1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Jin berê xwe didin sînorê bi Kobanê
Jin berê xwe didin sînorê bi Kobanê,jin,berê,xwe,didin,sînorê,bi,kobanê

Jin berê xwe didin sînorê bi Kobanê

A+ A-

RIHA - Bi boneya 25’ê Mijarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li hember Jinan, jin dê tevlî berxwedana ku ev 62 roj in li ser sînor didome bibin. Jinên ku bi rojane li sînor nobetê digirin bi boneya rojê wiha gotin: “Êrîşên DAIŞ’ê li dijî jinan e. DAIŞ ya ku êrîşî Kobanê dike, dixwaze jiyan azad û demokratîk a jinan tune bike. Berxwedana li Kobanê ji bo rizgariya hemû mirovahiyê ye. Ji ber vê yekê divê hemû jin bêne ser sînor."

Jinan bang li hemû jinan kirin ku di 25’ê Mijdarê de hemû jin bên sînor.

Taybet Ter ya 50 salî da zanîn ku jin di her demê de ji aliyê zîhniyeta mêr ve tên pelçiqandin û got ew ji Hezex a Şirnexê tevlî çalakiyê bûye. Ter wiha got: “ Êrîşên DAIŞ’ê berdewama şîdeta mêr a ji dîrokê de hatiye. Kader Ortakaya jî ji aliyê heman zîhniyetê ve hat qetilkirin. Zilm ji ku bê bila bê heman e. Di bin wê de zîhniyetek mêr heye. Ne DAIŞ’ê, leşkerên Erdogan Kader qetil kir. Kaderê ne bi Erdogan re bi DAIŞ’ê re têdikoşiya. Lê Erdogan ew qetil kir û rengê xwe diyar kir.

Taybet Ter bang li hemû jinên cîhanê kir ku bi armanca ku bertekên xwe yên li dijî qetilkirina Kader Ortakaya û êrîşên DAIŞ’ê biqîrin bila bên sînor.

Xwedî li berxwedana YPJ’ê derkevin

Fedîla Margaz a 55 salî ku ji Hezex a Şirnexê ji roja destpêkê ya berxwedanê de hatiye, diyar kir ku sedema wê ya herî mezin a hatiye vir ev e ku berxwedana jinên YPJ’ê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê ye. Margaz destnîşan kir ku ew li dijî berxwedana jinên YPJ’ê heyran maye û wiha berdewam kir: “Ji bo piştgiriya şervanên YPJ’ê divê hemû jin di 25’ê Mijdarê de li vir bin. Hûn tiştekî nekin jî qet nebe rojekê werin sînor û piştgiriya xwe bidin YPJ’ê. Ev ê bibe moral. Ew bi mehane li wir ber xwe didin. Divê ti jin vê derê vala nehêle.”

Hemû jin dakevin qadan

Ji dayikên Aştiyê Leyla Aslan ya 60 salî ku ew jî ji Hezexê hatiye, got ku ew ji salên destpêkê ya tevgera azadiya Kurd de di xebatan de cih girtiye û ev têkoşîna li sînor tê dayîn jî kevneşopiya têkoşîna ku bi salan tê dayin. Aslan jî got ku divê hemû jin di 25’ê Mijdarê de dengê xwe bilind bikin û DAIŞ’ê protesto bikin. Alan wiha berdewam kir: “Tişta ku jin bixwaze û neke tune. Jinên ku berê nikaribûn derkevin derve, niha zarokên xwe ji hevserê xwe re dihêlin û diçin sînor û têdikoşin. Jin bila li pey baweriyê xwe bin."

Ji jinên YPJ’ê biqîrîn

Salîha Tekel a 40 salî ku ew jî ji Hezexê hatiye got ku divê di 25’ê Mijdarê de li dijî çeteyên DAIŞ’ê ku jinê Şengalê firotin û qetilkirin dakevin qadan û dengê xwe bikind bikin. Tekel da zanîn ku jinên Kurd ev 30 sal e têdikoşin û divê ji bo jinên YPJ’ê jî hestiyar tevbigerin û ji her derê cîhanê berxwedana YPJ’ê bê silavkirin.