1. Hemû Nûçe

  2. Zanistî

  3. Ji tîrêjên rojê sotemeniya balafiran
Ji tîrêjên rojê sotemeniya balafiran,ji,tîrêjên,rojê,sotemeniya,balafiran

Ji tîrêjên rojê sotemeniya balafiran

Ji tîrêjên rojê dê sotemeniya balafiran bê çêkirin

A+ A-

BRUKSEL 29.04.2014 07:11:53 Di çarçoveya projeya Solar-Jet a ji Hezîrana 2011'an û vir ve tê meşandin de, wê ji enerjiya rojê sotemeniya balafirê bê bidestxistin. Sotemeniya nû bi sûdwergirtina ji rojê, ji karbodioksit û avê pêk tê.

Di daxuyaniya nivîskî ya ji aliyê Komîsyona Yekitiya Ewropayê (YE) de hat ragihandin ku li laboratuarê ji tîrêjên çêkirî yê rojê sotemeniya balafirê hatiye peydakirin. Di daxuyaniya komîsyonê de hat diyarkirin ku proje di asta ceribandinê de ye û hat destnîşan kirin ku encamên derketiye holê hêvî afirandiye ku ji av, karbondioksit û ronahiya rojê sotemenî were peydakirin.

Ji komeleyên hewayî yên Alman yek ji rêveberên Bauhasu Luftfahrt Andreas Sizmann da xuyakirin ku peydakirina nû gazeke sentez a ji karbondioksit, av û tîrêjên rojê ye. Sizmann bibîr xist ku kerozina bi vê rêbazê tê peydakirin karbondioksitê li derdorê belav dike û anî ziman ku ji ber karbondioksit di dema dirêj de ji hewayê tê bidestxistin, di rastiya xwe de ji petrolê kêmtir bi zerar e.

Sizmann ji Ajansa Nûçeyan a Fransayê AFP re axivî û da zanîn ku berhema nû bêyî pêwistî bi rêbaza fotosentezê hebe hatiye peydakirin û destnîşan kir ku bêyî bibe hevrikek ji hilberîna berhemên xurekê, dikare were hilberîn. Adreas Sizmann diyar kir ku li gorî wî, sotemeniya nû ya balafirê wê di nava 10 salan de pêşkêşî bazarê were kirin.

Komîsera Lêkolîn û Zanistiyê ya Komîsyon a YE Maire Geoghegan-Quinn jî da xuyakirin ku eger teknolojî bi pêk bikeve, wê sotemeniya balafiran, wesayîtan û maşînên din ên ragihandin hîn bêtir li gorî hawirdorê bin. Komîsera YE destnîşan kir ku bi saya vê yekê wê hem pêdiviya enerjiyê bê tedarikkirin, hem jî gazeke weke karbondioksit a rê li ber germbûna global vedike, veguhere çavkaniyeke enerjiyê.

Hat ragihandin ku ij bo projeya Solar-Jet, Yekitiya Ewropayê heta niha foneke ji 2,2 mîlyon Euro'yî ya teşwîkê veqedandiye.