1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Jina Sûriyeyê piştî şoreşê
Jina Sûriyeyê piştî şoreşê,jina,sûriyeyê,piştî,şoreşê

Jina Sûriyeyê piştî şoreşê

A+ A-

ŞERVÎN MUSTEFA – TOLÎN HESEN

EFRÎN – Ji berpirsên Hevbendiya Niştîmanî ya Demokratîk a Sûriyeyê Covîn Ehmed anî ziman ku jina Sûriyeyê piştî şoreşa gelek mafên xwe bidest xistiye û niha jî ew bi xwe çarenûsa xwe diyar dike.

Seroka Komîteya Jin a Hevbendiya Niştîmanî ya Demokratîk a Sûriyeyê Covîn pêşketinên jinên Sûriyeyê piştî şoreşê ji ANHA’yê re nixand. Ehemd got: “Ji ber hişmendiya desthilatdar a baviksariyê û desthilatdariya olî a li ser civakê heûbna jinê dernediket holê. Lê şoreşa Sûriyeyê hêza jinan herikand û enerjiya wan teqnad. Niha êdî jin beşdarî kongreyên li ser asta herêmî û navnetwî dibin û di qadên navnetewî de cihekî girîng girtine.”

Covîn Ehmed wiha got: “Ev hêza jinan berê jî hebû, lê şoreşa Sûriyeyê derfet afirandin ku rastiya xwe derxîne. Di Hevbendiya Niştîmanî ya Demokratîk de jî rola jinê pêşeng e.”

Covîn di dawiyê de roja cîhanê ya jinê ango 8’ê Adarê li tevahiya jinên cîhanê pîroz kir û got: “Ev roj bi saya têkoşîn û berxwedaniya hezaran jinan hatiye. Di vê rojê de karê bi zor û zehmet û tundiya li ser jinê hatiye redkirin. Jinê isyan kiriye heta ku hin ji mafên xwe bidest xistiye. Ev têkoşîna wê rojekê jî nehatiye sekinandin. Jiyan şer û têkoşîneke berdewam e.”

(he)

ANHA