1. Hemû Nûçe

  2. Lêkolîn

  3. Ji qirkirinê ber bi xweseriyê ve seruvena azadiyê
Ji qirkirinê ber bi xweseriyê ve seruvena azadiyê,ji,qirkirinê,ber,bi,xweseriyê,ve,seruvena,azadiyê

Ji qirkirinê ber bi xweseriyê ve seruvena azadiyê

Ji qirkirinê ber bi xweseriyê ve seruvena azadiyê (Dosye)

A+ A-

ABDURRAHMAN GOK
 Li Surîyê ku nufûsa wê ji 22 milyon kesan pêk tê 3 milyonên wê kurd in. Kurd di nava nufûsa Sûrî de ji sedî 15 cih digirin. Kurdên Rojava ji roja aloziyên ku li Sûrî dest pê kiriye û heya îro bi hawakî rêk û pêk xebatê xwe bilindtir kirine. Kurd ji bo înşakirina Xweseriya Demokratîk jî bênavber xebatê xwe dimeşînin. Li herema Cizîrê ji Dêrika Hemko heya Serêkaniyê'ye û dîsa li Heleb, Efrîn û Kobaniyê Meclisên Gel hatine ava kirin û di bin baneyên van de li gelek deveran saziyên ziman, çandê, dibistan, dadgeh, jin, ewlehî û pîşeyên kar hatine damezirandin. Kurdên Rojava her wiha sînoran bi Yekîneyên Parastina Gel (YPG) nav bajêran jî bi hêzên asayişê yên sivîl diparêzin. 

Di nava 40 milyon nufûsa kurd ku di navbera Tirkiye, Îran, Iraq û Sûrî'de hatiye parçekirin heya îro parçeyê ku herî balnekişandiye Rojava ye. Li Surîyê ku nufûsa wê ji 22 milyon kesan pêk tê, 3 milyon kurd dijîn. Ev jî ji sedî 15 nufûsa Sûrî ye. Kurdên Rojava bi gelemperî di sînorê Tirkiyeyê de dijîn. Dîroka kurdê Sûrî jî nêzî hezar sal heye. Bajarê Şam û Heleb di serî de kurdê ku li Sûrî bi cih bune piraniyên wan li hember Seferên Xirîstîyan'an (Haçlı) şer kirine. Piştî van seferan ku hin alimên kurd yên Misilman jî li vir bi cih bune hejmara kurdan her çuye zêde buye. Bi taybetî di dema Selahaddinê Eyyubî de li Şamê hejmareke hêja ya kurda hebû. Di dema Eyyûbî û Memlukiyan de jî kurdan di rêveberiya Şam û Helebê de cih girtine û bi qenderê 400 salî di rojhilata navîn ku di bin serweriya Osmaniyan de bû hebûna xwe domandine. Di navbera kurdê ku li derdora Şam û Helebê, li başûrê Hatay Çiyayê Kurdan (Cebel-i Ekrad), Efrîn û herema ku ji Dêrika Hemko heya Serêkaniyê ku wek Cezîre tê bi nav kirin belav bûbûn û Tirkiye de sînor jî tunebûn. Bi têkçûna Osmaniyan di Şerê Cîhanê yê 1'emîn de dema ku nexşe hat guhertin Surî jî kete bin îşgala Frensiya. Di encamê de kurdê ku li heremê dijiyan ji Osmaniyan qetiyan. Bi Peymana Lozan re jî sînor di navbera kurdê Tirkiye û Sûrî de hatin ava kirin û bi vî hawayî kurd ji hev belav kirin. Ji ber ku sînor wek riya demir ku ji hêla Elmanan ve ji bo şer hatibû çêkirin esas hat girtin, ji aliyê Sûrî re Binxet, ji aliyê Tirkiyeyê re jî Serxet hat gotin. 

Salên 1920'an

Di salên 1920'an de serhildanên kurdan jî her ku çû zêde dibûn. Di sala 1927'an de li Bêrûdê Cemiyeta Xoybun kurdên Cezire, Şam û Helebê anî cem hev. Di nava damezrînerên Xoybun de endamên kevn yên Cemiyeta Teali a Kurdistan, zarokên Şêx Seîd, neviyên Bedîrxan Beg û Cemilpaşazade jî hebûn. Hedefa Xoybûn avakirina dewleteke kurd î serbixwe bû. Xoybûn ji ber vê yekê di navbera 1927 û 1930'yan de di serhildana Agirî de jî cih girt. 

Xwesteka kurda a xweseriyê hat redkirin

Di van dema de Frensa jî ji bo ku li Sûrî serdest be û bi bandor be polîtîkaya parçekirin û birêvebirinê dimeşand. Di serî de Lubnan ji Surî qetand û Bêrûd kir paytexta Lubnan. Di erda Sûrî de jî li Şam û Helebê yek Nuseyrî (Malbatên Ereban) û yek jî ji bo Durziyan 2 dewlet ava kir. Pişt re ev her 2 dewlet bi binavê Federasyona Sûrî kirin yek. Di sala 1925'an de jî navê dewletê bû Sûrî. 5 parlamenterên kurd ku di Meclisa Sazûmankariya Sûrî de cih digirtin di 
1929'an de ji bo ku li herêmên kurdan xweseriya îdarî hebe serî li Firensiya dan. Lê Frensiya bi hinceta ku kurd wek Elewî û Durziyan ne hindikahiyeke olî ne ev xwesteka wan red kir. Di 1938'an de kurdan ji bo xweseriyê cardin serî li Qomiseriya Bilind a Frensiya dan lê vê carê jî ji ber gengeşiyên ku li welêt dest pê kiribûn Frensiya dest danîbû ser rêveberiyê û ev yek jî bû sedema durxistina kurdan ji rêveberiyên herêmî. 

Weşanên kurdî hatin qedexe kirin

Piştî Şerê Cîhanê yi 2'yemîn dema ku Sûrî serxwebûna xwe îlan kir kurdan jî piştgirî dan Hukûmeta nû. Kurdan heya roja ku ereb tev di bin baneyê Yekîtiya Komara ereban de hatin civandin piştgirî dan Hukûmeta nû. Lê piştî ku netewperestên ereb qewî bûn û weşanên kurdî bi hawakî fermî hat qedexe kirin di navbera kurdan û rêveberiyên de jî têkilî qut bûn. Bi dawîbûna Yekîtiya Komara Ereban re Komara Sûrî ava bû û di vê demê de rewşa kurdan hê xirabtir bû. 

Di herema kurdan de xwestin Komara Ereb ava bikin

Di 1963'an de li Sûrî di dema Partiya Baas de rewşa kurda xirabtir bû. Rejima Baas kurdên ku li herema Cizîrê dijiyan xwest li nav Sûrî belav bike û li hember vê jî ereban li cih û warê kurdan bi cih bike. Bi vî hawayî xwest di herema kurdan de Kamara Ereb ava bike. Lê ev plan bi berxwedana kurdan re rû bi rû ma û Hukûmeta Baas neçar ma ku hindik be jî bi paş ve gav bavêje. Ji ber ku Hukûmetê Kemera Ereb ava nekir û her kû çû zext û zordariyên li ser kurdan zêde kir û xwest jiyanê li wan heram bike. Weşanên kurdî ji binî hatin qedexe kirin, axaftina kurdî qedexe kirin, navên heremên kurdan guherandin erebî, nasnameyên kurdan betal kirin û nêzî 300 hezar kurd ji temamê mafan mirovahî jî men kirin. Rejima Sûrî di sala 1963'yan de Fermana Îsleheta Şerqî ya Tirkiye ji xwe re wek çavkanî girt û bi 12 xalan xwest qirkirina kurda bixwe miriyetê. Yek ji van xalan valakirina cihê kurda û bicihkirina ereban û, yek bê nasname hîştin û yek jî bişavtin bû. Ji ber vê yekê li hember bendava li hember Çemê Firatê wek hincet nîşan da û bi sedema ku erdên ereba di bin avê de maye xwest li axa kurdan ereba bi cih bike. Di wê demê de di navbera 2 gundê kurdan de 2 gundê ereban ava kir û xwest kû têkiliyên navbera kurdan qels bibe û bi vî hawayî têk biçin. Hê jî le heremê kurda ev erebên ku wek Mexmûrî tên binav kirin pir in. Polîtîkayên rejima Baas yên li hember kurdan piştî salên 2000'î hê jî girantir bûn. 

Li hember kurdan qetlîam!

Di gel evqas zext û zoriyan jî kurdan tu car ji berxwedana xwe baş ve gav neavêtin. Ji ber vê yekê jî rejima Baas dem dem qetlîam xistin miriyetê û bi vî hawayî xwest kurdan çavtirsî bike. Di 13'yê Mijdara 1960'î de bi sedan zarokên dibistana seretayî ku li Sînemaya Amudê hatibûn civandin şewitandi. Di encama şewata bi pilan de hêjî hêjmara zarokê ku şewitîne tam ne diyar e. Lê gelek çavkanî diyar dikin kû nêzî 300 zarokên kurd di wê şewatê de jiyana xwe ji dest dane. Hema bêje ji her malbateke ku li Amûdê dijiya zarokek şewitîbû. Dîsa di 23-24'ê Adara 1993'an de li Girtîgeha Hesekî, piraniyên wan siyasetmedar 65 kurd xistin odeyekê û agir berdan girtîgehê. Di encama vî agirî de jî 65 kurd jiyana xwe ji dest dan. 

Komkujî Qamişlo

Di 11'ê Adara 2004'an de jî li Qamişlo di navbera tîma futbolê ya kurda Cihad û ya ereba Fituwe (Ciwan) de musabeqeyek hebû. Ji bo temaşekirina maçê ji Dêrika Hemko, Tirbespî, Sarêkaniyê û Amudê gelek kurd hatibûn Stadyûma Şaredariya Qamişlo. Lê polîsên ku her neferên kurd ji serî heta binî lêgerîn kir, neferên ereb jî tevî çek, kêr û kevira berda nava stadyûmê. Piştî demekê alîgirên tîma ereb kû ji Dêrezor hatibûn dest bi dirûşmên wek "Helebçeya duyem li benda we ye", "Bijî Sedam bimre rêberên kurd" avêtin. Ev dirûşm rastî bertekên kurdan hatin. Piştî aloziyê polis ji navbera kurda û ereba derketin û ereban bi kêr û çekan êrîş birin ser kurdan. Di encama şerê ku leşkera jî mudaxeleyî kurda kir de 8 kes jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn. Roja din di serî de li Qamişlo û hemû cihên ku kurd lê dijiyan xwepêşandanên mezin pêk hatin. Serhildan heya 21'ê Adarê domiyan û van serhildanan ew roj tovê yekîtiya kurdan jî avêt. 

