1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Ji Saziya Jinên Kurd ên li Moskowayê desteka ji bo Rojava!
Ji Saziya Jinên Kurd ên li Moskowayê desteka ji bo Rojava!,ji,saziya,jinên,kurd,ên,li,moskowayê,desteka,ji,bo,rojava

Ji Saziya Jinên Kurd ên li Moskowayê desteka ji bo Rojava!

A+ A-

MOSKOWA 15.09.2013 07:02:54 Saziyên Jinên Kurd ên li Moskowayê, bi armanca piştgirîdayîna şoreşa Rojava daxuyaniyek dan çapemeniyê. Jinan êrîş û komkujiyên çeteyan şermezar kirin û bang li raya giştî ya navneteweyî kirin ku li hemberî vê hovîtiyê bêdeng nemîne.

Saziya Jinên Kurd ên li peytexta Rûsya Moskowayê, ji bo têkoşîna gelê Rojavayê Kurdistanê û êrîşên komên çete şermezar bikin, duh li navenda mala çandê ya Mezopotamya bi daxuyaniyek çapemeniyê piştgiriya xwe ji bo Rojava diyar kirin.

Li ser navê Saziya Jinan a VIYAN Juliyeta Reşoyan daxuyanî da. Reşoyan diyar kir, ku Gelê Kurd di pêvajoyek gelek girîng re derbas dibe û destnîşan kir ku bi berxwedana li Rojava tê kirin de, vîna gelê Kurd ji tevahiya cîhanê re hatiye nîşandan.

Reşoyan da xuyakirin ku bi anîna komên çete û tevdana hin derdorên kurd, hew tê dayîn berxwedan û vîna gelê Kurd bê şikandin û destnîşan kir ku gelê Kurd ê li Rojava bi taybetî jî jin û xortên Kurd bi ti awayî destûra vê yekê nadin.

Reşoyan di dewamiya axaftina xwe de got, "êdî weke berê gel destûrê nade ku çarenûsa me ji hêla hinek din ve bê nivîsandin. Gel ewê bi xwe çarenûsa xwe bi destê xwe diyar bike. Em weke jinên kurd ên li Rusya piştgiriya xwe ji bo berxwedêrên Rojava diyar dikin. Em di wê baweriyê de ne ku gelê me wê bigihêje serketinê û em dibêjin: Her kurdek li ku dibe bila bibe, erkên ku dikevin ser milê me, lazime em xwe paş de nedin û piştgiriya xwe diyar bikin. Em weke jinên kurd hemû gelê xwe û bi taybet jinên kurd ên li Rojava ji dil silav dikin û piştgiriya xwe diyar dikin, xwedî derketina li gelê xwe yê Rojava weke deynek em li ser milê xwe dibînin û çi tiştê ku ji dest me were, emê xwe paş de nedin. Em weke saziyên jinan VIYAN a li paytexta Rusya Moskowa di serî de hemû jinên li rojava û gelê xwe yê tevayî kurdistanê silav dikin."