1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. Ji Weşanxaneya Sîtav 9 pirtûkên kurdî yên zarokan
Ji Weşanxaneya Sîtav 9 pirtûkên kurdî yên zarokan,ji,weşanxaneya,sîtav,9,pirtûkên,kurdî,yên,zarokan

Ji Weşanxaneya Sîtav 9 pirtûkên kurdî yên zarokan

A+ A-

AMED (DÎHA) - Weşanxaneya Sîtav di bin çavdêriya psîkolok û pedagok de 9 pirtûkên zarokan amade kirin û çap kirin. Pirtûk li gorî cîhana zarokan hatin amadekirin.

Xebatên li ser zimanê kurdî û amadekirina pirtûkên perwerdehiya kurdî ji aliyê gelek derdoran ve tên amadekirin. Êdî di fuarên pirtûkan de berherêmên kurdî hatin amadekirin rastî eleqeyên mezin tên. Êdî di nav berhemên tên amadekirin de pirtûkên zarokan jî cih digirin. Ev yek jî ji bo zarok li ser zimanê zikmakî fêrbûna xwe amadek bikin gelek girîng e. Weşanxaneya Sîtav a ku li Wanê jî pirtûkên kurdî yên zarokan amade dike û çap dike 9 pirtûkên Nivîskar Samed Behrengî yê Îranî yên zarokan wergêrandin kurdî û çap kirin. Pirtûkên ji bo zarokan hatin amadekirin di bin çavdêriya psîkologekî pispor û pedagokekî zarokan ve hatin adaptekirin û li gorî pedogojiyê hatin amadekirin. Di pirtûkan de kurdiyekî gelek dewlemend, resen û herîkbarî hate bikaranîn. Pirtûkên hatin çapkirin tenê xîtabî zarokan nake di heman demê de xîtabî mezînan jî dikin. Girîngiya nivîskar Samed Behrengî yek jî ev e. Weşanxaneya Sîtav a ku piranî ji bo zarokan hewildide pirtûkên kurdî çap bike, pirtûkên Nîvîskarê navdêr Samed Behrengî ji bo zarokan amade kirin û çap kir.

Samed Behrengî bi pirtûkên xwe yên zarokan di qada navnetewî de nav daye. Kêm kes wekî wî ketine cîhana zarokan. Wergerandina neh (9) pirtûkên wî ji bo kurdî dê kêfxweşiyeke mezin bide zarokên kurdan. Pirtûk her çiqas werger bin jî li kurdî hatine adaptekirin.

Weşanxaneya Sîtav niha jî nêzî bîst (20) pirtûkên zarokan ji çapê re amade dike. Di nava wan de çîrokên Ezop, çîrokên çanda kurdî ya gelêrî, ji bîst welatan bîst çîrok û hwd. hene. Di demeke kin de Weşanxaneya Sîtav dê wan jî pêşkêşî zarokên kurdan bike.

Pirtûkên Samed Behrengî ku li kurdiyê hatine adaptekirin ev in:

1)-Xoxek Hezar Xox 2)-Rastî û Nîgaşa Rojekê 3)-Çîroka Hezkirinê 4)-Masiya Reş a Biçûk 5)-Zarokê Silkfiroş 6)-Kevokvanê Keçel 7)-Stêrê û Pitika Axivêr 8)-Stêrê û Qirik 9)-Serpêhatiyên Kuliyeke Berfê

(bd/mae)