1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Jin: Divê em bimeşin Şirnexê
Jin: Divê em bimeşin Şirnexê,jin,divê,em,bimeşin,şirnexê

Jin: Divê em bimeşin Şirnexê

A+ A-

ŞIRNEX (DÎHA) - Li Şirnexê li dijî êrîşên hêzên dewletê 10 roj in berxwedana xwerêveberiyê didome, ji bo ku dorpêça li dijî bajar bê rakirin gel nerazîbûnên xwe didomîne. Jinên ku mecbûr dimîn ji malên xwe derkevin bang li hemû kesan kirin û xwestin ji bo Şirnexê bikevin nava hewldanan.

Li Şirnexê êrîşên qirkirinê yên hêzên dewletê di roja 10'emîn de ye. Li bajarê ku hêzên dewletê bi top, obus û hewanan ve êrîşan pêk tînin gelek mal hatin xirakirin. Li divê êrîşan li bajar berxwedana hêzên YPS û YPS-JIN jî berdewam dike. Jinên ku li dijî dopêçkirin û bombebarana li hemberî bajar nerazîbûn nîşan dan bêyî ku bibe dereng ji bo Şirnexê bangawazî kirin û xwestin hemû kes bikeve niav tevgerê. Jina bi naê Heznî Bayik (45) diyar kir ku li dijî zilma heyî berpirsyariyên ku dikevin li ser milê wan heye û ev tişt anî ziman: "Divê em bi hevre rabin li ser piyan û ber bi Şirnexê ve bimeşin em dikarin dorpêçê rakin, piştgiriyê bidin zarokên xwe û ev tiştên ku diqewimin bidin rawestandin."

Heke em bibin yek dê dorpêç rabe

Bayik anî ziman ku ji ber êrîşan mecbûr mane ji taxa xwe derkevin lê ew li derve dikarin hin tiştan bikin û wiha got: "Em dikarin ji bo Şirnexê hin tiştan bikin. Em dikarin xwedî li kesên li wir mane derkevin. Ew mirovên me ne, zarokên me ne divê em wan di nava tank û topan de nehêlin."

'Divê em bêdeng nemînin'

Bedriye Yildiz jî anî ziman ku dewlet li Şirnexê bi çekên giran û tankan topebaran dike û wiha berdewam kir: "Barê zarokên me yên li Şirnexê giran e. Em dayik divê tiştên ku dekeva li ser milê me pêk bînin. Divê em dest bidin hev û ber bi Şirnexê ve bimeşin." Yildiz bang li hemû kesan kir û xwest ku rabin li ser piyan û wiha axivî: "Divê em li dijî vî zilmê bêdeng nemînin. Li vîr bêdeng rûniştina dayikan bêwate ye. Ji heft salî heta heftê salî divê em hemû ber bi dorpêçê ve bimeşin û deng derxînin."

'Çi pêwîst be divê em bikin'

Asya Yorgun (70) jî dastnîşan kir ku ji ber êrîşên dewletê mecbûr mane derkevin û wiha got: "Divê hemû kes ji bo rakirina dorpêça li Şirnexê dengê xwe bilind bike. Ji bo wan çi pêwîst be divê em bikin, ber bi Şirnexê ve bimeşin. Ez pîr bûme tiştek ji destên min nayê. Lê ji bo rakirina dorpêçê divê hemû kes deng derxîne. Divê em zarokên xwe li wir bi saxî derxînin."

(sa)


Bêjeyên Miftehî