1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji çar aliyan êrîşî taxên Cûdî û Nûrê dikin
Ji çar aliyan êrîşî taxên Cûdî û Nûrê dikin,ji,çar,aliyan,êrîşî,taxên,cûdî,û,nûrê,dikin

Ji çar aliyan êrîşî taxên Cûdî û Nûrê dikin

A+ A-

ŞIRNEX (DÎHA) - Li taxên Cûdî û Nûrê yên li Cizîrê êrîş bi şev heta serê sibehê berdewam kir û bi tank û çekên giran êrîşî taxan hatin kirin. Li ser cadeya Hezexê jî gelek wesayît bi tankan ve hatin hedefgirtin û hatin şewitandin.

Li navçeya Cizîr a Şirnexê êrîşên hêzên dewletê bi şev jî berdewam kir. Ji ber topebarana ji tankan hate kirin hin mal hatin şewitandin. Li cadeya Hezexê jî tankên ku hatine bicihkirin wesayît kirin hedef. Dİ encaka topebarana ji tankan gelek wesayît şewitîn.

Ji çar aliyan êrîş

Li taxên Cûdî û Nûrê ku êrîş zêde ne ji Tabura Tank, Girê Evînê, Fabrîkaya Ard û lojmanên polîsan ji çan aliyan bi tank û çekên giran ve êrîş tên kirin. Li dijî êrîşan li taxan berxwedana gel jî berdewam dike. Li taxên din jî ji bo piştgiriya texên di bin êrîşê de ne dirûşm tên berzkirin.

(sa)