1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. Ji Weşanxaneya Ronahî berhemeke nû!
Ji Weşanxaneya Ronahî berhemeke nû!,ji,weşanxaneya,ronahî,berhemeke,hêja,derçû

Ji Weşanxaneya Ronahî berhemeke nû!

A+ A-

Ji Weşanxaneya Ronahî vê hefteyê berhemeke hêja derket. Nivîskar Enwer Karahan ku beriya niha xwediyê heft berheman e vê hefteyê bi Weşanxaneya Ronahî dengê xwe dubare gihand xwendekarên xwe. Vê carê bi şêwaza vegotinê berhemek bi navê “Mêlav”ê nivîsî û di vê berhemê de hestên penaberekî ku piştî bîst û salekê vedigere welatê xwe dan vegotin. Berhema wî ji 100 rûpelî pêk tê û edîtoriya berhemê ji aliyê Mihemed Ronahî ve hatiye kirin. Taybetiya zimanê nivîskar Enwer Karahan ew e ku bi rastî jî zimanekî herikbar û kurmancî bi kar tîne di berhemên xwe de. Xwendekarên kurd dema vê berhemê bixwînin dê ji jiyana xwe gelek tiştan din av berhemê de bibînin.