1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. Ji Weşanxaneya Ronahî du pirtûkên nû
Ji Weşanxaneya Ronahî du pirtûkên nû,ji,weşanxaneya,ronahî,du,pirtûkên,nû

Ji Weşanxaneya Ronahî du pirtûkên nû

Weşanxaneya Ronahî ya ku navenda wê Amed e vê hefteyê du pirtûkên nû pêşkeşî zarokên kurd kir.

A+ A-

Herdu pirtûk jî yên zarokan in. Pirtûka yekem pirtûka Mamoste Heciyê Cindî ya bi navê “Hikyatên Cime’ta Kurda” ye. Ya duyem jî pirtûka Tolstoy ya bi navê “Çîvanok”e. Berhema mamoste Heciyê Cindî di heman demê de yekem çîrokên zarokan yên kurdî ne. Di sala 1935’an de yekem car bi tîpên kîrîlî hatiye weşandin. Mamoste Hecî gund bi gundên Kurdistana Sor geriyaye û van çîrokana ji zarbêjan wergirtiye. Çîrokên di vê kitêbê de bi awayekî me ji kal an pîrên xwe guhdarî kirine. Ji ber wê jî hemû çîrokên vê berhemê nas tên bi meriv. Taybetiya vê berhemê ya wekî din zimanê wê ye. A rastî jî berhema Mamoste Hecî bi zimanekî ku em dikarin jê re bêjin “Kurmanciya reş” hatiye nivîsandin. Gelek peyvên mirî di vê kitêbê de vedijîn. Berhema din ya bi navê Çîvanok’ê berhema Tolstoy e û ji zimanê Rûsî bi arava Tosinê Reşîd hatiye wergerandin. Hemû çîrok yên Tolstoy bixwe ne. Tolstoy di gundê xwe de ji bo ku zarokên derdora wî fêrî xwendinê bibin van çîrokana dinivîse û bi wan dide xwendin. Di heman demê de mamostetiyê dike ji wan re bi van kitêban. Ev berhem bi şêwazeke dîdaktîk hatiye nivîsîn. Wergera wê jî bi kurdiyeke tekûz ji aliyê Mamoste Tosinê Reşîd ve hatiye kirin.