1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Jinan Rojnameya Havadîsê şermezar kirin
Jinan Rojnameya Havadîsê şermezar kirin,jinan,rojnameya,havadîsê,şermezar,kirin

Jinan Rojnameya Havadîsê şermezar kirin

A+ A-

19 rêxistinên jinan, nûçeya Rojnameya Havadîsê ya derheqê meşa zilaman ya li dijî kuştinên jinan pêk hat hate weşandin şermezar kirin. Jinan nivîsa "Jin zilam kirin maşik" û "Li şûna zewicandinê rebazên kirê kirin" ya xwediyê Rojnameya Havadîsê ya Wanê Ayhan Yazlik nivîsî şermezarkir.

Komeke zilam çend roj berê li Wanê li dijî qetliyama jinan meş li darxstin. Li ser vê meşe Xwediyê Rojnameya Havadîsê ya Wanê Ayhan Yazlik nivîsa "Jin zilam kirin maşik" nivîsî. 19 rêxistinên jinan li kolana Hûnerê li ber Panoya Jinên Azad kom bûn û daxuyaniya hevpar dan. Daxuyanî li ser navê jinan Endama Konseya Bajar Meclîsa Jinan Dîba Keskîn xwend. Keskîn diyar kir ku nivîsa hatî nivîsandin naye qabûlkirin û ew nivîs jinan wek zîhniyêta jinan namus û mal dibînin daye xuyandin.

'Rojnameyê piştgiriyê dide kuştinên jinan'

Keskîn, anî ziman ku nivîsa Yazlik bi aşkere piştgiriyê dide kuştina jinan û hakaret li meşa rêxistinên saziyên civakê kiriye. Keskîn, destnîşankir ku Yazlik bi riya çapemeniyê suç kiriye û ew dê derheqê Yazlik de gilî bikin. Yazlik xwest dozgerî peywîra xwe bînin cih.

Yazlik çi nivîsîbî?

Yazlik di qunciknivîsa xwe de wiha nivîsand: "Jinên li dijî tundiyê dimînin bila ji xwe pirsbikin. Jina bi heqî maruzê tundiyê dibe û jina tundiyê heq dike cuda ye. Jin dive di serî de binin dayîk û hevser. Bila jin dema di kolanan de bi meşin ev der ew dera xwe nîşa zilama nekin û zilaman nexe nav hev." DÎHA (dt/mae)