1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. Ji Weşanên Ronahî 6 Pirtûkên Nû
Ji Weşanên Ronahî 6 Pirtûkên Nû,ji,weşanên,ronahî,6,pirtûkên,nû

Ji Weşanên Ronahî 6 Pirtûkên Nû

Bi nêzîkbûna Fuara Pirtûkan re weşanxaneyên kurd li pey hev pirtûkên kurdî çap kirin. Ji vê pêşbaziyê Weşanxaneya Ronahî jî dûr nema û bi 6 pirtûkên nû beşdar bû.

A+ A-

Weşanxaneya Ronahî ya ku beriya du salan li Amedê ji aliyê Mihemed Ronahî ve hat avakirin, şeş pirtûkên kurdî bi carekê re weşandin.

Ji van şeş kitêban du heb ên helbestan in, du heb roman in, du heb jî lêkolîn in.

Ji helbestan a yekem bi navê "Navekî Kuştî Ji Navên Te Yên Kesk Bûm" a Ehmed Huseynî ye. Ehmed Huseynî vê dîwana xwe li ser Şêxê Şehîdan Şêx Maşûq Xeznewî nivîsiye û berhema xwe diyarî wî kiriye.

Berhem bi tevahî ji helbestekê û "Êşgotin"ekê pêk tê.

Pirtûka din a helbestan a Şêxmûs Sefer e. Şêxmûs Sefer dîwana xwe ji 46 helbestan pêk aniye. Her du dîwanên helbestê jî bi editoriya Mihemed Ronahî derçûne.

Ji her du romanan ya bi navê "Li Peravên Torê, Torên Evînê" romana Çîdem Baranê ya yekemîn e. Çîdem Baranê di pêşbaziya çîrokan a Abdulah Dûran de xelata yekemîniyê girtibû û niha jî di bîst û pênc saliya xwe de romana xwe ya yekem pêşkêş dike. Romana wê li herêma Torê diqewime. Çand jiyan û civaka herêma Torê û têkiliyên wê deverê bi awayekî wêjeyî li pêş çavan raxistiye. Bi gotina wê romana "evîneke serjêkirî" hûnaye ji xwendekêr re. Roman bi edîtoriya Fatma Savciyê derketiye.

Romana duyem ya bi navê "Guhar"ê. Romana Eyub Guven a duyem e. Eyub Guven di vê romana xwe de qira Ermeniyan bi awayekî wêjeyî girtiye dest û ji wê trajediyê parçeyek li tevna xwe xistiye.

Romana Kurdî
Berhema 5’an a Weşanxaneya Ronahiyê ya Helîm Yûsiv e. Helîm Yûsiv berhemeke gelekî bikêrhatî û pêwîst amade kiriye ji bo meraqdar û hezkerên wêjeya kurdî. Berhema wî bi navê "Romana Kurdî" derket.

Di vê berhema xwe de dîrok û pêvajoya romana kurdî, qonaxên romana kurdî yek bi yek girtiye dest û xebateke berfireh li ser romana kurdî kiriye. Ji romana kurdan a pêşî heta yên sala 2010’an hemû nivîsîne û fikrên xwe yên di der barê romana kurdî de rêz kirine.

Lêkolîna din li ser felsefeyê ye û lêkolînerê kurd Abdulqadîr Gok li ser felsefeyê xebat kiriye û dîroka felsefeyê, şaxên felsefeyê û beşên wê yek bi yek girtine dest.