Ji Yenigun 3 pirtûkên kurdî
AMED (DÎHA)- Mamosteya Kurdî-Der'ê Rûken Sarili 2 pirtûkên çîrokan ên nû amade kir û çap kir. Mamosteyê Kurdî-Der'ê Îrfan Dilbirîn jî bi navê "Derengiya Şevê" pirtûkek helbestan çap kir.
Ji çapxaneya Yenigun 2 pirtûkên çîrokan ên bi karîkatorên rengîn hatin çapkirin. Du pirtûk jî yên çîrokan ji aliyê Mamosteya Kurdî-Der'ê Rûken Sarili ve hatine amadekirin, hatin çapkirin.
Pirtûka Çîrokan a bi navê "Mar û Mirov" têkiliya sewal û mirovan bi zimanê fabl şirove kiriye. Her wisa ev çîrok bi alîkariya xêz û wêneyên ku ji aliyê karîkatorist Rûşen Sarili ve hatiye xêzkirin hatiye hûnandin.
Pirtûka duyemîn a bi navê "Aqil" jî aliyê jiyana civakî vedibêje. Her du pirtûk bi zimanekî xweş û hêsan hatine nivîsandin. Dema mirov van çîrokan dixwîne şevên zivîstanê dema ku pêşiyên me li ber sobeyê rûdiniştin û heta derengê şevê çîrok vedigotin tên hişên mirov. Çîrok, di nav civakê de gelek rastiyan vedibêjin û her wiha paşerojê ji pêşeroje re vedibêjin.
Pirtûka helbestan a bi navê "Derengiya Şevê" ya mamosteyê Kurdî-Der'ê Îrfan Dilbijîn a ji 101 helbastan pêk tê. Dilbirin di helbestên xwe de li bersiva evînê digere.
(ft/mae)