1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Jineolojî li Stockholmê hat nirxandin
Jineolojî li Stockholmê hat nirxandin,jineolojî,li,stockholmê,hat,nirxandin

Jineolojî li Stockholmê hat nirxandin

Yekîtiya Jinê-SARA ya li Swêdê, bi sernavê "Jineolojî-Ji nû ve avakirina Zanistiyê" li paytexta Swêd Stockholmê Konferansa Jineolojiyê lidar xist

A+ A-

STOCKHOLM - ANF Konferans li Navenda Perwerdeyê ya Karkeran (ABF) pêk hat û bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê dest pê kir.

Berdevka Yekîtiya Jinê-SARA Ferha Bozcali di destpêka konferansê de axivî û diyar kir Jineolojî, têkoşîna jinê ya bi sedan salan e didome ji xwe re weke referansê dibîne. Bozcali da xuyakirini ku ev konferans ji bo wan gelekî girîng e û nîqaşkirina Jineolojiyê li Swêdê, gaveke pêwîst û girîng e.

Konferans bi moderatoriya Kurdê Kasirga û Marîa Andersson dest pê kir.

'HETA KU JI SERDESTIYA DEWLETÊ RIZGAR NEBE, ZANISTÎ AZAD NABE'

Di beşa konferansê ya bi sernavê "Fêhmkirina avabûn û rêveçûna zanistên civakî" de Aktîvîsta Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê Zeynep Coşkûn axivî û anî zimaan, zanistiya heyî zayendîparêz û xwedî karekterekî mêr e, lewma nikare pirsgirêkên civakî çareser bike. Coşkûn diyar kir, jin ji aliyê sîstemê ve weke 'zayenda duyemîn, pasîf û mêrê kêm mayîn' hatiye pênasekirin û ji ber propaganad sîstemê, ev rewş bi civakê hatiye qebûlkirin. Coşkûn da zanîn, dîroka mirovahiyê dîroka têkoşîna li dijî vê zîhniyetê ye û ragihand, têkoşîna jinê jî bingeha vê dîrokê ye. Coşkûn destnîşan kir, heta ku zanistî xwe ji serdestiya dewletê rizgar neke, wê azad nebe."

'JINEOLOJÎ WÊ TEORIYA XWE BAFIRÎNE'

Di beşa bi sernavê "Jin dikare xwe bigihîne rasteqîniyê" de ji Komîteya Ewropayê ya Jineolojiyê Haskar Kirmizigul axivî û destnîşan kir, ku zanistiyên civakî jî di nav de wê jineolojî bi rengekî rexnekirinê mîtolojî, ol û felsefeyê binirxîne û teoriya xwe bafirîne.

Kirmizigul diyar kir, avakirina jineolojiyê jî bi xwegihandina nava civakê re pêkane û got, "Ji bo eşkerekirina rastiya jinê, ji epîstemolojiya femînîst, ji vegotina dengbêjeke jinê, ji nivîsên li rojnivîska gerîlayeke jin an jî lêkolînek li nava jinên Êzidî yên li Çiyayê Şengalê dikare sûd bê girtin."

'JINEOLOJÎ BI RAST PÊNASEKIRINA JINÊ RE WÊ DEST BI KAR BIKE'

Kirmizigul her wiha got, "Ya esasî û girîng ew e, rewşa civakî rast were pênasekirin. Jineolojî wê bi rast pênasekirina jinê re dest bi kar bike. Çima? Ji ber ku heta xwezayiya jinê rast neyê pênasekirin, civak rast nayê pênasekirin. Baş ev pênase çi ye? Lazim e jin yanî XWEBÛN bê pênasekirin."

Di beşa "Nirxandina tecrûbeyên xweparastinê li ser bingeha jineolojiyê" de, ji berdevkên Însiyatîfa Navneteweyî ya "Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re Aştî" Havîn Guneşer axivî. Guneşer destnîşan kir, ku divê rewşa cihê ya navbera şîdetê û xweparastinê rast were kirin û anî ziman, xweparastin ji bo xweparastina hemû zindiyan e, di heman demê de li dijî desteserkirina kedê derketiye holê. Guneşer da xuyakirin, ku tevahiya civakê bi taybetî jin divê xweparastinê li her qadê bimeşînin.

OCALAN GOTIYE 'LI BER XWE BIDIN, SERÎ HILDIN Û NÛBÛNÊ BAFIRÎNIN'

Guneşer da xuyakirin, ku di serdema heyî de, aliyê hevpar ê DAIŞ'ê, AfD, AKP, Trûmp an jî Brexîtiyan ew e, ku roleke paşverû li jinê ferz dikin û got, "Vê yekê jî bi şîdetê û girtina li nava malê dikin. Li dijî vê yekê jî Birêz Ocalan da xuyakirin, ku ev nuqtya herî qels a modernîteya kapîtalîst e û gotiye, 'li ber xwe bidin, serî hildin û nûbûnê bafirînin'. Salên ku em niha dijîn, dikarin tevahiya sedsala me diyar bike û ji her demê bêhtir dikare bibe sedsala jinan û ya gelan."

JINAN BI HEV RE STRANA 'HEVAL SARA' GOTIN

Di dawiya konferansê de ji hewldana Hunerê ji bo Aştiyê ya Swêdê Stîna bengs axivî û anî ziman, jinên Kurd gelek tişt tevlî têkoşîna jinê ya aştiyê kirin. Hunermenda Swêdê Stîna Bengs strana "Heval Sara" ya bi zimanê Swêdî ji bo 3 jinên şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin amade kir, ji beşdarên konferansê re got. Konferans bi qîrîna dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" qediya.

Tevî jinên Kurd, jinên Tirk û Swêdî jî konferans şopandin.