1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. Ji Weşanên Aram 14 pirtûkên nû
Ji Weşanên Aram 14 pirtûkên nû,ji,weşanên,aram,14,pirtûkên,nû

Ji Weşanên Aram 14 pirtûkên nû

A+ A-

Ji Weşanên Aram pirtûka “Mavî Ring” a Fûat Kav, “Em Bûn Baran” a Mizgîn Ronak, “Uygarlığın Doğuşnda Kültür Ve Kürtler” (Di Hilatina Şaristaniyê de Çand û Kurd), Dilê Min ne Dîn e ya Rizoyê Xerzî û “Ekolojîk Toplûm” (Civaka Ekolojîk” jî di nav de bi giştî 14 pirtûkên nû derketin.

14 pirtûkên derbarê mijarên cûda de ji Weşanên Aram derket. Di nava van de roman, çîrok, lêkolîn, çîrokên rastîn, helbest û analîz hene.

14 pirtûkên nû derketin wiha ne:

1-Mavi Ring-Fuat KAV

Ango Rînga Şîn, çîroka rastiya jiyana li girtîgehê ye. Di pêvajoya 20 salan de ligel berxwedan teslîmyet û lehengiyê vedibêje.

2- Bazara Elman: - Ahmet BİLGE

Ji çîrokên mîtolojîk pêk tê. Nivîskar di pirtûka xwe de bi du çîrokan behsa desthilatiya ku beriya 5 hezara salan binyata wê hatî danîn dike.

3-Em Bûn Baran -Mizgîn RONAK

Ev pirtûk qala rojek a du gêrîlayan an jî bîranîna du gêrîlayan dike. Rastiya me û rastiya gelê me di vê pirtûkê de heye. Piraniya van bûyeran qewimîne. Li cihên ku zor û tundî lê heyî nakokî dikare bi hêsanî were dîtin. Demek wisa bû ku her kes digot “şer” û diçû. Û her çendî êş û janên şerê domdirêj pir bin, tiştên şer ên xweş jî hene.

4-Civaka Ekolojîk (Ekolojik Toplum)-Fethi SUVARÎ

Bi vê xebatê mirov careke din têdigehe ku nêzîkahiya li ekolojiyê watedarkirina jiyan û cîhanê ye.

5-Uygarlığın Doğuşunda Kültür Ve Kürtler (Di Hilatina Şaristaniyê de Çand û Kurd) - M Sait YILDIRIM

Li hemberî tune hesibandina rastiya Kurdan, nivîskar derbarê Kurdan de lêkolînek pir berfireh û kûr pêk aniye.

6-Bênav- Sıvalı Öyküler (Çîrokên Seyandî)

Ev pirtûk ji çîrokên cûda ên bi Kurdî û Tirkî yên ji girtîgehên cûda ji bo pêşbaziya çîrokan li girtîgeha Semûsrê ya bi navê Jiyanadina Medîne MEMÎ ya ku li Semmûrê bi saxî di bin navê namûsê hatibû binaxkirin, hat lidarxistin re hatibûn şandin pêk tê.

7-Demokratik Komünalizm ve Modernist Paradigmanın Eleştirisel Analizi- (Analîza Rexngerî ya li Paradîgmaya Demokratîk û Komunalîzma Demokratîk) Suat Gökalp

Nivîskar di pirtûkê de hemû aliyên Paradîgmaya Komunalîsta Demokratîk bi berfirehî vedibêje. Her wiha cih dide rexne û modelên çareseriyê jî.

8-Demokratik Konfederalizm Anaçlığın Toplumsallıktaki Rolü ve Önemi (Di Civakbûnê de Rol û Girîngiya Makebûna Konfederalîzma Demokratîk)- Cahit İLBOĞA

Pirtûk qala Koledarî, Çînîkirina Hiqûqa Polîzîtîf, Ol, Siyaset, Zanîst û Konfederalîzma Demokratîk dike û balê dikişîne ser girîngiya modela “Konfederalîzma Demokratîk

9-Günaydın Yeryüzü-(Rojbaş Rûerd) İlhan Sami ÇOLAK

Ev pirtûk ji helbestan pêk tê. Bi zimanê wêjeyî ber bi demek nêzîk ve dikeve ser rê.

10-Siya Şikestûnê Turcel- Hogir BERBIR

Ev pirtûk pêşenivîsara romanekê ye û xelayên din ava romanekê de ye. Rastiyek a jiyanê ye. Biryara rast hûn piştî xwendina pirtûkê bidin.

11-Dilê min ne Dîn e- Rizoyê Xerzî

Ev yekemîn pirtûka Rizoyê Xerzî ya tê weşandine. Xerzî di vê pirtûka xwe de bêrkirin, hêvî û dilşkestinên xwe bi xweşiktirîn peyvan vedibêje. Rizoyê Xerzî, di pirtûka xwe de bi awayek metaforîk dînîtiyê bi kar tîne û bi awayek Foucaultvari dînîtiyê tehlîl dike.

12-Tehma Xelîye – İlhami Sidar

Ev roman salên 1500 de têkiliya kurdan bi riya dîrokzanê kurd Şerefxan Bedlîsî vedibêje. Sîdar piştî vegotina Bedirxan Begê Cizîra Botan û Begên Meyafarqînê, qala Şerefxanê Bedlîsî dike.

13-Diyarbakır Zindanları 1-2- (Zîndanên Amedê) Muzaffer AYATA

Nivîskar di bê pirtûkê de qala berxwedan û pêngavên Zîndana Amedê ya ku di dîroka tekoşîna Kurdan de pir girîng e dike.

14-Efendi Devletten Demokratik Topluma- (Ji Dewleta Efendî ber bi Civaka Demokratîk ve) Ali KOÇ, Umut BEYAZ

Nivîskar qala dewletê dike. Her wiha qala zîhniyeta dewletê, hemû aliyên wê yên li berçav dike.

ANF NEWS AGENCY