1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Ji vê malbatê 15 kes di berxwedanê de cîh digirin
Ji vê malbatê 15 kes di berxwedanê de cîh digirin,ji,vê,malbatê,15,kes,di,berxwedanê,de,cîh,digirin

Ji vê malbatê 15 kes di berxwedanê de cîh digirin

A+ A-

KOBANÊ- Ew jî yek ji malbatên Kobanê ku bi xaka xwe ve girêdayî ne. Vê evîndariya xak û azadiyê hiştiye ku ji malbatê 15 kes tevlî berxwedana dîrokî ya Kobanê bibin. Her yek ji wan li eniyê têdikoşe û heta niha di şerê li dijî çeteyan de 3 ji wan jiyana xwe ji dest daye.

Malbata Fetehê Aqî ji gundê Xerabkurtê ku 17 kîlometre dikeve rojhilatê Kobanê ye. Bi êrîşên çeteyên DAIŞ’ê re wan jî di çarçoveya ewlekariyê de gundê xwe vala kiriye, lê dest ji warên xwe bernedane. Ev malbat yek ji mînakên berxwedana dîrokî ku Kobanê xistiye rojeva hemû cîhanê û bersiva pirsên wekî, “Kobanê tevî kêm derfetiyan jî çawa evqas liber xwe daye?” jî dide.

Serpêhatiya malbata Fetehê Aqî jî wekî ya gelek malbatên herêmê ye. Lê derfeta me çênebû ku em bi berfirehî vê çîroka dengvedêr hemuyê kom bikin û ragihînin. Nexasim, piştî êrîşa çeteyan a li ser Deriyê Sînor a Murşîtpinarê, di merasîma oxirkirina şervanê YPG’ê Bozan Silêman ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest dabû de, me serpêhatiya malbatê hindik be jî fêr bû. Di merasîmê de ji malbata Aqî 6 têkoşer amade bûn û di wê dema kurt de me hindik ji çîroka wan girt.

Bozan Silêman jî yek ji endamên malbata Aqî ye. Beriya wî 2 endamên din ên malbatê di şerê li dijî çeteyan de jiyana xwe ji dest daye.

Ji malbata Aqî 15 kes ku hemû bira, xwarzî, xal, ap û pismamên hevin, tevlî berxwedanê bûne. Yek ji endamên malbatê Mehmûd Silêman e. Silêman ku 28 salî ye di 2012`an de cihê xwe di nava refên YPG ê de digire. Silêman diyar kir ku berxwedana Kobanê ji bo mafê gelê kurd e, lewma wan jî cihê xwe tê de girtiye.

Birayê Mehmûd, Mihemed Silêman ê 29 salî jî, ji rojên destpêkê yên êrîşên çeteyan de cihê xwe di nava di refên YPG’ê de digire û di encama şerekî li eniya rojhliat de birîndar dibe, Mihemd dest nîşan kir ku ew herdem xwedî hêz û moraleke bilind in.

Ji heman malbatê Azad Silêmen ê 22 salî jî di berxwedana eniya rojhilat de cîh digire. Birayê wî Ferzat jî li heman eniyê birîndar bûye. Xalê wan Ehmed Feteh ê 33 salî ku bi navê Bavê Rojda tê nasîn û sê zarokên wî hene, dîsa birayên Feteh yên bi navê Sadiq (31) û Zerdeşt (28) jî niha li eniyên rojhilat û başûr di şerê azadiyê de ne.

Feteh dema çeteyên DAIŞ’ê êrîşî herêma Kobanê dikin ji başûrê Kurdistanê vedigere kobanê û tevlî berxwedanê dibe. Feteh destnîşan kir ku ew ji bo zarokên xwe pêşerojek azad dixwaze, lemwa jî niha li Kobanê şer dike.

Ji heman malbatê welatiyê ku bi navê Tirkî tê nasîn û 37 saliye jî diyar kir ku beriya êrîşan wî di meclisa taxa Şehîd Fîras de cîh digirt, lê niha êdî dem dema şer e lewra wî çek hildaye.

Ciwanê bi navê Merwan Ehmed ê 22 salî jî beriya êrîşên çeteyan li Bakurê Kurdistanê bû, lê bi êrîşan re vegeriya ye. Ehmed jî ev sedema vegera wiha wiha anî ziman: "Beriya ku Kobanê rastî êrîşên dijwar were, min ji bo kar û xebatê berê xwe da Bakur, lê niha ez ji bo parastin şerf û namûsa xwe vegeriyam."

NESRÎN EBDÎ

(aq)