1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. 'Jin di bin bandora erdhejê de man'
'Jin di bin bandora erdhejê de man',jin,di,bin,bandora,erdhejê,de,man

'Jin di bin bandora erdhejê de man'

A+ A-

Platforma Jinan a Şaxên girêdayî KESK'e ya Manîsayê bi minakebeta 25'ê mijdarê meşek meşaleyî pêk anîn û diyar kirin ku erdheja Wanê heri zêde bandora neyîni li ser jinê kir.

Platrfoma Jinan a Şaxên girêdayî KESK'ê ya Manîsayê li ber avahiya KESK'ê kom bûn. Jinên bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî çalakî pêk anîn dowîzên ''Ji tundiya li ser jinê re bes e", "Jin tên kuştin", "Jin û mêr dest bidin hev û têbikoşin" rakirin. Jinan dîsa pankarta 'Em ne dişînê de ne, em di serhildanê dene", "Em dê kuştinên jinan rawestînin" û "Ji zulim û tundiya li ser jinê bes e vekirin. Jinan bê navber dirûşmeyên "Jin jiyan azadî" û "Bijî piştevaniya jinan" berz kirin. Jinên ku ji avahiya KESK'ê dest bi meşê kirin heta Qada Manolya dawî li meşê anîn. Di çalakiyê de li ser navê jinan Sekretera Jinan a Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Manîsayê Melek Varol, axivî û diyar kir ku li Tirkiyeyê her rojê 5 jin tên qetilkirin. Varol, anî ziman ku li aliyê din jin di qada aborî siyasî, civakî û qadên din de jî rastî tundiyê tên. Varol, bal kişand ser erdheja Wanê û rewşa jinan û wiha got: "Di erdheja Wanê de herî zêde bandora neyînî li ser jinan çê bû. Li aliyekî li zarokên xwe dinerin û xwedî dikin. Li aliyekî xwarinê çêdikin û cil û firaqan dişon. Li aliyê din karê malê dikin û gelek zahmetiyê mezin dikişînin." DÎHA (mae)