Tovê yekîtiyê bi dirûşma 'Kurdistan yek parçeye Qamişlo Helepçe ye' hat avêtin

Serhildana ku li temamê bajêr, navçe û gundê kurda belav bû bi hawakî xwezayî kurd û partiyên kurda tev anîn cem hev. Ev yek jî rê li ber polîtîkayên dewletê yên ku xwest qetlîamên mezintir bike girt. Dirûşma 'Kurdistan yek parçeye Qamişlo Helepçe ye' ku ew roj ji hêla gel ve hat avêtin bu tovê yekîtiyê. Ev tov îro hilberînên xwe dide. 

Partiyên kurd bûn yek 

Piştî serhildanên 12'ê Adara sala 2004'an, hêzên Esed hewl da ku li bajarên kurd lê dijîn hebûna xwe hîn zêde bide hîskirin. Hema bêje heta gundan hêzên leşkerî hatin şandin. Di Adara 2011'an de, dema li Suriyeyê bûyeran dest pê kir jî, kurdan ku ev demek dirêj bû amadekarî dikirin, xebatên xwe yên xweseriya demokratîk bi awayekî aşkera domandin. Bi vî rengî kurdan dibistanên xwe vekirin, meclîsên gel ava kirin û ji bo ku xwe biparêzin komîte çêkirin. Kurdan her wiha dest bi çinandina berhema tovê yekîtiyê ku di sala 2004'an de avêtibû kirin. Di navbera Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê ku hêza herî mezin Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) jî di navde ye û Meclîsa Netewî ya Kurdên Suriyeyê de, di 11'ê Tîrmehê de peymaneyek hate îmzekirin. Di encama vê peymanê de partiyên kurdan biryar girt ku hêzên xwe bikin yek. Her du meclîsan hewldan û bûyerên ku li welat gengeşiyê zêde dikin mehkum kirin û diyar kirin ku ew dixwazin rejîma Baas bi rêbazên aştiyane têk biçe. Di çarçoveya peymanê de piştî demekê Desteya Bilind a Kurd hate avakirin. Konseyê, "wekî gel qebulkirina kurdan, di makezagonê de pênasekirin û mîsogerkirina mafên kurdan" wekî xetên sor ên kurdan diyar kirin. Ji ber vê yekê jî di 29'ê Tîrmehê de tevlîbûnek gelekî zêde ji bo çalakiyan çêbû. Di çalakiyên ku zêdetirî milyonekê welatî beşdar bûn de, peyama "Desteya Bilind nûnera me ye" hate dayîn.

Desteya Bilind a Kurd îradeya siyasî ya kurdên Suriyeyê temsîl dike 

Desteya Bilind a Kurd ku ji 10 endaman pêk tê, wekî îradeya siyasî ya kurdên Sûrî tê dîtin. Her endamek desteyê ji partî û rêxistinên cuda ye. Di dema avakirina desteyê de, her çiqasî di navbera hinek rêxistinan de ji bo diyarkirina endaman nîqaş derketibin jî, Desteya Bilind niha ji aliyê hemû rêxistinan ve tê qebûlkirin û sazûmana siyasî ya herî mezin e. Di bin banê desteyê de 3 komîteyên girîng hatine avakirin û xebatên xwe dimeşînin. Di komîteyên siyasî, parastin û karên derve de hemû rêxistin têne temsîlkirin. Ji bilî Komîteya Karên Derve, di bin banê komîteyên din de, komîteyên herêm û bajaran hatine avakirin. Ev komîte jî bi şev û roj dixebitin. 

Herêma bi xêr û bereket Cizîr 

Li herêma Cizîrê ku ji Dêrika Hemko ya li sînorê Tirkiye û Herêma Kurdistana Federal destpê dike û heta Girkê Legê, Tirbespî, Qamişlo, Amudê, Dirbesiyê û Serêkaniyê dom dike, qadek rast a bi hezaran hektar zevî heye. Li ser vê axa ku gelekî bi berhem e, genim, ceh, nîsk, nok, pembo, garis û gelek cureyên sebze tên çandin. Herêm di warê çavkaniyên binerd de jî gelekî dewlemend e. Bi taybetî li herêmên Dêrik, Girkê Legê û Tirbesipiyê bi hezaran bîrên neftê û santralên gazê hene. Endezyarên ji Kanadayî û Çînê ku di van bîrên neftê de dixebitîn, bi destpêkirina bûyeran re, ji herêmê çûne. Lewre jî li gelek bîrên neftê xebat rawestiyan e. Ji ber ku herêm wekî herêma çandinî û neftê ye, çavên hemû hêzan li vir e. Nefta ji herêmê tê derxistin, dibin bajarên Sûrî û li wan deran tê safîkirin. Ji ber ku ji ber şerê didome, gaz û benzîn paşde nayê herêmê, di destpêkê de pirsgirêkên cidî dihatin jiyandin. Lê piştî ku li herêmên kurdan gel rêveberî girt destê xwe, pirsgirêk jî daketine asta herî jêr. Heta 2 meh beriya niha, li ber cihên benzinê yên li ser riyan û navenda bajaran rêzikên dirêj ên wesayîtan hebûn, lê bi rêveberiya gel re, hema bêje ev rêzik xilas bûne. Welatiyên ku wesayîtên wan hene, bi fîşên ku ji meclîsên gel girtine diçin îstasyonên benzînê û dîsa dibin kontrola peywîrdarên Meclîsa Gel de, benzîn û mazotê digirin. Di mijara gaz û benzînê de pirsgirêk li ber çareseriyê ye. Pirsgirêka mazotê jî, ji ber ku herêm cihê çandiniyê ye û pêdivî zêde ye, li hinek cihan didome. 

Pêla ku ji Kobanê destpê kir!

Pêvajoya ku di 19'ê Tîrmeha 2012'an de li Kobanê bi bidestxistina avahiyên fermî ya ji aliyê kurdan ve destpê kir, bi carekê li bajarên din ên kurdan belav bû. Kurdên ku birêxistinkirinên xwe çêkiribûn, li hemû bajaran bi armanca parastinê ketin nava tevgerê. Bi vî rengî gel nehişt ku pevçûnên li herêmên ereban tên jiyandin, li herêma wan belav bibe. Di dema ku gel rêveberî girt destê xwe de jî, tu pevçûn neqewimîn û tu kesekî jiyana xwe ji dest neda. Li herêma ku hêzên leşkerî yên Sûrî lê hebûn jî, hêzên ewlehiyê tu astengî dernexistin. Gel jî, tu zirar neda van hêzan endamên ewlehiyê yên ku ji ber ewlehiya canê xwe nexwestin biçin bajarên wekî Raka, Humus û Helebê jî wekî mêvan hatin qebûlkirin. 

Sînor û bajar ji aliyê hêzên YPG'ê ya saziya gel ve tên parastin 

Li herêmên kurdan hem ewlehiya sînoran hem jî ewlehiya nava bajaran, ji aliyê hêzên kurdan ve tê pêkanîn. Ji Dêrika Hemko heta Serêkaniyê hemû sînorê Tirkiyeyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) diparêzin. Hêzên YPG'ê li van deran hem pêşiya provokasyonan hem jî pêşiya kesên bi vê armancê dixwazin derbasî bajarên kurdan bibin digire. Ji bilî van hêzên ku bi temamî ji gel pêk tên li navenda bajaran jî, hêzên asayîşa gel ewlehiyê pêk tînin. Ev hêzên hanê, ji bilî karên rojane, di demên pêwîst de çekên xwe digirin û diçin peywîrê. 

Li hemberî Ocalan hezkirinek mezin heye 

Li tevahiya bajarên kurdan, welatî hezkirina xwe ya ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan venaşêrin. Ji 7 salî heta 70 saliyê hemû kes dibêjin ku wan ji Ocalan ku heta sala 1998'an li Suriyeyê ma gelekî ders girtine û ev rêxistinbûna wan jî bi saya wî ye. Welatî her wiha destnîşan dikin ku şoreşa li Rojava jî encama têkoşîna 30 salan e. Ji ber vê yekê kurdên li Rojava, hem li malên xwe hem jî di meşên tevlî dibin de, posterên Ocalan vedikin.

DÊRIKA HEMKO Dêrika Hemko ku ji hêla rejima Baas ve navê wê wek El Malikiye hatiye guhertin ji sedî 95 di destê gel de ye. Dêrika ku ji hêla petrol û gazê ve pir dewlemend e sedemeke ku gel ji sedî 100 rêveberiya bajêr nexwistiye destê xwe heye. Petrola li vê herêmê tê derxistin li herêmê ereba tê safî kirin û pişt re wek mazot û benzîn li van bajarên din tê belav kirin. Ji bo ku gel di pêdiviyên xwe de tengezarî nekişîne jî Meclisa Gel serî li rêbazeke bi vî hawayî daye. Li Mala Gel runiştekên heman reng bal dikişînin û em hîndibin ku dema Mala Gel ava buye ev rûniştek ji hêla Xiristiyanên li bajêr dijîn ve hatine diyar kirin. Ev yek jî diyar dike ku li navçeyê kesên ne kurd jî piştgirî didin kurdan. 

Dêrika Hemko ya ku ji hêla rejimê ve navê wê wek El Malikiye hatiye guhertin 90 kilometre li rojhilatê Qamişlo ye. Sînorê vî bajarê kevnar hem digihîje Tirkiyeyê hem jî digihîje Herema Federal a Kurdistan. Dêrik, di navbera çiyayê Cûdî û Qereçox de li qiraxa Çemê Dîcle ye. Bi gunda re nêzî 80 hezar nufûsa wê heye û navê xwe jî ji dêra herî kevnar a dîrokî yî bi navê Dêra Meryem a Edra digire. Di gel vê dêrê 4 dêrên din jî hene. Bajêr di gel ku nû ye jî lê li ser axeke dîrokî hatiye ava kirin. Li rojhilatê bajêr Zaxo, li rojava Tirbespî, li bakûr Cizîra Botan û li başûr jî Tilkoser heye. Di dema Frensiya de ev der wek Dîcle dihat binav kirin. Ji sedî 95 axa wê rast e û çiyayê Qereçox jî tenê hezar metro bilind e. Li Deşta Dêrikê yî bi xêr û bereket nebatatên wek genim, ceh, nîsk, nok û pembo tên çiyandin. Demekê li vir baxên tirî jî pir bû ne lê niha çavê tu kesî li baxa nakeve. Dîsa herêma Dêrik bi penêrê sîrik yên koçera jî tê nasîn û lewma heya mirov digihîje Qamişloyê li kêleka rê mirov rastî gelek kon û pezê koçera tê. 

