1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji Ragihandina Azad semînera ’çapemenî û exlaq’
Ji Ragihandina Azad semînera ’çapemenî û exlaq’,ji,ragihandina,azad,semînera,çapemenî,û,exlaq

Ji Ragihandina Azad semînera ’çapemenî û exlaq’

A+ A-

QAMIŞLO – Yekîtiya Ragihandina Azad li bajarê Qamişlo, bi sernavê ‘Çapemenî û Exlaq’ semînerek da.

Semîner li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ji aliyê Hevseroka Yekîtiya Ragihandina Azad Şehnaz Osman û Endamê Yekîtiyê Rojnamevan Sîpan Can ve hat dayîn. Di semînerê de gelek rojanmevanên ji hemû dezgehên çapemeniyê amade bûn.

Sîpan Can di axaftina xwe de bal kişand ser giringiya exlaq a di karê çapemeniyê de û ev tişt anîn ziman: “Karê çapemeniyê karê ronîkirina civakê ye. Çapemenî bandoreke rasterast li ser civakê dike. Ji bo vê yekê divê rojnamevan di karê xwe de xwedî exlaqek baş bin. Êşên civaka xwe nîşan bide, rastiyan ronî bike û karên ku xizmeta desthilatdariyê dikin, neke.”

QAMISLO-SEMINERA-YRA-1

Can di semînerê de şerê ku bi riya raghandinê tê kirin bi bîr xist û got bi vî rengî tê xwestin firkên şaş û xerab di serê ciwanan de bên çandin.

Di berdewamiya semînerê de Can destnîşan kir ku divê hemû rojnamevan di asteke exlaqî ya herî bilind de bin, da ku rastiyan ronî bikin û bi wê yekê, civakeke demokratîk, azad û exlaqî ava bibe.”

Semîner bi nîqaşên rojnamevanan yên derbarê Çapemenî û exlaq de, bi dawî bû.

(dm)

ANHA