1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Jineolojî bi semînerkê hat ravekirin
Jineolojî bi semînerkê hat ravekirin,jineolojî,bi,semînerkê,hat,ravekirin

Jineolojî bi semînerkê hat ravekirin

A+ A-

HESEKÊ – Rêxistina Kongreya Star a bajarê Hesekê Jineolojî bi semînerekê rave kir.

Semîner li salona civînan a Yekîtiya Ciwanên Rojava li taxa Kelasê ya bajarê Hesekê ji aliyê Endama Akademiya Jineolojî ya Kantona Cizîrê Dîrok Qehreman ve bi beşdariya bi sedan jinên bajêr, hat dayîn.hsk-simenar-hat-dain-ji-jin-sazea-2

Dîrok Qehreman di destpêka semînerê de diyar kir ku jinê bi ji ber sîstema baviksalakî bi hezarê salan êş dît û ev tişt got:”Herî zêde jinê ji sîstema desthildar êş dît û ji mafên xwe yên rewa bê par ma”.

Dîrok destnîşan kir ku Rêberê Gelên Kurdistanê Abdullah Ocalan di nirxandinên xwe cihekî girîng da azadiya jinê û diyar kir ku eger jin azad nebe, civak jî azad nabe.

Endama Akademiya Jineolojî Dîrok destnîşan da xuyakirin ku bi saya felsefeya Rêberê Gelên Kurdistanê Abdullah Ocalan jinê di şoreşa Rojava de têkoşîneke bêhempa da meşandin û beşdarî hemû qadên siyasî, leşkerî û civakê bû.

Semîner bi pirs û bersivdayînên debarê pênasekirina jineolojiyê de, bi dawî bû.

(kc)

ANHA