Di her bihostek axa wê de petrol heye

Bi navê Girêvira, Çilaxa, Borzê, Şêbanê û Başotê 5 bendav li Derîk hatine ava kirin. Dêrik ji hêla cewherên binerd ve jî dewlemend e. Li herêma Dêrik bi hezaran bîrên petrol û gazên hene. Petrola Surî sedî 75 ji Qereçox, Girkendal, Girêsor, Banê Şikefta, Hemze Beg, Besta Sûs, Tepkê, Xaneserê, Sêmalkê, Girzîro, Girkêdijwêr, Erûl, Quldûman, Tilxenzîr, Kehlê, Girkê Hêwil, Siwêdî, Giresorê Feqe, Şêro, Rimêlê, Mirca, Rimêla Şêx tê derxistin. 

Piştî plana Kemera Ereb erdên kurda yên bi bereket pêşkêşî ereba kirine

Di 1962'yan de dema projeyên li dij kurdan ketine miriyetê û dîsa plana ku ji hêla Mihemed Talib Hîlal ve bi navê Kemera Ereb xistin meriyetê xwestin erdên kurda tev ji destê wan derxin û pêşkêşî ereba bikin. Li gelek cihan bi di bin baneyê vê projeyê ereb bi cih jî kirin. Dêrika Hemko jî ber ji hêla stratejîk û cewherê sererd û binerd de dewlemend bû hedefa rejimê yî yekem bû. Di encama vê projeyê de milkê gelek malbatan ji destê wan hat derxistin û erebên ku wek Mexmûrî tên binav kirin li van dera bi cih kirin. Gelek malbatên kurd jî koçber kirin û ji bo bişivandinê li bajarê ereba bi cih kirin û gelek jî bê nasname hîştin. 

Li 3 riyên bajêr noqteyê kontrolê danîne

3 riyê girîng di Dêrikê de derbas dibin. Yek ji van ber bi Qamişlo, yek ber bi Êndîwer yek jî ber bi Zihêriyê ve diçe. Gundê Êndîwer ji ber ku li qiraxa Çemê Dîcle ye bi gelemperî mehên havîna bi sedhezaran kes diçin seyranê. Ev her 3 riyên girîng niha di bin kontrola hêzên sivîl yên asayişê de ne. Di ketin û derketina bajêr de bi bariyeran noqteyê lêgerînê hatine ava kirin û dibin alê TEV-DEM'ê de wesayitên biyanî piştî di lêgerînê re tên derbas kirin riya xwe didomînin. 

Ciwan vegeriyan Dêrikê

Beriya ku buyer li Surî dest pê bikin ji Dêrikê gelek ciwan bi sedema kar koçî bajarê wekŞam, Heleb, Humus û Lazkiye kiribûn û li van deran ji bo debara xwe bikin di karê giran de dixebitin. Lê ji Adara 2011'an û vir ve hema bêje ciwan tev vegeriyan e Dêrikê û niha pêşengiya şoreşê dikin. 

Sazî tev di bin baneyê Meclisa Gel de xebatê xwe dimeşînin

Kesên em bi wan re diaxivîn tevan diyar dikirin ku Dêrik ji berê ve, li nasname û hebûna xwe xwedî derketiye. Ji ber vê yekê ye piştî gel li Kobanî rêveberî xiste dest, Dêrik ji bi hêza xwe ya ji mêj ve amade kiribû bersiv da Kobaniyê û rêveberiya gelek saziyên dewletê xiste destê xwe. Îro saziyên li bajêr ên wekê nexweşxane, qeymakamtî, miduriyeta nufûsê, avahiya polîsan, dadgeh, girtîgeh, dibistan û şaredarî û hrw. girêdayê Meclîsa Gel xebatan dimeşînin. 

Li Dêrikê bi navê Şehîd Bawer dibistan hate vekirin

Li bajêr Navenda Çanda Ereb, kirine Navenda Çand û Hunerê; cihê leşker li wir dimîn in kirine Mala Gel; qereqola leşkerî kirine avahiya asayîşê; navenda polîsan zivirandine Dadgeha Gel, ragihandin û navenda Konfederasyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz. Her wiha navê qadeke bajêr danîne Azadî. Navenda Perwerdehî û Zanistiya Jin a Şehîd Sozdar û navendên perwerdehiya kurdî jî demek dirêje xebatên xwe dimeşîn in. Navên hin dibistanan jî hatine gûherandin û li van dibistana dê tenê perwerdehiya kurdî bê dayin. Ji van dibistana yek ku di dema rejimê de navê wê Rifet buye bi navê "Dibistana Pakrewan Bawer" hatiye guherandin. Bawer, dema roja rêveberiya Dêrikê kete destê gel di encama gulebarandina hêzên Esed de jiyana xwe dest dabû.

Dêrê rûniştang diyarî Mala Gel kirin

Herî zêde rûniştangên li salona konferansa Mala Gel bal dikşîn e. Dema me pirsa "Gelo ev ne rûniştangên Dêrê ne?" kir bersiva "Erê rast e rûniştangên Dêrê ne. Dema me Meclîsa Gel vekir birayên me yên Xirîstiyan ev rûniştang diyarî mala gel kirin" hat dayin. Ev jî dide nîşandan ku Meclîsa Gel ji hêla Xiristiyanên ku ji sedî 15 yên bajêr pêk tên ve tê pejirandin. Ji xwe ji gelên Xiristiyan û ereban jî endam di nava meclîsê de cih digirin. Dîsa hemû amûrên di Mala Gel de ji diyariyên gel pêk tên. 

Hêzên ewlehiyê mêvanên kurdan e!

Berê di bajêr de nêzî 600 peywirdarên ewlehiyê hebûn niha jî tenê 100 peywirdarê girêdayê Esed hene. Ew jî nikarin ji qereqolên xwe derkevin. Dema dixwazin derkevin derveyê qereqolê jî divê armanc û dê heta ku herin ji Meclîsa Gel re ragihîn in. Hin fermandar û leşker jî ji ber ewlehiya canê wan nîn e nikarin vegerin Hûmûs û Şam ê. Ji ber vê yekê heta ji bo çareseriyek bê dîtin dixwazin wek mêvanên kurdan li Dêrikê bimînin û li ser vê daxwazê jî bi awayek bê çek li bajêr dimîn in. Dema me xwest em bi wan re bi axifîn jî tenê dibêjin "Em mêvan in." Kesên dawî yên li bajêr ma ne yên girêdayên rejîma Esed ku nexwestin rûyê wan neyê kişandin û navên wan aşkere nebe, diyar kirin ku ji roja kurdan rêveberiyê xistiye destê xwe heta niha tu muameleyek nebaş li wan nehatiye kirin. Ji ber vê yekê ye ew dixwazin heta demek li vir bimîn in. 

Çeto: Sedî 80 Dêrik ji kurdan pêk tê

Mirov dikare kêfxweşiya şoreşê di çavên Cigirê Serokê Meclîsa Gel a Dêrikê Hacî Çeto ku bavê wî di têkoşîna kurd de jiyana xwe ji dest da ye de bibîne. Dema qala Dêrikê dike bi fikara "gelo min tiştek ji bîr kir ?" tev digere û di nava pirsên me dipirsî de jî qala hin mijarên cûda dikir û berfirehî vedigot. 

Çeto, da zanîn ku bajêr û gundên girêdayê wir ji sedî 80 kurd, ji sedî 15 xiristiyan, ji sedî 5 jî ereban in. Çeto, destnîşan kir ku beşek ji ereban nêzî 100 sal berê ji ber sewalkarî dikirin hatine heremê û beşek jî ji hêla rejima Beasê ve wek e Mexmûrî di salên 70'yî de li heremê hatine bi cihkirin. Çeto, anî ziman ku berê tenê 2 eşîrên bi navê Semmare û Serabî hatine heremê. Çeto, derbirî ku ev kes pir nêzî wan in; lê erebên ku ji hêla rejîm ve li ser axa kurdan hatine bi cih kirin hê jî alîgiriya Esed dikin. Çeto, diyar kir herema Berav li qerexa Çemê Dîcleyê ye û piraniyên niştecihên vêderê ji ber sînorê Herêma Kurdistan a Federal û Tirkiye nêz e bazirganiya sînor dikin. Çeto, da zanîn ku hemwelatiyên li vir pir bi çandiniyê re mijûl nabin. Çeto, destnîşan kir ku ji ber qadek teng tên çandin dewletê jî bi dehan sal berê cihên derveyê çandiniyê tev dewrî xezîneyê kiriye û piştr jî ev axa bi bereket daye erebên ku wek Mexmûrî tên bi nav kirin. 

'Lê Dêrikê rejim zû bi zû nexwest dev ji saziya berde'

Çeto diyar kir ku hin derdorên ku di salên 70'yî de zeviyên wan ji destê wan hatibûn derxistin di destpêka buyerên Sûrî de xwestin e cardin zeviyên xwe ji ereba bisitînin û wiha got: "Lê em li hember vê yekê derketin. Heya gelê kurdê rojava statuyekê bi dest nexe divê mirov nekeve nava hewldanê bi vî rengî. Hin derdora bi vî hawayî xwestin yekîtiya me xirab bikin. Ji ber ku Dêrik bi erdnîgariya xwe dewlemend e çavê herkesî di vir de heye. Barê aboriya dewletê jî bi gelemperê li ser milê vê heremê ye. Ji ber vê yekê dewletê nexwest zû bi zû Dêrikê terk bike. Me dema Dêrik bi dest xist me şehîdek jî da. Hevalê me Bawer Dêrikî şehît ket."

Çeto bilêv kir ku li Kobanî, Efrîn û Dêrik ji sedî 95 sazî di destê gel de ne û wiha pêde çû: "Me ji ber pêdiviyên gel nexwest bi temamî berdin hêzên rejimê. Ger me bi temamî rejim ji vir derxistana pêdiviyên gel yên mazot û benzînê dê bihatana asteng kirin. Ev berhemên petrolê di destê rejimê de ne û di rewşeke wiha de dikare van qut bike. Lê gaz û refîneya wê di destê me de ye. Di vî warî de tengezarî tune. Dîsa ceyran bi gazê dê çêkirin di vî warî de jî pirsgirêk tune. Her wiha niha bi qenderê ku 3 sala têra me bike genimê me heye. Firinê me jî di nava bajêr de ne û di destê gel de ne."

