1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Jin fêrî xweparstinê dibin
Jin fêrî xweparstinê dibin,jin,fêrî,xweparstinê,dibin

Jin fêrî xweparstinê dibin

A+ A-

DÊRIK – Hêzên Parastina Cewherî yên jinê li herêma Beravê ya Dêrikê, dewreya bi navê Şehîd Zîn Zagros, bi dawî kirin.

Li ser daxwaza jinên gundê Carodiyê yê herêma Beravê, Hêzên Parastina Cewherî dewreyek perwerdê ya ku 15 rojan dom kir, vekiribû. Dewre bi merasîmekê bi dawî bû. Di dewreya ku 22 jin beşdarê bibûn de, waneyên bîrdozî yên derbarê parastina rewa û çawaniya bikaranîna çekan hatin dayîn.

Di merasîma bidawîkirina dewreyê de, Fermandarên Hêzên Parastina Cewherî ya bajarê Dêrikê Nûda Dêrik axaftin kir û dewre li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû jinan pîroz kir. Nûda Dêrik da zanîn ku ew weke jin dê parastina cewherî di nava civakê de xurt bikin.

Merasîm bi stran û gerandina dîlanê bi dawî bû.

Tekoşer Zîn Zagros ( Senai Îbrahîm ) şervaneke YPJ’ê bû, di Kanûna 2015’an de di berxwedana Holê de jiyana xwe ji dest da.

(nse)

ANHA


Bêjeyên Miftehî