1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Jinan operasyon bi meşa meşaleyî şermezar kirin
Jinan operasyon bi meşa meşaleyî şermezar kirin,jinan,operasyon,bi,meşa,meşaleyî,şermezar,kirin

Jinan operasyon bi meşa meşaleyî şermezar kirin

A+ A-

Endamên Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) , bi meşeke meşaleyî operasyonên hewayî yên TSK'ê ku li ser axa Herema Federal a Kurdistanê pêk tîne û astengkirina hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re şermezar kir.

Bi sedan jin li pêş mizgefta Hz. Mûsa ya li taxa Barbarosê ya navçeya Seyhan a Edeneyê ye kom bûn. Jinan panqarta "Em dê li hemberî faşîzma AKP'ê di berxwe bidin û tekoşîna Kurdîstana azad û xweser bilind bikin" vekirin û dirûşmeyên "Qatîl Erdoğan", "Qatîl AKP", "Bijî biratîya gelan", "Bijî Serok Apo" û "Şehît namirin" berz kirin. Jinan ji ber mizgeftê heta Komeleya Hemwelatîyên Azad a Barbaros meşa meşaleyî pêk anî. Aktivîsta DOKH'ê Esma Ece li ber komeleyê daxuyanî da çapemenîyê û bang li mîrovahîyê kir. Ece, xwest ku kes li hemberî êrîşên AKP'ê bê deng nemînin û wiha got: "Derket holê ku wîcdan û misilmanîya Serokvezîr Tayyip Erdogan, di meha Remezanê de qetlîame. Çapemenî û gelê tirk li hemberî vê jenosîdê bê deng dimînin û dixwazin rewatiyê bidin operasyonan. Tê fêmkirin ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê guhdarkirin û astengkirina hevdîtênên bi Ocalan re berdewamkirina şerê psîkolojîk e." DÎHA (mç/mae)