Di Meclisa Gel de ereb û xirîstiyan jî hene 

Çeto daxuyand ku di Meclisa Gel de 111 kes hene û di nava van de ereb û xirîstiyan jî hene û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Meclisa Gel di 270 gundê ku girêdayê Dêrikê de jî meclis û komîte ava bûye. Ji van gunda ji sedî 80 meclisên xwe ava kirine û li gundê din jî xebat berdewam dike." Çeto bilêv kir ku ji ber ku ji 2 salan carek Meclisê Gel xwe nû dikin ew di wê baweriyê de ne kû dê di serdema nû de pirtir erep û xirîstiyan di meclisê de cih bigirin.

GIRKÊ LEGÊ Girkê Legê ku navê wê wek El Mabeda hatiye guhertin berê gundekî Dêrika Hemko bû. Lê ji ber bîrê petrolê û Rimêlana ku karker, endezyar û memûrên petrolê lê bi cih kirine Girkê Legê jî bi carekê re mezin buye. Niha nêzî 20 hezar nufûsa Girkê Legê heye. Li Girkê Legê ji xwe hindik saziyê dewletê hene û ev jî dema Dêrika Hemko rêveberî xistiye destê xwe komîteyê amade li vir jî dest danîne ser saziyên dewletê. Dîsa Li Tirbespî navnîşana çareseriya pirsgirêkê gel ji niha ve buye Meclisa Gel. 

Girkê Legê ku ji hêla rejima Baas ve navê wê wek El Mabeda hatiye guhertin heya çend sal berê jî gundekî girêdayê Dêrika Hemko bû. Lê îro ji ber navenda petrolê Rimêlan bi carekê re mezin buye û buye wek bajarekî. Niha nêzî 20 hezar nufûsa Girkê Legê heye. Li Girkê Legê taxeke ereba heye û ev ji Mexmûriya cuda kesên ku ji bo kar hatine li vir bi cih bûne. Dîsa li her 2 aliyê bajêr 2 gund hatine ava kirin û li van gundan erebê Mexmûrî hatine bi cih kirin. Li Girkê Legê tenê malbateke mesîhî heye Dîsa li ser riya Qamişlo li milê çepê Rimêlan heye. Ev der demo mirov lê dinihêre mirov dizane ku kesê lê rudinin tev alîgirê dewletê ne. Lewra derdora wê bi dîwar û têlên dirî hatiye dorpêç kirin. Li vî cihê ku jê re dibêjin Rimêlan karkerên ereb ku ji Tartus û Lazkiye anîne dijîn. Berî ku buyer dest pê bikin endezyarên Qanada û Çînî jî li vir dijiyan lê piştî buyeran Sûrî terk kirine. 

Bîrê petrolê û mal di nav hev de ne

Girkê Legê li derdora Dêrik cihê herî zêde petrol lê tê derxistin e. Ev yek bi çava jî tê dîtin. Li hin cihan 5-6 birên petrolê di kêleka hev de hatine vekirin. Li vê herêmê dîsa gaz jî tê derxistin. Ji ber vê yekê jî ev bajarê biçûk wek paytexta aboriya Sûrî tê bi nav kirin. Ji bilî petrol û gazê cewherên wek kukurt û fosfat jî li vê herêmê heye lê wek petrolê nayê derxistin. Berê pembo, ceh, nîsk û nok jî li vê derê pir dihatin çiyandin. Lê van salên dawî ji ber ku dewlet vekirina bîrê avê qedexe kiriye di hilberînên ziraatê de jî başveçûn heye. Li Girkê Legê tê diyar kirin ku zeytûn û gelek tişt tên çandin. Lê dewlet destûr nade ku li herêmê kurdan darê fêkî û zeytûnan bê çandin. Digel qedexeye jî hin gundên başûrê Girkê Legê darê zeytûnan danîne. 

'Li Girkê Legê, ji bilê daîreya avê, ceyranê û şaredariyê saziyê dewletê tune ne'

Dîsa ji ber ku di salê borî de petrol û gaz ne li gora qanûna hatiye derxistin ji hêla tendûristiyê de jî gelek pirsgirêk peyda bune. Li hin gundan hejmara kesê bi nexweşînên pençeşêrê ketine zêde buye. Digel ku şirket qanûnan bin pê dikin û tendûristiya gel dixin bin xetereyê dewlet jî ji ber ku herêm herêma kurda ye her dem çavê xwe li ber vê yekê girtiye. Li Girkê Legê hema hema saziyên dewletê tune ne. Tenê saziya av, ceyran û şaredarî, çend dibistan hene. Ev sazî jî niha di destê gel de ne û niştecihê bajêr ji bo hemû pirsgirêkan serî li Meclisê Gel didin. 

Emîn: Dema agahiya serkeftinê ji Derîka Hemko hat em amade bûn

Serokê Meclîsa Gel a Girkê Legê Evraz Mihemmed Emîn ku bi hilbijartinê hat ser kar, diyar kir ku piştî agahiya Dêrika Hemko rêveberî xistine dest xwe û serkeftin bi dest xistin, girt, wê demê gelê Girkê Legê amade bû. Emîn, da zanîn ku piştî agahiyê gel bi lezgîn avahiyên dewletê bi dest xistin û wiha got: "Salek berê komîte hatibûn amadekirin. Ew komîte ketin nava kar. Disa hêzên parastina rewa peyvira ku diket ser milê wan bi cih anîn. Dîsa komîteyên tenduristî û paqijê hatin peyvirdarkirin. Di destpêkê de kar û peyvirên xwe bi rêk û pêk bicih anîn." 

Li Rimêlanê leşker tên bicihkirin, lê bê destûr nikarin derkevin

Emîn, destnîşan kir ku ewil hin malbatên ereb xwestin tevliheviyê derxin û hin şerên biçûk pêk hatin. Emîn, da zanîn ku berî vê yekê tedbîrên xwe girtin û ji bo pirsgirêk mezin nebin Komîteyên Aştiyê ketin meriyetê û destûr nedan ku pirsgirêk mezin bibin û wiha got: "Piştî me rêveberî bi dest xist, hêza ereban xwe da paş. Di serî de gel hem bi şev û hem bi roj li dervê bajar nokteyên lêgerînê avakirin û piştî demekê tenê bi şevê nokteyên kontrolê li ser piyan hiştin. Tu hêza leşkerî ewlehiyê ya girêdayî Esed tune. Li Rimêlanê leşker bicih kirine. Ji ber ku vir herêma petrolê ye erebên li vir tevan xwe bi çek girtine. Hêza leşkerî û sivîl nêzî hezar kesan e. Li ser vê herêmê plana her kesî heye. Hin erebên bi navê mexmûrî li vir bi çek tev digerin. Lê li gel vê yekê dîsa hêzên dewletê yên li Rimêlanê bêyî destûra Meclîsa Gel nikarin derkevin derve. Hêzên çekdarî nikarin derkevin dervê Rimêlanê." 

Gel hem sînor û hem jî navenda bajar diparêze

Emîn, daxuyand ku hêzên asayişê hem gundan û hem jî sînor diparin û wiha got: "Li herêmên sînorê Tirkiyeyê hêzên asayişê yên YPG'ê hem sînor û hem jî nava gund û bajar diparêzin. Li sînor destûr nadin ku çûk bifire. Li nava bajar ciwan û jinan xwe pir bi rêxistin kirine û xwe bi hêz kirine. Li vir gel bi derfetên xwe saziyên xwe avakiriye. Mala Gel, Navenda Zanist û Perwerdehiya Jinan a Şehîd Nejbîr û Navenda Çand û Hunerê ji aliyê gel ve hatin avakirin. Navê dibistana Medreset-ul bi navê Şehîd Abdurrahman Tahîr Şeblî guhertin û niha li dibistanê bi kurdî perwerde tê dayîn. Li bajar 200 kesên di komîteyên cuda de cih digirin xebatê dimeşînin. Li vî bajarî yekîtî hatiye avakirin. Di çareseriya pirsgirêka gel de yekitî avakirine û xwe birêxistin kirine. Di her beşê civakê de di meclisê de cih digirin. Welatî ji Dêrezor û Halepê direvin û tên vir. Ji bo ew zahmetiyê dernexin alikariya me ya ji bo wan didome. Gelek erebên ji bajarên xwe direvin tên cem me û serî li me didin. Heta niha 100 malbatên ereb hatin bajarê me. Nêzî 30 malbatan serî li me dan û yên din li cem xizmên xwe bi cih bûn." 

Bajarê Girkê Legê ku tenê ji kolanekê pêk tê, ji sedî 70 kar kêm bûye. Li gel betalî zêde ye jî ji ber rêveberî di destê gel de kêfxweşiyek heye. 

Gundên ereban jî ji ber serkeftina kurdan hesîdiyan dikin

Ewil xwestin welatiyên gundên ereban yên 10 kîlometre dûrî Girkê Legê, dibin Artêşa Azad a Sûriyê de bi rêxistin bikin. Lê ji ber ji eşîrên cuda pêk dihatin û li ser talanîyê xwe debar dikin, hêza xwe winda kirin. Erebên li vir dijîn ji ber vê rexistinbûna kurdan hesûdiyê digirin. 

Ji bo ciwan koçî Herêma Federal a Kurdistanê nekin xebat tê eşandin

Serokê Meclîsê Emîn, anî ziman ku pirsgirêka wan a herî mezin hin ciwan dixwazin biçin Herêma Federal a Kurdistanê û wiha berdewam kir: "Ev ne pirsgireka kesekî tenê ye. Hemû kes ji vê yekê bi gazinc û aciz in. Her tim pirsa kesên di rojên zor de axa xwe terk dikin û diçin, dema betelên giran hatin dayîn û statu hate bidestxistin dê bi çi rûyî bên vir. tê pirsîn. Ji ber vê yekê meclîs ji bo rê li pêşiya koçberiyê bigire bi gel re civînan pêk tîne. Lê veger jî heye. Ciwanên ku koçî herêma Federal a Kurdistanê dikin, dîsa ji ber sedemên nayên zanîn dîsa li axa xwe vedigerin." 

