1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Ji Şengalê heta Sûrê koçberî bi wêneyan xêz kir
Ji Şengalê heta Sûrê koçberî bi wêneyan xêz kir,ji,şengalê,heta,sûrê,koçberî,bi,wêneyan,xêz,kir

Ji Şengalê heta Sûrê koçberî bi wêneyan xêz kir

A+ A-

DÎHABER/STENBOL - Wênesaz Gulûzar Kiliç di pêşengaha xwe ya bi navê "Koçberî tercîhek nîne" de koçberiya ji Şengalê heta Sûrê xêz kir. Kiliç diyar kir ku bi komek hevalên xwe ve ji bo pêşangehekî bi navê "Ji şer re na" amadekariyê dikin.

Wênesaza bi xelat Gulîzar Kiliç (60) koçberîn di dîroka nêz de hatine jiyîn bi tuala xwe xêz kir. Kİliç a li Navenda Çandê ya Turkan Saylan a li navçeya Maltepeyê ya Stenbolê pêşangeha bi navê "Koçberî tercîhek nîne" vekir, koçberiya ji Şengalê heta Cizîr û Sûrê bi wêneyan xêz kir.

Kiliç a ku beşa aboriyê qedandiye diyar kir ku beravayî karên hesaban di nava demê de berê bi temamê daye hunerê û wiha got: "Wêne xêzkirin ji bo min tenê hobiyek nîne di heman demê de terzê îfadekirinê ye."

Kiliç a li Eskîşehîrê bi dayîk bûye anî ziman ku ji lîseyê hate niha eleqeya wê ji bo wêneyan çêbûye û her çûye pêş xistiye. Kiliç a demeke dirêj li Meclîsê muşawîrê serokatiyê kiriye piştî ku teqawît bûye bi temamî wêne çêkiriye. Kiliç a jibili pêşangehên giştî 13 pêşangehên cuda vekiriye, di her pêşangehekî de jî bal kişandiye li ser birînên civakî û pirsgirêkên civakî kiriye mijara wêneyan.

MEXDÛRÊN KOÇBERIYÊ: JIN Û ZAROK

Di pêşangeha dawî ya Kiliç a bi navê "Koçberî tercîhek nîne" de jî berhemên ku koçberiyê vedibêje cih digirin. Di pêşangehê de ya herî zêde balê dikişîne jî wêneyên jinan e. Di hîn wêneyan de dayikên bi derguşên hembêzên xwe li ser riya Şengalê ne, di hinekan de jî rastiya şer tê vegotin hene. Dîsa di wêneyan de xala din a balê dikişîne jî zarok in. Zarokên ku li kolanên Sûrê dilîzin bûne mijara wêneyan.

BAJARÊ KOÇBERIYAN: ESKÎŞEHÎR

Kiliç destnîşan kir ku koçberî ji destpêka dîroka mirovahiyê heta niha mijarekî rojane ye, hin kes mucbûr dimînin hin kes jî ji ber şertên jiyanê tên koçberkirin. Kiliç diyar kir ku bajarê wê Eskîşehîrê gelek koçber dijîn ew di bin bandora vê yekê de mezin bûye ev yek ji bo wê mijareke hesas e.

PROJEYA NÛ: JI ŞER RE NA!

Kiliç got ku piştî vê pêşangehê dê dest bi projeyeke nû bike û bi komek hevalên xwe ve amadekariya pêşangeha bi navê "Ji şer re na" dikin. Kiliç diyar kir ku hêvidar e di pêşerojê de ji bûyerên rengîn û bênha mirov vedike îlhamê bigire û wiha axivî: "Dibe ku salên pêş ez ê wêneyên aştî, azadî û cejnên dilşad jî xêz bikim. Xêz nekim jî hêvîdar im wênesazên ciwan vî xêz bikin."

Pêşangeha ku di 8'ê Sibatê de dest pê kir dê heta 15'ê Sibatê bidomê.