1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Jin li refên herî pêş in
Jin li refên herî pêş in,jin,li,refên,herî,pêş,in

Jin li refên herî pêş in

A+ A-

DÎHABER/REQQA - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), ragihand ku 9 kîlometre ji Reqqayê re maye. Jinên kurd, suryan, ereb û tirkmen ên di refên herî pêş ên operasyona "Xezeba Firatê" de cih digirin, bi heycana ku jinên reqayî ji esaretê rizgar bikin tevdigerin.

Hêzên Sûriyeya Demoratîk, di pêngava 3'yemîn a operasyona "Xezeba Firatê" de bi qasî 9 kîlometreyan nêzî Reqqayê bû. Şervanên Odeya Çalakiyê agahî dan ku, ji bo milên Xiniz û Bîr Hebayê bigihîjin hev renê 5 kîlometre maye û her wiha gelek cebilxaneyên DAIŞ'ê jî hatine desteserkirin. Li gel vê, jinên ji nîjadên cuda beşdarî operasyonê bûne jî bi heycana ku dê hevzayendên xwe rizgar bikin tevdigerin.

Di operasyona ku li gel ciwanên kurd, suryan, ereb û tirkmen beşdarî wê bûne de, gelek jinên reqayî jî beşdar bûne û yek ji van jinan Rojava Cîhan e. Cîhan, got ji bo ew ji qîrîna jinan re bibe bersivek beşdarî operasyonê bûye. Cîhan, anî ziman ku bi taybetî jinên Sûriyeyê zaf rastî tahdeya DAIŞ'ê hatine û got, wek yek ji wan jinan ew dixwaze heyfa hemûhemû tiştên hatiye serê wan bistîne. Cîhan, diyar kir ku wê di sala 2016'an de biryara şerkirinê daye û wiha axivî: "Berê jî min li dijî DAIŞ'ê şer kiribû. Niha jî ji bo em Reqayê bistînin şer dikim. Ji bo wergirtina bajarê xwe diçim. Gelê Reqayê bangî me kir. Gotin me ji van çeteyan rizgar bikin. Niha em jî bi hawariya gel de diçin."

REQAYÎ LI ENIYAN E

Cîhan, anî ziman ku gelê Reqayê bangî hemû cîhanê dike û dest nîşan kir ku wek wê gelek ciwanên reqayî li dijî DAIŞ'ê şer dikin. Cîhan, anî ziman ku hin jê ji bo malbatên xwe, hin jê ji bo bajarê xwe rizgar bikin li eniyan cih girtine.

Cîhan wiha domand: "Li vir di navbera me de tu cudahî tune ye. Wek kurd, ereb, suryan, ermen û tirkmen, em hemû yek in. Di şerê li dijî DAIŞ'ê de xwîna hemû gelan rijiya. Û ew xwîn tevlî hev bûn. Niha di navbera me de tu cudahî tune ye. Li dijî DAIŞ'ê em dibin yek û şer dikin. Bi taybetî jinan zaf ji destê wan kişand. Hemû jin jî bi vê nêzîkatiya yekîtiyê tevdigerin. Niha em di bin banê QSD'ê de vê li pratîkê bar dikin û xakên xwe azad dikin.

Nazim Daştan-dîhaber


Bêjeyên Miftehî