Bi alfabeya latîn perwerdehiya kurdî'

Serokê Meclîsê Emîn da zanin ku li bajar pirsgirêka wan a herî mezin mercên xebatên çand û hunerê ye û wiha lê zêde kir: "Ji bo ev pirsgirêk çareser bibe em di nava hewldanek mezin dene. Perwerdehiya zimanê kurdî jî bi alfabeya latînî tê dîtin. Di qada perwerdehiyê de gavên girîng hatin avêtin. 54 gund hene. Heta niha meclîsê 40 gundan heye. Bajaroka ku rejîmê navê wê wekî Cewadiye guhert me dîsa bi navê Çilaxa rast kir. Me li vê bajerokê jî meclisa xwe ava kiriye."

14 sal e 2 xwîşk di şînê de ne

Dema ku em li Girkê Legeyê digeriyan em rastî 2 jinên kurd hatin. Bêyî min çîroka wan dizanî min wêneyên wan kişandin û welatiyên li cem min gotin, "Ev her du jin xwîşkin. Dema ku Rêbertî li Şamê ev her du xwîş diçûn cem û dihatin. Ji roja Serokatî hate girtin heya niha cilên reş li xwe dikin. Heta niha tu kesî hêj nedîtine ku wan cilên bi reng li xwe kirine." Navê her du jinan Esma Murad û Eyhan Murad in. Pişt re her du xwîş bi jinên li Navenda Jinan disekînin hatin cem hev.

TIRBESIPÎ

Tê gotin navê Tirbesipiyê di sala 1965'an ji aliyê rejîmê ve hate guherîn û kirin El Qehtaniye. Tirbesipî navê xwe ji kevirên sipî yên goran digirin. Nifûsa Tirbesipiyê nêzî 20 hezar e û 100 gundên girêdayî wê hene. Weke 2 herêmên bi navê Sancak û Aliyan tê dîtin. Nifusa Tirbesipiyê ji sedî 75 kurd, ji sedî 25 erep û xiristiyanan pêk tê. Lê erepên li vir bi cih bûn ji ber bendava li ser Çemê Firatê hate çêkirin malên wan di bin avê de man û li ser axa kurdan hatin bi cih bûn û bi navê Mexmûriye tê zanîn.

Ji ber bîrên petrol gelek kes pençeşêrê ketine

Tirbesipî di navbera Girkê Legê û Qamişlo de cih digire û weke Dêrika Hemko û Girkê Legê bîrên petrolê cih digirin. Li vî bajarî nêzî 500 bîrên petrolê hene. Di 3-4 salên dawî de ji ber şîrketên petrolê yên biyanî, petrolê derdixin û ji bo ku oksîjen pêk bê daristan nayên çêkirin û ji ber vê yekê gelek pirsgirêkên tendursîtiyê yên civakî pêk tên. Ji ber vê yekê welatiyên ji vî bajarî diçin nexweşxaneyên Halep û Şamê û teşhîsa pençeşêrê tê dayîn û dermankirina wan a pençeşerê tê kirin.

Tê gotin ku ji ber şîrket zêde qezenc bikin axa vir weke berê dewlemend nîn e. Berê bajar weke depoya genim bû lê niha êdî tu genim nayên çandin. Tê gotin ku li gundê Lêlan ê bajar cihekî dîrokî yê ayîdî berî zayînî 2000 sale heye. Lê ji ber ku heta niha tu lêkolîn û hatiye parastin berhem ji aliyê qaçaxçiyên berhemevan ve hatiye talankirin.

Li vî bajari jî weke bajarên din rêveberî ket destê kurdan. Piştî bûyerên Suriyeyê dest pê kirin li Tirbesipiyê xebat bi awayekî zelal hatin destpêkirin. Ji xwe li bajar Saziya Ziman a Kurd, Mala Jinan, Navaned Çand û Hunerê û gelek navendên din xebatên xwe dimeşandin.

Li Tirbesipiyê li hemû gundan xebatên komîsyon û meclîsan bi dawî bûne û Xistiyan jî di nav meclîsên gel de cih digirin. Lê ji ber ku hemû erepên li vir dijîn Mexmûrî ne piştgiriyê didin rejîma Esed. Ji ber vê yekê heta niha di nav meclîsan de cih negirtin e. Li bajar tenê 50 hêzên rejîmê yên ewlehiyê hene. Ev jî li navendên lê dimînin dernakevin derve. Ji xwe dema bûyer derdikevin jî ev hêz tu mudaxeleyê lê nakin û dema gilî ji wan re diçin dibêjin "Herin giliyên xwe ji Mala Gel re bêjin û rabigihînin" Serokê Meclîsa Gel ê Tirbesipiyê Nureddîn Şakîr di encama hilbijartina dengan de ji serokatiyê re hate hilbijartin. Li bajar komîsyonên karên civakî, dadgeh, perwerde, tendûrîstî û mijarên din xebatên xwe didomînin.

QAMIŞLO Li Qamişlo kurd, ereb, suryani, asurî, ermeni û keldanî tevde dijîn. Qamişloya ku nufûsa wê di ser 500 hezarî re ye sedî 80 ji kurda pêk tê. Digel hemû provokasyon û hewldanên qetlîama, niştecihên Qamişlo heya îro di nava aramiyê de jiyana xwe berdewam kirine. Li Qamişlo hem asayişa nava bajêr hem jî asayişa ser sînor kurd bi rêk û pêk dikin. Li digel vê hêzê jî dîsa haydar tevdigerin. Ji 6 taxên bajêr li duduyan Malên Gel hatine vekirin û li van taxên din jî di demeke nêz de Malên Gel dê bên vekirin. Gel ji niha ve hînî malê gel buye û hemû şîkayetên xwe dibe wir. 

Nufûsa Qamişlo di ser 500 hezarî re ye. Li vî bajarî kurd, ereb, suryani, asurî, ermeni û keldanî tevde di nava aramiyê de dijîn. Ji 5 pahran 4'ê vî bajarî (Ji sedî 80) ji gelê kurd pêk tê. Ji ber vê yekê jî heya îro gelek leystok li ser Qamişlo hatine leyistin. Lê digel temamê provokasyon û hewldanên qetlîama jî ol, bawerî û gelên ku di nava aramiyê de dijîn tenê carek jî nehatine hember hev. Qamişloya ku li ser erdnîgariyek dîrokî ava buye berî di navbera Tirkiye û Sûrî de sînor bên ava kirin, li ser Nisêbîna rengin dihate hesibandin. Qamişlo di navbera Serêkaniyê û Dêrika Hemko de cih digire. 120 kilometre ji Serêkaniyê ku li rojava dikeve û nêzî 90 kilometre jî ji Dêrika Hemko ku li rojhilat dikeve dûr e. Li Qamişlo balefirgehek jî heye. Qamişloya ku wek Bajarê Evînê tê bi nav kirin ji roja avabuye û heya îro buye cih û warê welatparêzên kurd û gelek rewşenbîr, hunermend û kesayetên pîroz vehewandiye. Qamişloya ku hêjî awaza Mihemed Şêxo di kolanên wê de bilind dibe her wiha ji tirba Seydayê Cegerxwîn re jî mazûvaniyê dike. 

'Kesên nizanibe dê bêje qey Qamişlo û Nisêbîn yek bajar e'

Elektrîkên Qamişlo û Nisêbînê bi şevan ewqas tevlîhev dibe, kesê nizanibe dê bê qey her dû alî yek bajar in. Lê bi derketina rojê re têlên bi dirî yên sînor parçekirina gelê kurd bi hawakî eşkere radixe ber çava. Bi taybetî li ber goristana Taxa Hilêliyê qulubeyên leşkerê tirk ewqas nêzîk in tu kevir bavê jî wê li serê leşkeran bikeve. Dîsa çiftlikên masiyan yên Qamişlo jî di bin siya têlên sînor de ye. Dema mirov li nava Nisêbînê li Qamişlo dinihêre ala kesk û sor û zer ku li Taxa Hilêliyê li ser depoya avê ye ber biçavê mirov dikeve. Dema mirov derdikeve ser depoya avê jî bajarê Nisêbîn û Qamişlo wek yek bajarî li ber çava raxistiye. Ev bajar îro bi xeyalên rojê ku sînor ji navbera her du aliya rabe têdikoşe.

Serhildana Qamişlo ji her hêlî ve buye tecrube

Li Qamişlo her kesekî ku em pêre axifîn diyar kir ku ewan ji serhildana 12'yê Adara 2004'an ders sitendine û ew buye tecrubeyek mezin. Tê gotin ku 2004 hem ji ber ku li hember qetlîameke kurda yî mezin rê girtiye û hem jî ji bo tovê yekîtiya kurda avêtiye tecrubeyek di navxwede dihewîne. 11'ê Adara 2004'an tîma kurda a bi navê Cîhad û tîma ereba a bi navê Fituwe (ciwan) maçek li dardixin. Ji Dêrik, Tirbespî, Serêkaniyê û Amudê bi sedan kurdê alîgirê tîma Cîhad têne Stadyuma Şaredariya Qamişlo. Alîgirê kurd di lêgerîneke bi sosret de tên derbas kirin lê alîgirên ereb yên nîjadperest bi çek, satore û keviran dikevin nava stadyumê. Piştî demekê erebên ku ji eyaleta Dêrezor hatibûn dirûşmên wek "Bijî Saddam", "Bimrin serokên kurd", "Helebçeya duyem li benda we ye" berz kirin û posterên Seddam vekirin. Ev yek rastî bertekên kurda hatin. Li ser vê yekê polîsên ku di nava her dû alîgiran de bûn jî piştî demekê bi paş ve kişiyan û ereban bi çek, satore û keviran êrîşî kurdan kirin. Pişt re leşkerên ku li derdora stadyumê hatibûn bi cih kirin jî ji bo mudaxeleyê hatin stadyumê lê ewan jî tenê êrîşî kurda kirin. Ew roj 8 kurd hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn. Roja din ev êrîşa hovane û bi plan li temamê bajêr, navçe, bajerok û gundê ku kurd lê dijiyan hatin protesto kirin. Serhildan li hemû deverê ku kurd lê dijiyan belav bû. Ev serhildan ew roj bi hawakî xwezayî bûbû sedema yekîtiya partiyên kurdan jî. Lewra yekîtiyek di wan protestoya de derket pêş. Serhildana ku heya 21'ê adarê dest pê kir kurd li hev civandibû. Qêrîna kurda a "Kurdistan yek parçe ye Qamişlo Helebçe ye" jî bûbû dirûşma yekîtiyê û bu sedema çandina tovê rihê yekîtî û netewbûnê. Îro Desteya Bilind a Kurd ku li Rojava hatiye damezirandin û temamê derdorê kurd di nav de cih digirin bingeha xwe ji wê rojê digire. Lewra tovê ku di 2004'an de hatibû reşandin îro berhemên xwe daye. 

