1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji TZPKurdî ji bo zarokan dersakurdî
Ji TZPKurdî ji bo zarokan dersakurdî,ji,tzpkurdî,ji,bo,zarokan,dersakurdî

Ji TZPKurdî ji bo zarokan dersakurdî

A+ A-

TZPKurdî li Êlihê ji bo zarokan li dijî bişaftin û jibîrkirina ziman biparêze û bêtir zimanê wan bi wan bide hezkirin dersa kurdî da.

TZPKurdî li Êlihê li ser banga Kongreya Civaka Demokratîk a "Dibistana Boykot bikin" li Êlihê piştî boykota dibistanan vê carê ji bo kurdî bi zarokan şêrîn bikin dest bi dersa zimanê kurdî û şahiyên cuda kirin. TZPKurdî di çarçoveya bernameyan de li Komeleya Hemwelatiyên Azad a Taxa Seyîtlerê dersa kurdî da zarokan. Aktivistê TZPKurdî Mamoste Zubeyir Çelik, diya kir ku armanca wan a dersdayînê zarokan li hemberî bişaftinê biparêze û kurdî bi zakokan binde hezkirin. Çelîk, anî ziman ku di saetên êvarî de dersê dide zarokan û nêzî 30 zarok beşdar dibin. Çelîk, da zanîn ku dê dersa wan bidome. DÎHA (mae)