Em fikirîn me got li Stenbolê cihê ku herî zêde me rihet dike kudere. Em fikirîn ku dê taxa Gazî be. Em ku taxa Gazî û me klîb çêkir. Di demên pêş de dê bê weşandin.

12’YÊ SIBATÊ KONSER

Aydinlar ku dê 12’yê Sibatê de ji bo nasandina albûma xwe dê li Navenda Çanda Bajar a Şîşliyê konserekê bide di dawiyê de wiha axivî: “Deriyê me ji heval, rêheval û canan re vekiriye. Lê bila dijminên me neyên. Hunermendek di heman deme de şervanên gelê xwe ye jî. Ez ê di konserê de strana Cizîrê jî bixwînim. Het ji me bê û zimanê me diğere em ê bêjin.”

Sadiye Eser - dîhaber