Bajêr emanetê asayişa sivîl e

Di nava bajêr de mirov leqayî leşkerê rejimê nabe. Di dema gera me yî bajêr de tenê li çarşiyê du polîsên trafîkêyî bê çek li ber çavê me dikevin. Dema em pirsa "Asayişa vê bajarî kî bi rêk û pêk dike" dikin bersiva "hêzên asayişê yên sivîl ku ji hêla gel ve hatine avakirin" didin. Lê em van kesan jî li kolanan nabînin. Ev pirsa me jî bi van gotina bersiv dibîne: "Ev hêzên sivîl tev ji gel pêk tên. Tev di kar û barê xwe de ne. Dema tiştek bibe bi carekê re tev ji karê xwe berdidin û bi çekên xwe dicivin. Em bi çavê xwe jî vê yekê dibînin. Di 3'yê Îlonê de hêzên Esed nêzî 25 ciwanên kurd bi sedema dema wan î leşkeriyê hatiye binçav kirin. Ev xeber çawa di nava gel de belav bû bi carekê re hêzên asayişa sivîl daketin kolanan û 8 polîs û leşker binçav kirin. Me jî ev yek bi çavê xwe dît. Dîsa li ser şîkayeta gel asayişa sivîl çeteyekî dizan jî li ser kar girtiye. 

Temamê netew û bawerî di nava meclisan de cih digirin

Li Qamişlo bi navê Hilêliyê, Qudurbek, Xerbî, Korniş, Anteriyê û Qenatsiwês 6 tax hene. Di nava van de heya niha li taxên Hilêliyê û Korniş Mala Gel hatiye ava kirin. Li van taxên din jî di demeke nêz de dê Malên Gel bên vekirin. Li temamê taxan piştî civînan meclis hatine hilbijartin û bi vî hawayî gel raste rast iradeye xwe nîşan daye. Li gora nufûsa gunda di nava 5 û 15 gundan de 4 navend hatine ava kirin. Li derdora Qamişlo 100 gund hene û hema hema li nêviyê van gundan meclis hatine ava kirin. Hin malbatên ereba hene ku di gundê kurda de cih digirin ew jî di nava van meclisan de cihê xwe digirin. Dîsa bi malbatên ereban yên mezin re jî hevdîtin berdewam dikin. Di nava bejêr de li taxa Qudurbek û mintikaya Aşurî (Erbewî, Bişêrî) jî kurd, ereb û xirîstiyan tevde dijîn û di meclisê taxê de jî cih digirin. Dîsa bi saziyên sivîl yên gel û netewên din re jî têkilî berdewam e. 

Li Qamişlo heya salek û 6 meh berê xebatên rêxistinî bi hawakî veşartî hatine kirin. Lê piştî li Sûrî buyer dest pê kirine gel êdî xebatên xwe aşkere û zêde kiriye. 

Meclisa Gel şev û roj dixebite

Meclisa Gel a Qamişlo di 18'yê Sibata 2012'an de hatiye hilbijartin. 300 kes di meclisê de cih digire û di nava van de ji bilî kurdan jî netew û ol hene. Dîsa li Taxa Xerbî mensûbên partiya şîiyan jî di vê meclisa gel de li cem partiyên kurd cih digirin. Endamên Dîwana Dadgehê, Malbatên Şehîdan, Cand û Huner, Ragihandin, Jin, Ciwan, Ziman û endamên saziyên pîşeyan jî di vê meclisê de nûnerên xwe bi cih kirine. Her wiha ji hêla xebatên rêxistinbuyinê de jî mamoste, bijîşk, esnafên halê û sûkê, muteahhit û sporvanan jî rêxistinên xwe ava kirine. Li bajêr Navenda Zanistî û Perwerdehî ya Jin, Navenda Ciwanan, Navenda Çand û Hunerê a Mihemmed Şêxo, Mala Gel a Hilêliyê û Korniş û gelek rêxistinên pîşeyan jî xebatan dimeşînin. 

29 Hezîranê de dema li Kobanî gel rêveberî xistiye destê xwe li Qamişlo gel kêfxweşiya xwe bi derketina kolanan nîşan daye. Li bajarê ku berê vegotina navê kurdî qedexe buye, gel bi alên kesk û sor û zer daketine qada û dirûşmê serfiraziyê berz kirine. Gel bi wê germahiyê xwestiye ku wek Kobanî li Qamişlo jî rêveberiyê bixwe destê xwe lê Meclisa Gel, ji ber taybetmendiyên Qamişlo, ev yek zû dîtiye û ji bo hin tiştan xwestiye dem derbas bibe 

Çima kurdan hemû rêveberiya bajar negirtin dest? 

Seroka Meclisa Gel a Qamişlo Remziye Muhammed bê çima bi temamî dest dananîne ser saziyên dewletê bi van gotina tîne ziman: "Di 12'ê Adara 2004'an de li Qamişlo qetlîamek pêk hat û xwestin ew roj gelan berdin hev. Ew roj kurda nehîşt ev armanc bi cîh were lê îro ger em bi lez tevbigerin îhtimal heye ku tiştên ne baş biqewimi. Lewra ji berê pêşî ve li Qamişlo gel di nava aramiyê de dijîn û ji ber ve yekê jî heya ji me bê divê em vê yekê biparêzin. Dîsa bi kuştina Şêx Mehşûk jî xwestin provokasyonekê derxînin. Ji xwe bajarê Qamişlo bajarekî wisa ye ger hûn bixwazin di nava saetekê de hûn dikarin tevî li hev bicivînin. Ji ber vê yekê jî ji bi destxistina bajêr zêdetir pêdivî bi rêxistinbuyinê heye. Me ji 2004'an tecrube girtiye me li vî bajarî destûr nedaye qetlîamekê û em destûr nadin jî."

'Birayê biçûk Rojava ne bi tenê ye'

Diyar e şahiyên ku li bakûr bi navê "Em şoreşa Rojava silav dikin" hêz daye gelê Rojava. Derbarê vê yekê de jî Mihemmed wiha dibêje: "Dema li Nisêbînê ev şahî hat li darxistin me ronahiya fîşekê hewayî didît û em bi hestiyar dibûn. Gel ew roj digot 'ka binihêrin em yek parçene. Birayê me bi têkoşîn û şoreşa me kêfxweş bûne. Bi dehan sala ye ciwanên Rojava ji bo her 3 parçeyên din canê xwe fida kirine. Îro jî li vir şoreşek dest pêkiriye û ev parçeyên din ji bo me têkoşîn dikin. Ev jî nîşan dide bê têkoşîna me yî ji bo parçeyên din ne vala buye.' Bi vî hawayî baweriya me jî zêdebû. Lewra me dît bê em ne bitenê ne."

Li Qamişlo genim, ceh, nîsk, pembo, nar û her wiha gelek cureyên din yên fêkî zebze tên çandin. Qamişlo ji ber deriyê sînor bi Nisêbîne re heye bajarekî bazirganiyê ye jî. Bazirganiya di navbera Qamişlo û Nisêbîne de hatibû asteke wusa ku gelek Nisêbînî di nava rojê de dihatin sûka Sûrî pêdiviyên xwe disitendin û vedigeriyan. Niha deriyê sînor girtiye lê hemwelatî dîsa jî bi riyê kaçax bin jî diçe û tê. Wek helbestvanên kurd yê nemir Ahmet Arif jî gotiye dilê Nisêbîn û Qamişlo li pasaportê germ nebuye.

AMÛDÊ Amudê ku nufûsa wê tevlî gunda nêzî 200 hezar e bi kolan cadde û her tiştê xwe bajarekî kurdewariye. Li Amûdê tenê 3 malên ermeniya û 10-15 jî malên ereba hene. Dema mirov di cadde û kolanên Amudê digere mirov rastî wêneyên lehengên her 4 parçeya tê. Şêx Seîd, Qazî Muhemmed, Mela Musafa Barzanî, Mazlum Dogan, Sema Yuce û pakrewanên Amudê nîşan dide ku Amudê Kurdistan dixwe de hewandiye. Li Amûdê ku rêveberî tev di destê gel de ye lehengê Sînemaya Amûdê Mihemed Seîd Axa jî ji bîr nekiriye. 

Amûdê, 30 li rojavayê Qamişlo, 80 kîlometre jî dûrî Hesekiye. Nufûsa navenda bajêr nêzê 60 hezariye; lê tevlî 156 gundan tê gotin ku nêzî 200 hezar nufûsa Amûdê heye. Li Amûdê ji bilî kurda hema hema gel najîn. Tenê 3 malbatên ermeniyan û 10-15 malbatên ereban li vî bajarê kurda dijîn. Li başûrê Amûdê di ser 10'an de gundê êzîdiyan hene. Lê piraniyan niştecihên van gundên êzîdiyan jî wek van welatên din, ji ber zulm û zoriyê koçî Ewropa kirine. 

Bajarê Amûdê ji berê pêşî ve xweyî giyaneke berxwedêr e. Ji ber vê yekê ye di 13'yê Mijdara 1960'an de bi sedan zarokên dibistana seretayî li Sînemaya Amûdê civandine û agir berdane sînemayê. Di encama vê qetlîamê de nêzî 300 zarokên kurd di encama şewatê de jiyana xwe ji dest daye. Ango her maleke kurd a Amûdî di vê şewatê de zarokeke xwe winda kiriye. Rejim ewqas çavsorî bû, heya 2 sal berê jî nedihîşt ku Amudî zarokê xweyî di Sînemaya Amûdê de can dabûn bibîr bînin. Lê digel vê jî gelê Amûdê çavtirsandî nebuye û têkoşîna li hember rejimê berewam kiriye û hêjî berdewam dike. 

