1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. 'Jin bi heman rêbazê tên qetilkirin’
'Jin bi heman rêbazê tên qetilkirin’,jin,bi,heman,rêbazê,tên,qetilkirin

'Jin bi heman rêbazê tên qetilkirin’

“Dema mêrek dibîne di cinayeta jinekê de ceza hindik tê dayîn, bi heman rêbazê jineke din qetil dike.”

A+ A-

ÎZMÎR (DÎHA) - Parêzer Perîhan Kayadelen dest nîşan kir ku di cinayetên jinan de dayîna cezayên texilker pêşiyê li qetilkirina jinan vedike û wiha got: “Dema mêrek dibîne di cinayeta jinekê de ceza hindik tê dayîn, bi heman rêbazê jineke din qetil dike.”

Li Tirkiyeyê di demên dawî de her diçe qetilkirina jinan zêde dibe. Di serdema hikûmeta AKP’ê de di cinayeta jinan de rêje ji sedî hezar û 500 zêde bûye û her wiha jin bi heman rêbazan tên qetilkirin. Endama Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînên û Komeleya Huqûqnasên Hemdem (ÇHD) Parêzer Perîhan Kayadelen dest nîşan kir ku, sedemaherî girîng a zêdebûyîna cinayetên jinan nêrîna nêrzayî, daxistinên tehrîkî yên neheq û daxistinên rewşa baş e.

Kayadelen diyar kir u, di cinayetên jinan de sedema herî bingehîn xwestina biryardayîna ji di warê jiyan xwe de û anî ziman ku, ji ber xebatinîa jinê, devjêberdan tê astengkirin, gelek jin ji aliê mêran ve tên qetilkirin. Kayadelen dest nîşan kir ku, têgeha cinayeta jinê diyardeyeke civakiyî ye û anî ziman ku, di dozên cinayetên jinana de herî zêde parêziyên wek “gotin avêtin rûmeta min î mêraniyî”, “min xapand” xwe didin der.

'Di cinayeta jinan de heman rêbaz tên bikaranîn’

Kayadelen a ku got mêr bi van parêziyan ji daxistina tehrîka neheq mefadar dibe dest nîşan kir ku, meseleya daxistina tehrîka neheq di cinayeta jinan de pirsgirêgeke pir cidî ye. Kayadelen da zanîn ku, ev rew di cinayetên jinan de dibe sedema hişmendiyeke kolektîf û wiha axivî: “Piştî Munevver Karabûlût bi birekê hat qetilkirin, gelek jin bi birekê hatin qetilkirin. Piştî Ozgecan Aslan hat şewitandin, vê carê jin bi şewitandinê hatin qetilkirin. Mêrê ku dibîne ceza hindik e, rêbazên ku ji hev hîn bûne bi kar tînin.”

'Zimanê daraza nêrzayî rê li ber cinayetên jinan vedike’

Kayadelen diyar kir ku, bi awayekî zêde darza nêrza ye û dest nîşan kir ku, ev mêran wêrek dike û got, heta ev tewrê nêrzaî ji holê ranebe dê cinayetên jinan jî kêm nebin. Kayadelen dest nîşan kur ku, ji bo astengkirin cinayetan divê bia wayekî çalak qanûn bên sepandin û wiha got: “Çimkî mêr bi hincetên wek min xapand, rûmeta min bin pê kir û hwd. difikire ku dê jin li ber çavên dadgehê bêqîmet bibe û ew ê 3-5 sal ceza bigire. Ev tiştekî texilker e, lê bereksê wê rê li ber cinayetên jinan vedike.”

'Di serdema AKP’ê de cinayetên jinan ji %1500 zêde bû’

Kayadelen diyar kir ku, di civaka Tirkiyeyê de mêr cîhaneke ku li gor rol û rista li xwe bar kiriye ava kiriye û dest nîşan kir ku, polîtîkaya jinê ya hikûmetê jî bandorê li ser cinayetên jinan dike. Kayadelen anî ziman ku, ji bo guherandina rojevê têkildarî pirsgirêka jinê vegotinên nêrzayî tên bikaranîn û wiha got: “Ji xwe muhafazakariyek zêde li civakê hasil bûye. Ev vegotin -ji ber şort li xwe kiriye li otobêsê jin rastî pehînan tê- dibe sedema avakirina civakeke curetkkar. Di serdema hikûmeta AKP’ê de cinayetên jinan ji %1500 zêde bûye. Di vê de bandora zimanê nêrzayî zêde ye.”

(red)