1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Ji warê Derwêş Lorînek bi êş
Ji warê Derwêş Lorînek bi êş,ji,warê,derwêş,lorînek,bi,êş

Ji warê Derwêş Lorînek bi êş

A+ A-

ŞENGAL – Lorîn hîn 2 mehî ye, dayîka wê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve tevî dehan jinan hate qetilkirin. Bavê wê jî piştî êrîşa çeteyan winda bûye. Ji malbatekê tenê ew maye. Dayikek din dema ji gund direve Lorînê jî digire cem xwe û berê xwe dide stargeha çiyayên Şengalê. Dayîka Xezal niha li ser Lorîn dilorîne.

Li ser Kurdên êzidî heta niha 72 ferman rabûne. Di van fermanan de welatiyên êzîdi hatine qirkirin, malên wan hatin talankirin, zarokên wan bi saxî hatine şewitandin, jin hatine revandin û destdirêjî hate kirin. Ev pêkanînên li dijî hemû pîvan û rûmeta mirovahiyê, li ser navê îslamiyetê hatine pêkanîn û hatiye xwestin ku êzîdi bi temamî bêne tunekirin. Tevî hemû komkujiyan jî, welatiyên êzidî li ser xaka xwe hebûna xwe parastiye. Lê nîha tê xwestin ku fermana 73’yan bê rakirin.

Komên çete yên DAIŞ’ê di 2’yê tebaxê de êrîşî navçeya Zumar û bajarê Şengalê kirin. Di van êrîşan de nêzî 3 hezar kes hatin qetilkirin, 5 hezar jin hatin revandin û bi sed hezaran kes jî koçber bûn. Van êrîşan bi xwe re gelek trajedî jî anîne. Welatiyên ku ketin ser riyan û xwe spartin çiyayên Şengalê ku hertim bûne stargehên wan, bi birçîbûn, bê avî û nexweşiyan re rû bi rû man.

Lê trajediya herî mezin jî, çîroka zarokên ku bêdayik û bêbav hatine hiştin e. Yek ji van jî Lorîna 2 mehî ye.

Lorîn di êrîşa çeteyan a li ser Musulê ango 2 meh berê li gundê Şehabî yê Şengalê çavên xwe li dinyayê vekirin. Dayik û bavê wê belkî jî ji ber êş û kederên ku kişandine navê “Lorîn” danîn. Nexwasim kurd êş û kederên xwe bi lorandinê tînin ziman. Ango bi stranên dilkeser vedibêjin. Lê çeteyên ku nesîbê xwe ji mirovahî û exlaqê wê negirtine, nehiştin ku ev dayîk û bav bilorînin jî. Dema ku çeteyan êrîşî Şengalê kirin, bi ser gundê wan de jî girtin. Di vê êrîşê de dayîka Lorîn a bi navê Sêvê tevî dehan jinên din ên li gund ji aliyê çeteyan ve bi hovîtî hatine qetilkirin. Her wiha gelek jin jî hatin revandin. Zilamên li gund jî bêyî pirsyarî hatin kuştin.

Bavê Lorînê jî, dema çeteyan êrîşî gund kirin, winda bû û heta niha agahî jê nehatiye girtin. Belkî jî di nava welatiyên ku hatine qetilkirin de ye.

Dayîka Xezal xwedî lê derket

Lorîna ku ji malbatekê tenê ew maye û bênavber digiriya, ji aliyê dayiyek din a ku karibû xwe xilas bike ve hate rizgarkirin. Dayika bi navê Xezal dema ji gund direve, Lorîn dît û ew girt ba xwe. Dayika Xezal piştî meşa 2 rojan bi Lorînê re xwe gihand çiyayên Şengalê.

Dayîka Xezal li aliyekê ji bo halê xwe digirî, li aliyê din jî Lorînê xwedî dike û li ser dilorîne. Lorîna ku haya wê ji tiştekî nîn e jî, di hembêza dayîka Xezal de bi awirên çavên xwe belkî jî cihê tu gotinekê nahêle.

BOTAN GULAN

(bg/aq)