1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. 'Ji qetlîamên jinan re edî bes e'
'Ji qetlîamên jinan re edî bes e',ji,qetlîamên,jinan,re,edî,bes,e

'Ji qetlîamên jinan re edî bes e'

A+ A-

Yekîtiya Jinên Sosyalîst, bal kişandin ser kuştinen jinan û diyar kirin ku, li her derê cîhanê qetliyama li ser jinê ji deste sîstema desthiladaran a zilaman pêk tê û dive hemû tevgerên jinan li dijî tundiyê dest bidin hev. YJS'ê got ji qetlîama li ser jinan re edî bes e.

Yekîtiya Jinên Sosyalîst (YJS), derheqê qetlîyama jinan de daxuyaniya nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku jin li Tirkiyê, Europa û li her derê cîhanê bi heman hinceta tên kuştin û dive tevgerên jinan li dijî kuştinan jinan tekoşînî bi piştevanî bidin. YJS'ê destnîşan kir ku li Tirkiyê piştî hikûmeta AKP'ê buyî îktîdar kuştinên jina zedê buye û her roj 5 jin têne kuştin û wiha got: "Jinên li her derê cîhanê tên kuştin ji aliyê zilam ve tên kuştin. Zagona sistema kaptalîzmê jî zilam diparêz e. Ji ber ku dewlet û sistem ji ya zilaman e. Ji ber vê jî divê em li dijî sîstema dijmenê jinê têkoşînek xurt bikin."

Di daxuyaniyê de hate xwestin ku hemû tevgerên jinan li dijî tundiyê dest bidin hev û gotin: "Ji qetlîama li ser jinan re êdî bes e." DÎHA (dt/mae)