Li caddeyê Amûdê ne wêneyên malbata Esed yên zarokê gel hene

Li vî bajarê ku bi sedan zarok sax sax şewitandine îro agirê şoreşê gur buye. Rêveberiya bajêr di destê kurda de ye û li ketin û derketina bajêr noqteyên ewlehiyê ji hêla gel ve hatine damezirandin. Ev noqteyê parastinê hem jibo talukeye li hember gel hem jî ji bo ewlehiya niştecihan şev û roj qontrolên xwe dike. Dîsa ew kolan û caddeyên ku bi wêneyê zarokên Hafız Esed dihatin xemilandin îro tunene. Gel ew wêne tev rakirine li şûna wan wêneyên zarokên xwe yî di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi cih kiriye. Di gel ciwanên Amûdê her wiha pakrewanên Qetlîama Qamişlo, wêneyên Şêx Seîd, Mela Mustafa Barzani, Qazî Muhammed, Şêx Mehşûk, Rustem Cudi, Şehîd Xebat, Mazlum Dogan, Sema Yuce jî kolanan dixemilînin. Amûdî bi vê helwesta xwe asta hişmendiya yekîtiya kurda jî didin der û bi vê yekê dibêjin "Kurdistan yek parçe ye."

Ji hêla belavkariya benzîn, mazot û gazê de pirsgirêk nemane 

Li Amûdê benzîn, mazot û gazê komisyonên ku ji hêla meclîsên gel ve hatine ava kirin belav dikin. Dîsa ewlehiya gel emanetê hêzên asayişa sivîl e. Gel hem li ketin hem jî li derketina bajêr 2 noqteyên lêgerînê ava kiriye û şev û biro asayişa sivîl a çekdarî li van noqteya wesayitê ku dikevin bajêr û derdikevin radiwestînin û di lêgerînê re derbas dikin. Di komîsyonan tevan de jin û mêr bi hev re xebatan dimeşînin. 

Mala Gel, Navenda Jinê, Mala Reşîdê Kurd a Zimanê Kurdî, Navenda Ziman a Şehîd Cihan, Navenda Çand û Hunerê, Navenda Ciwanan jî hatiye vekirin û kar û xebat li van deran tên meşandin. Dîsa hemwelatiya mala Midûrê Nahîyê jî kirine dadgeh û li vir pirsgirêkên civakî çareser dikin. 

Berê navenda çanda ereban bû, niha navenda çanda hemû gelan e

Bajarê Amûdê berê navenda çanda ereban bû, piştî serhildana 2004'an û şûnde bû navenda çanda hemû gelan. Pişti kurdan rêveberiya Amûdê xist destê xwe, navê Navenda Çanda Ereban hate guhertin û bû Navenda Çandê. Bi vî rengî diyar kirin ku Navenda Çand û Hunerê ya Amûdê aydî hemû gelan e. Li navenda Çandê ku 120 xwendekar lê perwerde bibin, dê di qada muzîk, bilgisayar, şano wêje û gelek beşên din de ders bên dayîn. Li salona navenda çandê ku têra 380 kesan heye, dê hem civîn bên lidarxistüin û hem jî konferans bên dayîn. 

Meclîs di 11 Gulanê de ava bû

Piştî xebatek dirêj û fireh li Amûdê di 11'ê Gulanê de meclîsa gel hate avakirin. Meclîs bi hilbijartinê û dengdayînê hate avakirin. Di meclîsa gel de endamên ereb, kurd, ermenî û gelek kesên din hene. Meclîsa ku ji aliyê 940 delegeyan ve hate avakirin endamên meclîsê piştî hatin hilbijartin. Piştî konferansekê rêveberên meclîsê hatin hilbijartin. 

Xalya Qasim: Divê ev firset baş bê nirxandin

Cîgira Serokê Meclîsa Gel a Amudê Xalya Salih Hecî Qasim, diyar kir ku ji bo bibe layiqî gel bi şev û rojan dixebitin û wiha got: "Ji bo kêmasî çênebin em bê navber dixebitin. Piştî em dixebitin em her tim li pey xwe dinerin û em kêmasyên xwe di ber çavan re derbas dikin. Firsetek gelek mezin ketiye destê gelê kurd û divê em vê firsetê baş bikar bînin. Divê di aliyê rêxistinbûnê de em qet kêmasiyan nexin nava xebatê. 30 salin li vir xebatek baş tê meşandin. Gel gihiştiye astek wisa êdî zarok jî bi şev li nava kolanan kontrola nasnameyan dikin." 

'Xebatên me bi kêfxweşî tên ditin'

Qasim, dazanîn ku gel zêde piştgiriyê dide wan û bi vê piştgiriyê xebatên wan hem dipejirîne û hem erênî û serkeftî dibîne. Qasim, destnîşan kir ku gel li pişt wan e û dema li pişt xwe dinerin gel li pişt xwe dibînin. Qasim, dazanîn ku gel ji kar û barê wan keyfxweş e û wiha got: "Beriya ku gel rêveberiyê têxe destê xwe me Mala Gel, Mala Jinê, Navenda Çand û Hunerê bi derfetên xwe ava vekiribûn. Gel ev yek dît. Ji ber vê yekê baweriya gel bi me heye. Xeta me ya sor şehîdên me ne. Ji ber vê yekê me li nava kolan û nava bajar wêneyên şehîdên xwe daliqandin. Ji ber ku gel bi xêra van şehidan gihiştin vir. Kesên ji me hez nakin jî piştgiriyê didin me." 

Êdî gel dixwaze di rêveberiyê de cih bigire

Li Amûdê navê dibistana Seretayî ya Şehîd Bedi Xelo wekî navê Şehîd Cihan hate guhertin. Dê li vê dibistanê perwerdehiya kurdî bê dayîn. Dibistana ku polên 7, 8 û 9'an dersê lê dibînin dê di saet di navbera 08.00 û 13.00'an de perwerdehi bê dîtin. Mamosteyê ku di serdema rejîma ereban de karmend bû Fehed Heci Qasim, diyar kir ku 5 salin li dibistanê reveberiyê dikin û wiha got: "Piştî ku rêveberî ket destê me, ji niha û şûnde çi ji destê min bê ez dê bikim." 

Li Mala Gel a Amudê Mihemed Seîd Axa bi hurmet tê bibîr anîn

Li salona Mala Gel a Amudê, Wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Hunermend Ahmet Kaya, dema zarokên li sînemaya Amûdê rizgar dikir jiyana xwe ji dest da Mihemed Seîd Axa û gelek kesên di têkoşîna azadiya kurdan de jiyana xwe ji dest dane hatiye vekirin. 

Dema li sînaya Amûdê şewat derket Mihemed Seîd Axa agahiya şewatê bihîst û reviya sînemayê. Dema Seîd Axa ber bi sînemayê de direviya welatiyekî got "Kurê te "Fehed ne li sînemayê ye" Lê Seîd Axa jî bersîv da û got "Hemû zarokên Amûdê zarokên min in" Seîd Axa gelek zarok ji salona sînemaya Amûdê rizgar kirin. Dema 2 zarokên din hembêz kirin û ji salona Amûdê derdiket hesinê şewitî bi ser wî de ket, ew û 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan. Ji ber vê yekê Seîd Axa di dilê gelê Amudê de wekî şehît tê dîtin. Çawa ku Mala Gel hate vekirin wêneyê Seît Axa li salonê vekirin.

Navenda Jinê giraniyê dide perwerdehiyê

Li Navenda Perwerdehiyê û Zanistê ya Jinê ya Amudê jî her roj bi dehan jin ji bo perwerdehiyê serlêdanan dikin. Li navendê pirsgirêkên jinan tên çareserkirin û li gel vê yekê perwerdehî tê dayîn. Ji rêveberên Navenda Jinê Evîn Xalîd, diyar kir ku wan navenda jinê di 3'yê tîrmeha 2012'yan de vekir. Xalid, anî ziman ku wan berê li Amûdê konferansa jinan li dar xist û pişt re jî li ser biryara girtin navend vekirin. Xalîd, da zanîn ku 66 endamên meclîsa jinê hene û ji bo zanista jinê pêk bikeve xebatan dikin. Xalîd, bilêv kir ku ji roja navenda jinê vebû gelek jin serî li navendê didin. Xalîd, destnîşan kir ku ew alîkariya kesên kal ên hewcehiya wan bi alîkariyê hene dikin û ji bo vê yekê komîsyon avakirin. Ji rêvebera navendê Ezîme jî diyar kir ku ew giraniyê didin perwerdehiya jinê û wiha got: "Ji ber ku em rola pergalê ji jinê re diyar kir red dikin. Ji ber ku pergalê li gorî xwe jin perwerde dikir ji xwezaya xwe dûr xist. Em ji bo jin careke din bi xwez û kesayeta xwe ya bingehîn re li hev bê pergelekî nû ya perwerdehiyê înşa dikin."

Li navenda jinê wêneyên Vîctorîa, Leyla Qasîm, Ekîn Ceren, Zîlan û jinên Amudeyî hatine daliqadin û ev yek jî nişan dide ku navend bi nêrîneke enternasyonal xebatên xwe dimeşîne.

Êzîdî Desteya Bilind weke vîna xwe dibînin

Dîsa li bakurê Amudê li Merkebê û derdora wê gelek gundên Êzîdiyan hene û Êzîdî dijîn. Êzîdî li gundên Amudê yên Merkebê, Digurê, Qelaçix, Xirbê xwê, Çetelê, Kuliyê, Xirbexezal, Gorseîd, Xirbedilan, Mîk, Hêşerî, Tolko, Tolko, Berzan, Morîka, Enteriyê, Mehmûdiyê û Kerengo dijîn. Di nava meclîsên gel de jî cih digirin. Endamê Meclîsa Gel a Amudê Emîn Bîdanş Eblo yê ku li gundê Merkebê dijî diyar kir ku Êzîdî piranî li Amudê û Afrînê dijîn. Eblo, anî ziman ku li Suriyeyê nêzî 15 hezar Êzîdî dijîn û hemû Êzîdî Konseya Bilind a Kurd weke vîna xwe dibînin. Eblo, da zanîn ku 30 sal berê wan nediwêran weke Êzîdî xwe di nava mislimanan de bînin ziman û wiha got: "Me nedikarî em biçin Amudê. Derketina Apocuyan ji bo me vejînekî nû bû. Şansekî gelek mezin bû. Di nava vê tevgerê de ji hemû reng, ol û gelan mirov hene." Eblo, destnîşan kir ku dema birayê wî jî zanîngeh dixwend telebeyan nasîn û wiha axivî: "Dema birayê min li malê behsa wan dikir em û çîranên me gelek ditiriyan û bi hestiyarî em nêz dibûn. Piştî salên 90'an me jî ew nasin. Êdî me jî bi bawerî pişta xwe da vê tevgerê. Agahiya tu kesî bi hebûna êzîdiyan tunebûn. Lê îro hemû kes me nas dike." Eblo, da zanîn ku birayê wî Ehmed di sala 1993'yan de di nava PKK'ê de û birayê wî Fewet jî dema ku li Elmanyayê dijî jiyana xwe ji dest dan. Eblo, anî zîman ku ew bi bawer e ku kurd dê li Rojavayê serbikevin.

