1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. ‘Jin divê li dijî şîdeta mêr xwe rêxistin bikin’
‘Jin divê li dijî şîdeta mêr xwe rêxistin bikin’,jin,divê,li,dijî,şîdeta,mêr,xwe,rêxistin,bikin

‘Jin divê li dijî şîdeta mêr xwe rêxistin bikin’

A+ A-

ENQERE - ANF Berdevka Koordînasyona DOKH’ê Turkan Esen da zanîn ku rawestandina şîdeta li hember jinê, ji rêxistinbûna jinê derbas dibe û got: “Ger AKP bixwaze pêşî li şîdeta li hember jinê bigire, divê astengiyên li pêşiya rêxistinbûna jinê ji holê rake.

Tevgera Jinan a Azad û Demokraktîk (DOKH) îsal ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li hember Jinê bi dirûşma ‘Ji Şengalê heta Kobanê bi jinên ku li ber xwe didin ber bi azadiyê’ xwe amade dikin. DOKH ji bo piştgiriyê bide berxwedana Kobanê di 25’ê Mijdarê de diçe Pirsûsê û sibê jî li Bagcilarê wê meşê pêk bîne. Jinên Kurd li aliyê din jî wê tevlî çalakiyên rêxistinên din ên jinan bibin.

Berdevka Koordînasyona DOKH’ê Turkan Esen der barê xebatên 25’ê Mijdarê de ji ANF’ê re axivî û bal kişand ser êrîşên DAIŞ’ê û got: “Li Rojhilata Navîn jin rasterast bûne hedef. DAIŞ li Rojhilata Navîn di serî de şîdeta zayendî û her cureyê şîdetê li hember jinan pêk tîne. AKP'ya ku bi polîtîkayên xwe yên zayendî bi DAIŞ’ê re wekhev dimeşe, di tevayî desthilatdariya xwe de şîdeta li hember jinê qat bi qat zêde kiriye.

AKP DIXWAZE JINAN DI MAL DE HEPS BIKE

Esen diyar kir ku di desthilatdariya AKP'ê ya 12 salan de polîtîkayek ku jiyana jinê rehet dike, qezenca azadiya wan pêk tîne tune û got: “Ji vê wêdetir polîtîkayeke ku jinê di mal de heps dike dişopîne. Serokwezîrê berê Erdogan digot, 'Sê an jî 5 zarokan çêbikin’. Ev jî tê vê wateyê ku mudaxaleyî bedena jinê jî dikin. AKP’ê jin zêdetir di malê de heps kir. Ji jiyana civakî û polîtîk qut kir."

Esen bi lêv kir ku rêxistinên jinan hewl dan ku li dijî van polîtîkayên AKP’ê derkevin, lê ji ber rêxistibûneke lewaz bi ser neketiye û destnîşan kir ku 2 sal berê di 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê de Nazliye Sîncar a BDP’î ji aliyê hevserê xwe ve li ber çavan hate kuştin. Esen got: “Ger me xwe têr rêxistin bikira, belkî me pêşî li gelek cînayetan bigirta. Divê em xwe rêxistin bikin û dakevin kolanan."

Esen anî ziman ku di pêşîgirtina şîdeta li hember jinê ya AKP’ê de parastina malbatê heye û got: “Riha rawestandina şîdeta li nava malê de, rêxistibûna jinê ye. Jin li malê şîdetê dibînin. Jin şîdeta ku dibînin ji kesî re nabêjin. Di nava çar dîwaran de teng dikin.” Esen bal kişand ser kêmasî stargehên jinan û got ku divê pêşiya rêxistinbûna jinan bê vekirin.

ŞOREŞA ROJAVA RÊ NÎŞAN DIDE

Esen diyar kir ku di têkoşîna li dijî tundiyê de êdî Şoreşa Rojava rê nîşanî wan dide û got: “Rojava şoreşa jinê ye. Ji roja ku şoreş pêk hat di mijara pêşîgirtina şîdetê de pêngav hatine avêtin. Mînak pergala hêwitiyê hatiye qedexekirin. Zewacên di bin temenê 18’an de hatiye qedexekirin. Tu jinek heta nexwaze kes nikare bi kesekî ji wê mezintir re bizewicîne. Her wiha di hemû saziyan de pergalên hevserokatiyê hene. Ji sedî 40 kotaya zayendê di peymanên civakî yên Rojava de cih digirin.”