1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. Ji Weşanxaneya Ronahî şeş pirtûkên kurdî
Ji Weşanxaneya Ronahî şeş pirtûkên  kurdî,ji,weşanxaneya,ronahî,şeş,pirtûkên,kurdî

Ji Weşanxaneya Ronahî şeş pirtûkên kurdî

A+ A-

Weşanxaneya Ronahî ya ku beriya du salan li Amedê ji aliyê Mihemed Ronahî ve hat avakirin, şeş kitêbên kurdî bi carekê weşandin. Ji van şeş kitêban du heb yê helbestan in, du heb roman in, du heb jî lêkolîn in.

Ji helbestan ya yek bi navê “Navekî kuştî ji navên te yên kesk bûm” ji aliyê Ehmed Huseynî ve hatiye nivîsîn. Ehmed Huseynî vê dîwana xwe li ser Şêxê Şehîdan Şêx Maşûq Xeznewî nivîsiye û berhema xwe diyarî wî kiriye. Berhem bi tevahî ji helbestekê û “Êşgotin”ekê pêk tê.. Helbesta din ya Şêxmûs Sefer e. Şêxmûs Sefer dîwana xwe ji 46 helbestan pêk aniye. Herdu dîwanên helbestê jî bi editoriya Mihemed Ronahî derçûne. Ji herdu romanan ya bi navê “Li Peravên Torê, Torên Evînê” romana Çidem Baranê ya yekemîn e. Çidem Baran’ê di pêşbaziya çîroakn ya Abdulah Dûran de xelata yekemîniyê girtibû û niha jî di bîst û pênc saliya xwe de romana xwe ya ewilîn derxist. Romana wê li herêma Torê diqewime. Çand jiyan û civaka herêma Torê û têkiliyên wê deverê bi awayekî wêjeyî li pêş çavan raxistiye. Bi gotina wê romana “evîneke serjêkirî” hûnaye ji xwendekêr re. Editoriya romanê Fatma Savci’yê kiriye. Romana duyem ya bi navê “Guhar”ê. Romana Eyub Guven ya duyem e. Eyub Guven di vê romana xwe de qira Ermeniyan bi awayekî wêjeyî girtiye dest û ji wê trajediyê perçeyek li tevna xwe xistiye. Edîtorê romanê Mihemed Ronahî ye. Berhema 5. ya Weşanxaneya Ronahî ya Helîm Yûsiv e. Helîm Yûsiv berhemeke gelekî bikêrhatî û pêwîst amade kiriye ji bo meraqdar û hezkerên wêjeya kurdî. Berhema wî bi navê “Romana Kurdî” ye. Di vê berhema xwe de dîrok û pêvajoya romana kurdî, qonaxên romana kurdî yek bi yek girtiye dest û xebateke berfireh li ser roman kurdî kiriye. Ji romana kurdan ya ewil heya yên sala 2010’an hemû nivîsîne û fikrên xwe yên di derbarê romana kurdî de rêz kirine. Editorî kitêbê Mihemed Ronahî ye. Lêkolîna din li ser felsefeyê ye û Lêkolînerê kurd Abdulqadîr Gok li ser felsefeyê xebat kiriye û dîroka felsefeyê, şaxên felsefeyê, û beşên wê yek bi yek girtine dest. Editorê vê berhemê jî Mihemed Ronahî ye.