Bajarê Dirbesiyê tenê bi xeta trênê ji bajeroka Dirbesiya girêdayî Qoserê diqete. Dema gelê kurd li vî bajarî rêveberî bi dest xistibûn li serê kaşekî bilind ala kesk û sor û zer vekiribûn û di çapemeniya tirk de ev yek bi nûçeyên "Ala PKK vekirin e" hate alozkirin Ala TEV-DEM'ê hê jî li cihê xwe ye û kurd rêveberiyê di destê xwe de digirin. 

Başarê Dirbesiyê ku li rojhilatê wê Amudê, li bakûrê wê Qoser, li başûr Hesekî û li rojava jî Serêkaniyê dikeve bi her hawayî di destê kurdan de ye. Tenê 15 kîlometre dûrî navçeya Qosera Mêrdînê ye. Her wiha ewqas di nava hev de ye tenê bi xeta hesinê trênê ji Dirbesiyêya serxetê diqete. Depoyên zîreetê yên Tirkiye û Sûrî li hember hev wek 2 avahiyê yek bajarî ne. Li Dirbesiyê heya salên 1980'yî derê sînor hebû lê piştre hatiye girtin. Li navenda Dirbesiyê nêzî 40 hezar kes dijîn. Tevlî gunda nufûsa Dirbesiyê tê gotin ku li derdora 50 hezarî ye. Ji ber wek van deverên din dema sînor hatiye damezirandin malbat bune du şeq, navê hin gundê Dirbesiyê û Qoserê jî wek hev in. Wek gundê Heramreş û Dikûk li her dû aliya jî hene. 

Darê fêkî qedexe ye

Li Dirbesiyê ji bilî kurdan, welatiyên xirîstiyan jî dijîn. Dêrên wan û mizgeftên musulmana li kêleka hev in. Li navenda bajêr hema bêje ereb qet tunene. Dirbesiyê jî wek herema Cizîrê nesîbê xwe ji qedexekirina girtiye û lewra darê fêkî li vî bajarî jî tune ne. Tenê li derdora bîrên avê destûra çend darên ji bo siyê heye. Wek din çandiniya daran qedexeye. Niştecih vê yekê ji bo hissiyata "hûn koçber in sibê dibe em berdin we. Hûn li ser vê axê ne qedîm in" bidin wan e. Ji hêla din ve jî ev bajar ji hêla fêkî ve bi bajarê ereba ve hatiye girêdan. 

Digel kû ax heman ax e li bajarê ereba Dêrezor zeytûn û pincar tê çandin û berhemên baş didin. Lê ji ber li Dirbesiyê û bajarê kurda ev yek qedexe ye ev berhem jî ji bajarê ereba tên sitendin. Ev yek jî dibe sedema buhayiyê. 

Ev nêzî 100 sal e kurdê li ser vê axê di binê zulmê de dijîn îro nêzî azadiyê ne û ev buyeke sedema coşek e mezin. Niştecihên Dirbesiyê heya îro gavek jî ji rêxistinbuyînê paş ve neavêtine. Ji ber vê yekê jî îro ji 7 saliyan heya 70 saliyan herkes di nava komîteyan de cih digire û xebatê dimeşîne. 

Dirbesiyê ku demekê ji tirsa Esed kes newêribû bêje "ez kurd im" îro berhemên rêxistinbuyinê diçîne. Li vî bajarî tenê 60 leşkerê Esed maye û ew jî bi torbeyên qûmê cihê ku têde ne dorpêç kirine. Bê destûr nikarin derkevin derve. Lê ji ber ku Meclisa Gel diyar kiriye ku ew nahêlin ewlehiya canê wan bikeve bin xetereyê bê tirs in. 

Navnîşana çareseriyê Mala Gel e

Li vî bajarî berê jî avahiya Mala Gel hebû. Lê piştî rêveberiya bajêr kete destê kurda êdî pêdivî bi cihekî mezintir hebû. Ji ber vê yekê jî li ser riya Hesekî li kêleka avahiya ceyranê, Daîreya Zexîre ya dewletê kirine Mala Gel û ala kesk û sor û zer li ser dane. Dema mirov dikeve hundir wêneyê Serokê PKK Abdullah Ocalan, Mazlum Dogan ku li ser "Berxwedan jiyan e" nivîsî, Seydayê Cegerxwîn û her wiha ciwanên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dibîne. Di tabelaya Mala Gel de jî motîfên ol û netewa hatiye nexş kirin. Bi vê yekê jî tê diyar kirin û ev mala hemû gelan û olan e. Li ser tabelayê hem Beyta Laleş, hem camî hem jî dêr heye. Li Mala Gel salonên wek civîn, dadgeh, ragihandin, şêwirmendî û meclisa gel hene. Di her odeyekê de jî gelek kes rûniştine û kar û barê xwe dimeşînin. Ji 1'ê Hezîrane û vir ve Mala Gel buye navnîşana çareseriya temamê pirsgirêkê civakê. 

Dema ez li Mala Gel bi endamê Lijneya Tendûristiyê Abdulkadîr Şêxmûs re diaxifîm ev gotinên Şêxmûs bala min kişandin û hêjayê vegotina her tiştî bûn: "Me heya îro bi dizîka destê xwe diavête sêniya xwe. Yanî li mitbexa xwe li ser axa xwe em wek diz û diz jî wek xwediyê malê bûn."

Dibistana kurdî û ji bo gelan Navenda Çandê 

Di 10'ê Tîrmeha 2012'an de navenda çandê ku wekî Navenda Çanda Ereban dihat nasîn, tabelaya wê hate daxistin û li şûna wê tabelaya Navenda Çand û Hunerê hate daliqandin. Di 8'ê Îlonê de Navenda Perwerdehî û Zanistiyê ya Jnina hate vekirin. Dîsa di avahiyek yek qat ku aydî dewletê de bû, karê asayişê tê kirin. Di meha tîrmehê de dibistanek dewletê hate desteserkirin û li vir dê perwerdehiya kurdî tê dayîn. Gel bi derfetên xwe dibistana dewletê desteser kir û wekî navê Dibistana Mela Abdullahê Timoqî guhert. Lê hêj tabela li dibistanê nexistine. Li koridora dibistanê wêneyê Mela Ebdullahê Timoqî û postrê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye daliqandin. Dê li vê dibistanê 100 xwendekarên kurd perwerdehiya kurdî bibînin. Dê 100 xwendekar jî perwerdehiya lîseyê bibînin. 4 jê jin 6' zilam bi tevahî dê 10 mamoste li vir perwerdehiyê didin. Di 17'ê Tebaxê de di pêşengiya Saziya Ziman a Kurdan de konferansek hatibû lidarxistin. Pişt re Yekîtiya Mamosteyên Dirbêsiyê ava kiribûn. 

Saziyên dewletê girêdayî meclîsa gel xebatê dimeşînin

Meclîsa gel ku delegeyên Dirbesiyê û gundan jî di navde hene 220 endamên wê hene. Di nava endamên meclîsê de 1 jê xirîstiyan, 5 êdîzî, 6 endamên nasnameya wan cuda hene. Dewlet li gorî meclîsa gel biryarê dide. Di meclîsa gel de wekî meclîsên din ji 17 komîteyan pêk tê. Meclîsa gel weki meclîsên Dêrika Hemko, Efrîn û Kobaniyê dixebitin û bêtir serkeftî ye. komîteyên jin, ciwan, ekoloji, aborî, perwerdehî, tenduristî, siyaset, ziman, çand, malbatên şehîtan û aştî û gelek komîteyên din hene. Di her komîteyekê de 9-20 kes hene. 

Xebatê komîteyan bi rêk û pêk dimeşe

Minak, Komîteya Aboriyê li ser xebatên gaz, benzîn, mazot, xwarin, şekir, rûn û berhemên debarê xebatê dimeşîne. Pirsgirêkên aborî çareser dike. 

Komîteya Ekolojiyê, ji bo parastina derdorê û paqijiyê bi şaredariyên ku kar û barê xwe nedikir re hevdîtin kir û daxwaz û rexneyên xwe ji wan re pêşkêş kir. 

Hêzên parastinê li 3 kolanên bajar ku ketin û derketina bajar e bi şev û roş nobetê digirin û kontrolê dikin. Hêzên sivîl ên parastinê bajar diparêzin. Wekî bajarê Amudê û Serêkaniyê Hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi motosikletan sînor diparêzin. Dewriyên nava bajar jî ji êvarî saet 20.00'an heta serê sibê nava bajar diparêzin. 

Komkujiya Dirbesiyê 

Dirbesiyê jî weke bajarên din di dema Komkujiya Qamîlo de serî hilda û bi rojan li bajaran serhildan pêk hatibûn. Di serhildanan de kesek birîndar bibû û gelek kes jî hatibûn girtin. Lê piştî salekê hemû kesên hatin girtin serbest hatin berdan.

Di sala 1993'yan de di navbera malbata Hesê Meşkînê û malbateke xirîstiyan de şer derdikeve û di şer de keseke xirîstiyan jiyana xwe ji dest da. Li ser vê yêkê ji malbata Hesê Meşkînî Bilind, Mistefa, Kemal, Ebdi û Ferad Heso hatin girtin û dişînin Girtîgeha Hasekiyê. Piştî demekê 60 girtiyên siyasetmedarên kurd ên ji ber fîkîr û ramanên xwe hatin girtin bi 5 endamên malbata Heso digirin dibin odeyekê û derî li ser wan digirin. Di 23-24'ê adara 1993'yan de di dema ku li bajarên kurdan pîrozbahiyên Newrozê dihatin kirin, girtîgeha dan ber agir û 65 kurd bi zîndî şewitandin. Di nav kesên hatin şewitandin de siyasetmedarên kurd ên weke Cemîl Cewzatî, Abdurrahman Dêrikî, Remedan Remo, Ebdulbarî Mele Mehmûd û gelek siyasetmedarên kurd ên din hebûn. 

Gundê Berkevirê him ji Mela Evdillah him jî ji Rustem Cûdi malevaniyê dike

Gundê Berkevir dema ku mirov diçe Serê