1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji rojnamevanan bertekên tund
Ji rojnamevanan bertekên tund,ji,rojnamevanan,bertekên,tund

Ji rojnamevanan bertekên tund

Rojnamevanên Herêma Federal a Kurdistanê li hemberê êrîşa Tirkiyê nerazibûnên tund nîşandan

A+ A-

Bertekên li dijî operasyona dersînor bilindi dibin. Rojnamevanên li Herêma Federal a Kurdistanê, nerazîbûnên xwe yên tund hember êrîşên Tirkiyê ya li ser axa Herêma Federal a Kurdistanê nîşandan û êrîşên Tirkiyê bi tundî şermezarkirin.

Li Herêma Federal a Kurdistanê her ku diçe nerazîbûnên li hemberê êrîşa Tirkiyê ya li ser axa Herêma Federal a Kurdistanê didome, bilin dibe. Bi vê armancê rojnamevanan jî êrîş şermezar kirin. Rojnamevan Emer Hember, Avan Caf û Hejar Enwer bi vê boneyê nerazîbûnên xwe dan nîşandan û gotin divê revêberiya herêmê ya kurd bêdeng neminin. Emer Hember, da diyarkirin ku derbazkirina sinorên Herêma Kurdistanê bi xwe binpêkirina xaka Kurdistanê ye û wiha dewamkir. “Êrîşên ji aliyê dewleta tirk ve tên kirin bi armanca tunekirinê yê, vê carê weku her carek din bi temamî gundî tên hedef girtin û êrîşa bi tundî tê kirin.” Hember balkişand ser bêdengiya revêberiya herêmê ya kurd jî û got li bakur leşkerên Tirkiyê dema tên kuştin, desthilata Başûr nerazîbûna xwe tîne ziman, lê belê gelê wî ji ber êrîşên TSK’ê penaberbune, gundên xwe berdane hîna jî bêdenge. Herî dawî Hember, bang li hemu kurdan kir û xwest bila hemû kurd hember van êrîşan bêdeng neminin.

'Ji bo leşkerên tirk nerazîbûn nîşan didin, lê ji bo gundiyên xwe bêdengin'

Rojnamevana bi navê Avan Caf jî, bi tundî êrîş şermezarkir û destnîşankir ku bi destpêkirina êrîş wek rojnamevanêk li hemberê êrîşê derketiye û şermezarkiriye. Caf, got pêwîste kurd hemû yêk dengbin û ji bo bêdengiyarevêberiya herêmê ya kurd xira bikin helwest nîşan bidin. Her wiha Caf diyar kir ku pêwîste hember konsolosxaneyên Îran û Tirkiyê jî helwest bê nîşandan da ku ji bo çarêserî pêk bê. Herî dawî rojnamevan Hejar Enwer jî, êrîş şermezarkir û wiha dewamkir. “Artêşa Tirkiyê û komara Îslamî ya Îranê bi hinceta gerîlayên PKK û PJAK’ê êrîş dike bê guman ji rastiyê dure. Di van êrîşane de têne xelkê sivîl tên hedef girtin." Hejar, balkişand ser peyama revêberiya herêmê ya kurd û got îro em dibinin gundiyên me bi xwe tên topbarankirinê re lê revêberiya herêmê ya kurd bêdengê, divê parlamentoya Kurdistanê hemberî van topbaranan bêdeng nemînê. DÎHA (ar-îk/dt/mae)


Bêjeyên Miftehî