1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Ji Utamarayê mîhrîcana zarokan
Ji Utamarayê mîhrîcana zarokan,ji,utamarayê,mîhrîcana,zarokan

Ji Utamarayê mîhrîcana zarokan

A+ A-

KOLN 31.05.2014 08:25:02 Utamara bi dirûşmeya ‘Xeyalên me qirêj nekin’mîhrîcana zarokan pêk tîne. Di mîhrîcanê de dê muzîk, pêşbirka reksê û lîstîk bên pêşedan û di mîhrîcanê de çar kon bê vekirin. di her konekî de dê bi awayên cuda xeyalên zarokan bên îfade kirin.

Navenda Gîhandina Jinan a Utamara, li bajarê Bonn a Almanyayê li bajaroka Lînz am Rehîn di 7’ê hezîranê de Mîhrîcana Zarokan a Navnetewî pêk tîne. Mîhrîcara berê bi dirûşmeya ‘ Zarokên me pêşeroja me ne, pêşeroja me azadiya me ye’ pêk dihat, îsal bi dirûşmeya ‘Xeyalên me qirêj nekin’ pêk tê.

Ekîba Utamara da zanîn ku ev bi vê mîhrîcanê hedef dikin ku ji bo zarokan hawireke ku dikarin xwe îfade bikin biafirînin û wiha got: “Di encama hevdîtinên me yên bi zarokên ku mexdurê têkiliya ensestê ne de me biryara mîhrîcanake bi dirûşmeya ‘Xeyalên me qirêj nekin’ da. Tiştên ku jiya bûn bandor li ser wan kiribû, psîkolojiya wan xera bibû. Me dît ku der barê pêşerojê de bendewariyek wan tune. Dîsa me dît ku cîvak vana baldar nagirin. Me jî li ser vê xebat da meşandin. Me pêkanîna mîhrîcanek wisa di cih de dît.

Mîhrîcana ku em pêk tînin cudahiya reng, ziman û nîjad nake. Ji bilî me zarok jî bi têkoşîneke mezin xebata mîhrîcanê dimeşînin. Amadekariyên me hema hemam temam bûne. Qadên mîhrîcanê dê bi rengê zarokan bixemile. Ji her gelî û ji her temenî zarok dê tevli bibin. Komeke mezin ya ji her zarokên gelî pêk tê dê derketin ser dîkê. Her wiha dê muzîk, folklor, bale, reks, pêşbirk, lîstik û skeç jî di bernameyê de hebin.

Mîhrîcana ku dê di navbera saetên13:00-17:00’an de pêk bê Koma Têkoşîn a Folklorê, Koroya Zarokan a Bremen Aram Tigran, Balerin Sevda, Koma Bad Hönningen TOS Balet/Caz/Hiphop, Koma Navnetewî ya Utamara dê derkeve ser dîkê.