1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. Ji Weşanxaneya Ronahî du pirtûkên helbestan
Ji Weşanxaneya Ronahî du pirtûkên helbestan,ji,weşanxaneya,ronahî,du,pirtûkên,helbestan

Ji Weşanxaneya Ronahî du pirtûkên helbestan

Weşanxaneya Ronahî vê hefteyê du pirtûkên helbestan yên nivîskar Welat Dilken bi hev re weşandin

A+ A-

Weşanxaneya Ronahî vê hefteyê du pirtûkên helbestan yên nivîskar Welat Dilken bi hev re weşandin. Bi navê “29 kul 29 gul” û “Siya Derizî” herdu berhemên Welat dilken vê hefteyê ji Weşanxaneya Ronahî gihîşt ber destê helbesthezan. Wek hemû helbestvanên kurd Welat Dilken jî li ser du hêmayên bingehîn ava kiriye tevna helbestên xwe: Evîn û Welat du hêmayên sereke ne di herdu berheman de û li ser van herdu hêmayan tevna helbesta xwe li dar xistiye Welat Dilken. Di helbestên Welat de carina meriv pêrgî hêrseke dagirtî tê, carina pêrgî hêviyê, carina jî pêrgî bêariyê tê. Wiha tîne zimên di helbesteke xwe de rewşê Welat; “ 29 gul vebûne li şûna 29 kulan”