Ji we re belgeya talana Rojhilata Firatê (Wêne)
12:15 23.12.2013 1 / 7 HAYRÎ DEMÎR
AMED (DÎHA) - Piştî dizî û ruşweta AKP'ê ya bi tirîlyonan derket holê, niha jî nelirêtî û talankirina AKP'ê li Rojhilata Firatê derket holê. Di raporên venertinê ya Îdareya Taybet a Bajar Amedê de, derket holê ku di xizmeta sala 2012'an de ji bo maqamê walîtiyê ji çîçek, mêwe, fêkî, îskanan bigire heta serwîsa xwendekaran bi tirilyonan nelirêtî hatiye kirin.
Di 17'e kanûnê li dijî wezîr û karmendên AKP'ê operasyona nelirêtiyê pêk hat. Bi vê operasyonê bi tirilyonan nelirêtiya hatiye kirin derket holê. Niha jî derket holê ku li Rojhilata Firatê jî heman nelirêtî pêk hatiye. Bi taybetî li saziyên di kontrola AKP'ê û dewletê de nelirêtî di asta herî jor de ye. Bi belge û raporan derket holê ku Îdareya Taybet a Bajar a Amedê li Amedê ji bo Walîtî û erkdarên dewletê bi tirilyonan nelirêtî hatiye kirin. AKP'ê ewil ji bo Komeleya "Kimse Yok Mu" alîkariya xeyalî kir û niha jî bi îhaleyên serwîsên xwendekaran û qadên xizmetên din nelirê berhdem dike.
Li gorî belge û rapora venêrtiyêya sala 2012'an a Îdareya Taybet a Bajar ku gihiştin destê DÎHA'yê de hat dîtn ku di xizmetê de nelirêtiyek gelek mezin hatiye kirin. Di îhale û karê xizmetê de hat dîtin ku li dijî zagonê tev geriya ne û li dijî pîvanên îhaleyê tev geriyanin.
Di rapora ku îmzeyên 5 endamên Meclisa Bajar heye de, li gorî xala 37'an a Zagona Îdareya Taybet a Bajar a hêjmar 5302'an, di sala 2012'an de Di lêkolîna komîsyonê ya raporê de hat ditin ku di xizmetê de neliretî hatiye kirin. Hat dîtin ku çavkaniyên aydî Îdareya Taybet li gorî armanca û hedefa xwe nehatiye bikar anîn û xizmeta armanca xwe nekirie. Di raporê de hesapê aydî 36 bankan heye û detayê raporê nehatine girtin. Hat dîtin ku Îdareya Taybet li Bankaya Zîraat, Bankaya Halkê hesap vekiriye û li gel faîzên van bankan zêdetir e jî dîsa pere ji bo 32 rojan ji sedî 6 bi faîz razandine Banka Ziraatê. Lê di navbera periyotên 32 û 38 rojan de bi rêjeyên ji sedî 7 û 9.85'an li Banga Halkê ranezanidine.
Ji çîçekan heta mêşeyan gelek tişt ji Walîtiyêre hatin kirîn
Di raporên venertinê ya Îdareya Taybet a Bajar Amedê de, derket holê ku di xizmeta sala 2012'an de ji bo maqamê walîtiyê ji çîçek, mêwe, fêkî, îskanan bigire heta serwîsa xwendekaran bi tirilyonan nelirêtî hatiye kirin. Ji 30 kelemên cuda alav û amûr hatin stendin. Di salekêde tê dîtin ku 28 hezar û 287 TL li van alav û amûran hatiye xerçkirin. Ji ber ku li gorî zagona hêjmar 4734 kirîn nehatiye kirin, nelirêtî hatiye kirin.
Dîsa wekî ku gelek kes li xwe kiribin mêvan dane nîşandan û wekî li gelek persnoel mesref kiribîn daye xuyakirin. Dîsa ji bo bernameya H.B'ê ya di navbera 30 Nîsan û 4'ê Gulana 2012'an de li Antalya hat kirin de pir zêde razemenî hatiye kirin û li dijî armanca xwe pere hatiye qerçkirin.
Di nava Tebax û ÎLonê de dîsa nelirêtî hatiye kirin. Di 22'ê tebaxa 2012'an de li gorî zagona 5275'an fatorên sexte û fotokopî ji Şîrketa Aspera Projeksiyon Elektronik San.Tic.Ltd.Şti û di 19'ê Îlona 2012'an de jî li gorî zagona 5794'an hatiye birîn.
Bê destûr û erêkirin 144 hezar û 137 TL krêdî hat vekirin
Di 26'ê Nîsana 2012'an de li gorî hêjmara 2247'an bêyî erêkirin ji Refineya Tupraşê ya Êlihê li gorî hêjmara 4734'an ji bo stendina asfalta MC800 Bitum bê destûr krêdî kişandiye. Dîsa li gorî zagona hêjmar 4734 di 28'ê adara 2012'an kredî kişandine.
Ji bo serwîsên xwendekaran 149 hezar TL
Li gorî Teblîgata Giştî ya Komîsyonê ya hêjmara 117'an di 26 karên cuda de bi tevahî 149 hezar û 952 TL' wekî ku lêçûn li serwîsên xwendekaran xerç kiribe dan nîşan. Di belgeyan de gelek nelirêtiyên din jî derketin holê.
(mae)






