1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. JI WEŞANXANA NA’ YÊ DU KITÊBÊN ÇÎROKAN Û ROMANEK
JI WEŞANXANA NA’  YÊ  DU KITÊBÊN ÇÎROKAN Û ROMANEK,ji,weşanxana,na,yê,du,kitêbên,çîrokan,û,romanek

JI WEŞANXANA NA’ YÊ DU KITÊBÊN ÇÎROKAN Û ROMANEK

A+ A-

metamorfoz: çîrok Kitêba Yaqob Tilermenî, metamorfoz, ji 3 beşan û 11 çîrokan pêktê. Yaqob, piştî Sêbareya Mêrdînê (roman), bi rimerrimeke qewîn li çîrokê vegeriyaye. Yaqob, vê carê di çîrokên xwe de şêwaz û teknîkên cuda cerribandine. Zimanê wî her şayik û her henûn e; xwînêr dihewîne, dihebîne. Peyvên wî birruh in. Dişikên, ditewin, dixeyidin, dikenin, şadibin; lê qet te naterikînin. Bi kurmancî-kûûûrmancî, di kerrîneka guhê te de dinihirîne; te hiltîne, te dibe, dibe, dibe li paşxane û pêşxane, li derxane û binxaneya hiş û şiûra şexsek-netewek-mirovatiyekê digerîne; bêyî ku misqalekî ji te’ama xwe yî edebî kêm bike. Hemêzeke metamorfoz ji we re vekiriye. Kerem bikin.

12 çîrok 12 çîroknûs: çîrok Ji qelemên donzdeh çîroknûsên Kurd, Donzdeh çîrokên mizur. Ji van donzdeh çîrokan pênc heb çîrokên çîroknûsên ne xwedî kitêb in. Lîsteya nivîskarên ne xwedî kitêb ev e: 1= peyvên enirrî : ar-da janxwar 2= monologa li arafê: ehmed belek 3= çîrokdank: ca cembelî 4= xwedayê xwe: berfo barî 5= xêliya mirinê: şems qemer

Lîsteya çîroknûsên xwedî kitêb: 6= ez û em: sîdar jîr 7= qapax: lorîn s. doğan 8= barûya çil tebeq: lokman ayebe 9= ewrên bilind: cîhan roj 10=nxwşxn: yaqob tilermenî 11=mirinek nermijî di mesîla evînê de: dîlawer zeraq 12=bêexleq: h. kovan baqî

12 çîrok 12 çîroknûs; bi zimanê xwe yî jirêderketî, bi şêwaz û fîksîyona xwe yî cîhêreng, bi sêwirîna xwe yî xerîb, li benda xwînerên xwe ye. Fermo dîwana edebîyata sererd û binerd, coxrafyayên nekişifkirî û edeb û bêedebiya nivîsê-nivîsînê.

perde: roman Cîhan Roj, vê carê jî bi romanekê hat û li miqabilî me sekinî. Cîhan roj, di vê romana xwe de, bêyî ku bi tûmerî ji şêwaza xwe bi dûr keve, li ser koka xwe sekiniye û çav dike Vircinia Woolf. Guhê xwe dispêre zemên û li nihirîna Woolf guhdar dike. Sewta nihirîna Woolf vediguhêzîne guhê xwînêr. Woolf texlît nake. Wek referans dihesibîne. Bi ziman û çavdêriyeke realîst, radihêle xwînêr û di nava Stembol û Diyarbekirê de dibe û tîne; xwîner, ne ji te’ama çavdêrî û vegotinên fantastîk bêpar dimîne û ne ji hisandina teknîka veherikîna şiûrê dûr dimîne. Cîhan, di vê romanê de, ji merhaleyekê bi rê ketiye û berê xwe daye merhaleyên dîtir. Ji bûyer û portreyan bêtir, takekesî heye; serhiş û binhişê Gulten heye. Kerem bikin dehlîz û maxzenîk û tarîstana binhiş.