1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Jina Êzîdî: Yên gotin emê we biparêzin beriya herkesî revîn-I
Jina Êzîdî: Yên gotin emê we biparêzin beriya herkesî revîn-I,jina,êzîdî,yên,gotin,emê,we,biparêzin,beriya,herkesî,revîn,i

Jina Êzîdî: Yên gotin emê we biparêzin beriya herkesî revîn-I

Hêvo Murad yek ji jinên Êzîdî ya xwedî serpêhatiyeke bi êşe. Hêvo Murad jineke ku tevî xwişka xwe Nadya Murad û malbata xwe ketibû destê çeteyên DAIŞ’ê, paşê ji destê wan rizgar dibe û niha jî li Şengalê dijî û dibêje: “Hedefkirina zarokên Êzidî tarîkirina siberoja civaka Êzidiyane.”

A+ A-

ROJWAR KARAKOÇAN/ ŞENGAL

Di van rojên dawiyê de çeteyên DAIŞ’ê dîmenên zarokên Êzîdî yên weke xwekuj bikartînin di medya civakî de belavkirin. Malbatên Êzidî yên li Şengalê dijîn û hîna jî kes û karê wan di destê çeteyan dene banga hestyarbûn û alîkariyê li saziyên navnetewî kirin.

Wek li gelek cih û warê Êzidiyan bû, li Til Qesaba ser bi Şengalê jî ji ber hêzên asayîşa wê demê gel rû bi rûyê komkujiyên çeteyên DAIŞ’ê hiştin û reviyan, bihezaran mirovên Êzidî dîl ketin destê çeteyên DAIŞ’ê de. Bi darê zorê, bi rêya xiyanetê, komkujî û destdirêjiyan xwestin Êzidiyan ji nirxên wan yên civakî û baweriya wan qût bikin. Hêvo Murad xwişka Nadya Murad a ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar bû û weke qasida Neteweyên Yekbûyî hate hilbijartin , bangawazî li hemû hêzên xwedî pîvanên exlaqî û mirovî dikin ku guh bidin daxwazên wan û alîkarî bidin û ji bo azadkirina hemû dîlên di destê çeteyan de jî bangawazî kirin.

‘Yên gotin emê we biparêzin beriya herkesê reviyan’

Hêvo Murad xwişka Nadya Murad ya weke qasida Neteweyên Yekbûyî hate hilbijartin û weke wê ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar bû, jî ji ajansa me re axivî û diyar kir ku hîna jî 18 xizmên wê di destê DAIŞ’ê de ne. Murad her wiha ji bo ferman, xiyanet û esaretek din bi serê wan de neyê banga yekîtî û têkoşînê li gelê Êzidî kir.

Hêvo Murad wiha behsa serpêhatiya xwe ya dema dîl ketinê û zarokên Êzidî yên DAIŞ wan rêkirin mirinê de jî wiha axivî: “Şeva fermanê em li malêbûn, heya berbangê dengê gûleyan ne sekinî. Dema bû sibeh me pêşmergeyên ji Koço hatin dît. Ji me re gotin ji malên xwe dernekevin, emê we biparêzin. Hema ez çawa ketim hindir zêde de di ser re derbas nebû kurê min bi bez hat got, zû derkevin DAIŞ ket gund. Pêşmerge zûde gund terk kiribûn û reviyabûn. Zilamên gund yên dikarin şer bikin mabûn. Me jinan, zarokan û îxtiyaran jî li romoka traktorê siwar kirin. Piştre em heya çepa ketina Şengalê hatin. Dema em heya nîvro li wir sekinîn ketin destê DAIŞ’ê de. Bi zorê xwestin em bibin misilman û gefa mirinê li me xwarin. Me tevan li cihekî kom kirin mal û perê li ser me tev bi zorê ji me sitandin. Yên Sûnî serbest berdidan yên Şîe yekser dikûştin. Me Êzidiyan jî weke dîl girtin, birin. Hemû Êzidiyan li Şengalê di malekî de komkirin, piştre jî pora keçên me yên ciwan kişandin û birin Mûsil, Tilafer û Baacê.”

Murad diyar dike ku bi hedefkirina zarokên Êzidî re dixwazin siberoja civaka Êzidî tarî bikin û wiha dirêjî bi axaftina xwe tîne: “Ev rewş dilê me tevan şewitand. 18 xizmên min hîna jî weke dîl di destê çeteyên DAIŞ’ê de ye. Ez bang li hêzên navnetewî dikim. Ew zarok siberoja mene û bi zanabûn weke hedef tên hilbijartin. Em dixwazin zarokên me yên ketine destê wan li me vegerin. Em banga hestyarbûn û hevkariyê li herkesê dikin. Hîna jî jinên me, zarokên me di destê çeteyên DAIŞ’ê de ne.

‘Emê yên bûn sedema em dîl bikevin jî û yên xwe feda kirin jî heya hebin ji bîr nekin’

Ji bo em careke din fermaneke wisa nejîn divê em Êzîdî tifaqa xwe bihêz bikin. Ez bang li gelê me dikim ku vegerin Şengalê. Divê em xwe muhtacê kesê nekin ku carek din wek PDK kiriye kes xiyanetê li me neke. Eger ne ji Rêber Apo bûya, wê hemû Êzîdî di komkujiyê re derbas bûba. Emê vêya ji bîr nekin. Yên vî gelê rû bi rûyê çeteyan hiştin û xiyanetkirin jî yên ji bo vî gelî di berdêla fedakirina canê xwe de şer kirin, Apoyiyan jî heya em hebin emê ji bîr nekin.”

Di 3’ê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê gelê Êzidî di komkujiyeke mezin re derbas kir û bihezaran Êzidî jî dîl girt. Niha jî hêjmareke mezin a jin û zarokên Êzidî di destê çeteyandene. Çete zarokan weke xwekuj bikartînin.

Berdewam dike...