1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. Ji Seyda Perînçek Qutiya Dil
Ji Seyda Perînçek Qutiya Dil,ji,seyda,perînçek,qutiya,dil

Ji Seyda Perînçek Qutiya Dil

A+ A-

AMED (Amîda Kurd) Seyda Perînçek ku van salên dawî bi stranên gelekî xweş dibe mijara behsa hezkiriyan, piştî kaset û CD'ya xwe ya yekem, niha jî bi pirtûka xwe ya yekem a helbestan derdikeve pêşberî hezkiriyên xwe.

Pirtûka Perînçek a bi navê Qutiya Dil ji alî Weşanxaneya Lîsê ve di meha adarê de derdikeve pêşberî xwendevanan. Li gor agahiyan Perînçek pirtûkek ji hemû stranên xwe pêk tê jî daye ber destê edîtoriya Weşanxaneya Lîsê û tê nirxandin.

Helbestên Qutiya Dil hemû di dema girtîgehê de hatine nivîsandin û gelekî ji dil in. Wekî nenika dilê hunermend û wekî vekirina qutiyek razên hunermend e.

Amîda Kurd


Bêjeyên Miftehî