1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. Ji Weşanxaneya Ronahî berhema 8’ê Adarê
Ji Weşanxaneya Ronahî berhema 8’ê Adarê,ji,weşanxaneya,ronahî,berhema,8,ê,adarê

Ji Weşanxaneya Ronahî berhema 8’ê Adarê

Weşanxaneya Ronahî bi boneya 8ê adarê berhemeke Furûx Ferroxzad weşand

A+ A-

Weşanxaneya Ronahî bi boneya 8ê adarê berhemeke Furûx Ferroxzad weşand. Furûx Ferroxzad ku xwe weke “Dengê jinên kerr û lal” bi nav dike di rojhilata navîn de wekî semboleke azadiya jinê tê pejirandin. Berpirsê Weşanxaneya Ronahî Mihemed Ronahî wiha diyar kir “ Di rojhilata navîn de Furûx Ferroxzad wekî remza azadiya jinê tê zanîn û wêjekareke gelekî girîng e. Me weke weşanxane xwest ku em berhema wê bi boneya 8’ê adarê ji jinên kedkar yên kurd re bikin diyarî” Berhema wê ya ku bi navê “Em Baweriyê Bi Destpêka Demsala Sar Bînin” ji aliyê Cewad Pale û Muhsîn Ozdemîr ve hatiye wergerandin. Edîtoriya wê jî Roşeng Rojbîr kiriye. Berhem ji 44 rûpelan pêk tê.