1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Jin ji bo parastina cewherî Aîkîdo fêr dibin
Jin ji bo parastina cewherî Aîkîdo fêr dibin,jin,ji,bo,parastina,cewherî,aîkîdo,fêr,dibin

Jin ji bo parastina cewherî Aîkîdo fêr dibin

A+ A-

STENBOL (DÎHA) - Li hemberî êrîşên zayendî û tundiyê Yeryuzu Kadinlari ji bo parastina mafê jiyanê xebatên parastina cewherî pêş dixin. Jinên ku diyar kirin hiqûq têrî parastina jinê nake bi spora parastinê ya bi navê Aîkî-do fêrî parastina fîzîkî dibin.

Li hemberî êrîşên zayendî û tundiya li ser jinê ya zilam û dewletê, hewldanên jinan a pêşxistina parastina cewherî roj bi roj xurttir dibe. Piştî xebatên Kampus Cadilari, niha jî Yeryuzu Kadinlari dest bi xebatên parastina cewherî dike. Di çarçoveya xebatan de dê rojên pêş de li Atolyeya Hunerê ya Jî dê ji xwendekaran heya karkeran jin, tevlî spora parastinê ya bi navê Aîkî-do bibin. Dê di çarçoveya perwerdehiyê de jin li hemberê êrîşên rojane fêrî xwe parastinê bibin.

Ji Yeryuzu Kadinlari Ekîn Bodur a ku tevlî xebatên perwerdehiya Aîkî-do dibe li hemberî tundiya zilam û dewletê balê kişand ser girîngiya xebatên parastina cewherî. Bodur anî ziman ku ev xebat ji bo parastina mafê jiyanê ya jinan gelekê girîng e û wiha axivî: "Em li her derê, li sikakan û hemû qadên jiyanê rastî tundiya zilam tên. Ji bo parastina bedena xwe ev xebat di noqteyek gelek jiyanî de ye."

'Divê ez li hemberî êrîşan bisekinim'

Bodur destnîşan kir ku divê jin li hemberî êrîşên zayendî jî parastina xwe pêş bixe û wiha pê de çû: "Ji bo ku em ji aliyê fîzîkî ve bedena xwe baş bikarbînin me ev xebat da destpê kirin. Ez dixwazim bizanim ku dikarim li hemberî êrîşan bisekinim û vê di jiyanê de biceribînim. Ji ber vê yekê weke jinekê ez tevlî vê xebatê bûm."

'Hiqûq têrî parastina jinan nake'

Yek ji jinên ku tevlî perwerdehiya Aîkî-do bûye Nîsan Atalay jî destnîşan kir ku ji bav heya bira, ji mamosteyê dibistanê heya hevalan rastî tacîzê tên û wiha berdewam kir: "Laşên me ji aliyê dewletê ve tê tazîkirin û teşhîr kirin. Ji ber ku em di nav rastiyek bi vî rengî de ne û li hemberî tundiyê riyên hiqûqî jî girtî ne me xebatên parastina cewherî da destpêkirin." Atalay jî bang li hemû jinan kir ku tevlî xebatan bibin.

'Divê hemû jin xwe biparêzin'

Perwerdekar Hasan Mert Bozdogan ê ku waneyên parastina cewherî dide jî diyar kir ku divê hemû jin li hemberî êrîşan di parastina cewherî de bin û got: "Armanca me ew e ku ji bo ku xwe li hemberî êrîşan biparêzin em teknîkên Aîkî-do fêrî jinan bikin."

(sy)