1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Jin tên qetilkirin, dewlet temaşe dike
Jin tên qetilkirin, dewlet temaşe dike,jin,tên,qetilkirin,dewlet,temaşe,dike

Jin tên qetilkirin, dewlet temaşe dike

A+ A-

11:40 04.10.2013 1 / 2 AMED (DÎHA) - Parêzer Reyhan Yalçindag diyar kir di demên dawî de qetilkirinên jinan zêde bûne û yekemîn berpirsiyarên wan jî dewlet e. Yalçındag got, "Mirov nikare ji hikûmeteke ku piştgiriyê dide El Nusra bi hêvî be ku li hember qetlîamên jinan hişyar be."

Li herêmê di van rojên dawî de qetilkirinên jinan zêde bûn. Herî dawî li ber Girtîgeha Mêrdînê 3 zarok û 2 jin bi sedema xwîndariyê ku hatin qetilkirin, careke din qetilkirina jinan anî rojevê. Parêzer Yalçindag ku ev mijar nirxand diyar kir ku li cihekî zarok û jin eger bên qetilkirin divê dewlet bê lêpirsinkirin û got ku yekemîn berpirsiyarê vê qetlîama li ber girtîgehê dewlet e Yalçindag da xuyakirin ku pêwîst e di mijara qetilkirina jinan de di nav civakê de hişyarÎ û eleqeyek ji bo vê bê afirandin û wiha berdewam kir, "Ev pêkanîn û kiryarên dij-mirovatiyê di asta gihiştinê de bê çi qasî mezin in nîşan dide. Li Dadgeha Cezayê Giran a Midyadê di doza zarokên ku di yurdan de rastî destdirêjiyê hatin li derve em rastî êrîşê hatin. Zarokê ku rastî tecawizê hatiye li ber çavên me ji aliyê polîsên sivîl re rastî êrîşê hat. Dema em van bûyeran didin gel hevdu wehşeta ku li Kurdistanê rû dide bê çi qas giran e me careke din dît."

'Zilam bi çavên milk li hevserên xwe dinêrin'

Yalçindag bal kişand ser bûyera Endama Meclîsa Jinan a BDP'ê Nazliye Sîncar ya li Stenbolê dema diçû mîtînga 1'ê Îlonê ji aliyê hevserê xwe ve hat qetilkirin û got, "Me di bûyera Nazliye Sîncar de dît. Zilam 10 sal, 20 sal jî derbas bibe û hevdu berdabin jî bi çavê mal û milk li jinê dinêre. Ev mantik jinan her roj hîn zêdetir qetil dike. Jin tên qetilkirin, lê dewlet temaşe dike." Yalçindag di dewama axaftina xwe de diyar kir ku jinên kurd di encama di rêveberiyên herêmî de gihiştin serketinê û jiyaneke alternatîf pêşkêşî gel kirin siyasetmedarên kurd di doza "KCK"ê de tên darizandin.

'Sîstema kapîtalîst jina bûye zilam diafirîne'

Yalçindag di dewama axaftina xwe de got ku hikûmeta AKP'ê ji roja ku dewletê bi rê ve dibe alîgiriya zextdariyê dike û wiha berdewam kir, "Di Qurana Kerîm de bi awayekî zêde behsa mafên evdan û wekheviyê tê kirin. Lê hikûmeta AKP'ê çi dike? 34 kesan qetil dike û roja din Serfermandariya giştî spas dike. Di bûyerên Gezî de gel zarokên xwe wenda dike tu dibêjî 'Polîsên min fedakar in.' "Mirov nikare ji hikûmeteke ku piştgiriyê dide El Nusra bi hêvî be ku li hember qetlîamên jinan hişyar be." Yalçindag di dewama axaftina xwe de diyar kir ku sîstema kapîtalîst jine li hemberî pirsgirêkên civakê sar dike û ev xal anîn ziman, "Em qet profîla jina ku di sîstema kapîtalîst de ligel zilam disekine û li hember pirsgirêkên civakê ne xwedî eleqe ye, qebûl nakin. Sîstema kapîtalîst jina bûye zilam diafirîne." Yalçindag der barê karkerên demsalî yên ji Kurdistanê diçin Derya Reş kar dikin jî got,"Jina ku heqê keda xwe nikare werbigire, jina bê sîgorta tê xebitandin û jina ji bo kurd e rastî zext û bindestiyan tê. Çima gelê kurd xizan e? Bila qusûrê efû bikin. Êdî li vî welatî nîjadê xizaniyê heye."

'Tevayî qetilkirinên jinan bi plan in'

Yalçindag axaftina xwe wiha bi dawî kir, "Dema zilam jinê qetil dike, dibêje, yarê wê hebû. Li ser vê jî cezayê wî kêm dikin. Plan berê tên kirin. Ji bo tecawiza li hember zarokan jî heman tişt derbas dibe."

(yş/mae)